NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê, PDK gef li hilbijarên ku diçin ser sindoqan dixwe û tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye.
Dengdana Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê û Iraqê didome. Tê gotin ku li Herêma Kurdistanê, PDK gef li hilbijêran dixwe. Li gorî nûçeya Rojnewsê, li navçeya Sêmel a Duhokê PDK'iyan gef li hilbijêran xwariye û xwestine ku dengê xwe bidin namzetê wan. Hat hînbûn ku li ber deriyê dibistanên ku dengdayîn li wan berdewam dike kesên çekdar hatine bicihkirin û beriya ku hilbijêr dengê xwe bidin wan didine rawestandin û bi gefan ji wan dixwazin ku dengê xwe bidin namzetên PDK'ê.
Hat angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye.