* Hediye Tûtal, anî ziman ku gava cenazeyê keça xwe Hasret Tûtalê ya ji aliyê Bekîr Gulel ve hat qetilkirin şûştiye, li ser canê wê reşahî û dewsa derban hebûne û ji bo Gulel bi awayekî giran bê cezakirin çi ji destê wê bê dê bike.
* Dozgeriya Erdîşê, piştî biryara binpêkirina mafê jiyanê ya AYM'ê ya derbarê Mehmet Denîzê de ku di binçavan de jiyana xwe ji dest dabû, bi 5 salan dosyeyê vekoland. Dozgeriyê derpêş kir ku derbarê mirinê de zabitek jî tune ye û aydê roja bûyerê dîmeneke kamerayan jî tune ye û birya lêgerîna daîmî da û dosye ji midûriyeta polîsan re şand.
* Parêzerê OHD'î Ferdî Yamar, şewitandina înfaza girtiyên polîtîk bi vî awayî nirxand: "Tenê azadiya wan nayê binpêkirin, di heman demê de şerê ji bo şikandina vînê jî dikin."
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 216'an de bê şopandin.
* Wê li gelek navendan qurbaniyên komkujiya 10'ê cotmehê bên bibîranîn. (10.00-18.30)