Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe

  • rojane
  • 09:00 11 Cotmeh 2021
  • |
img

RIHA - Fatman Ocalan, bal kişand ser rewşa kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û diyar kir ku 7 sal in bi Ocalan re hevdîtin pêk naniye û ev tişt got: "Heke derfet bidin dixwazin bi kursiyê tekerlek biçe hevdîtinê. Heke ew biaxive wê aştî were. Ji bo hatina aştiyê divê demildest tecrîd bi dawî bibe."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî neçar hat hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan, 22 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin. Di 22 salan de tenê destûr hatiye dayîn ku parêzerên Ocalan 442 caran pê re hevdîtin bikin. Rexmî ku weke her girtiyî mafê Ocalan jî ê axaftina bi telefonê heye jî heta niha destûr hatiye dayîn ku tenê carekê vî mafê xwe bi kar bîne. Herî dawî di 25'ê adarê de axaftina Ocalan a bi telefonê hatibû birîn û ji vê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin. 
 
Xwişka Ocalan Fatma Ocalan (69) ku li gundê Amara yê navçeya Xalfetî ya Rihayê dijî, bertek nîşanî astengkirina hevdîtina wan û parêzeran a bi Ocalan re û şertê tecrîdê yên li ser Ocalan da ûgot ku ji 6'ê cotmeha 2014'an ve bi kekê xwe re hevdîtin nekiriye. Ocalan, da zanîn ku di 22 salan de tenê 3 hevdîtinên vekirî bi kekê xwe re kiriye û heke derfet bê dayîn dixwaze ku bi kursiyê tekerlek biçe Îmraliyê û kekê xwe Ocalan bibîne. 
 
 
'GELEK PIRTÛK DIXWEND'
 
Ocalan, bi lêv kir ku ji ber xwendinê kekê wê salên xwe yên zarokatî û ciwantiyê dûrî wan derbas kiriye û wiha got: "Li cem me zêde nema, her gav li derve bû. Dema ku dihat malê jî her alîkariya me dikir. Em li nav zeviyan bi hev re dixebitîn û fistiqan berhev dikir. Di demên xwe yên vala de jî pirtûk dixwend. Li pişt gundê me erdekî me heye, diçû wir, li bin dera fistiqê pirtûk dixwend. Dema ku diwestiya jî pirtûkê datanî bin serê xwe û radiket. Zêde derfet çênebûn ku em bi hev re bilîzin. Lê em timik bi hev re xebitîn."
 
'EW DERS DIDE MIN'
 
Derbarê rewşa perwerdeya li gundê wan jî Ocalan, da zanîn ku dema zarokatiya wan li Amara xwendin û nivîsandin zêde tunebûye û yek jî kesên ku li gund xwendin û nivîsandina wan hebûye kekê wê bûye û ev tişt gotin: "Bavê min digot xwendina keçikan şaş e. Lê ew li dijî bavê min derdiket û diparast ku bêyî cûdahî keç û xort tev bixwînin. Gelek zarokên gund ji wî hînî xwendin û nivîsandinê bûn. Dema ku di mehên havînê de dihat gund ders dida xwendekaran. Beriya wî zarokên gund tiştekî nizanibûn. Bi saya wî gelek kes zanîngeh jî xwendin. Dema dibistana seretayî telek serkeftî bû. Rojek bavê min ji bo rewşa wî hîn bike çû serdana mamosteyê wî. Mamoste ji bavê min re ev titş gotibûn, 'Kurê te gelek jîr e ew ders dide min'. Hê dema ku biçûk bû digot ew ê bibe qaymeqam, walî û rêveber. Qezenc kir, heke bixwesta dikaribû bike, lê nexwest bike."
 
DESTNÎŞANKIRINA YEKITIYÊ
 
Ocalan, destnîşan kir ku piştî kekê wê PKK'ê ava kiriye demeke dirêj hev nedîtine û wiha axivî: "Dema ku di sala 1999'an de hat girtin me du rojan xwarin naxwar. Di nav 22 salan de tenê 3 caran çûme hevdîtina wî ya vekirî. Dîroka hevdîtina yekemîn nizanim. Dayik û bavê min wî nedîtin û mirin. Dayika min beriya ku bimire jê fîstanek xwestibû. Di hevdîtina me ya yekemîn de min bi bîra wî xistibû. Ji min re got, 'Min rê nedîn heke min ê bianîna'. Di hevdîtinan de timik gund û kesên li gund dipirsî. Digot bila yek bin."
 
'EM DIXWAZIN JI ÎMRALIYÊ BÊ DERXISTIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ocalan, bi lêv kir ku di ser hevdîtina wê ya dawîn bi kekê wê re 7 sal derbas bûne û axaftina xwe wiha domand: "Ji axaftina wî ya dawîn a bi telefonê ve em agahî jê nagirin. Dijî najî em nizanin. Ji ber vê jî her dema ku tê bîra min nexweşiyên min zêde dibin. Daxwaza me hevdîtina bi wî re ye. Mafê herkesî ye ku bi xizmên xwe re hevdîtin bikin. Çima mafê me tune ye? Tenê em axaftina bi wî re naxwazin; di heman demê de em idxwazin ki Îmraliyê bê derxistin."
 
'DESTÊ KU DIRÊJ DIKE KES NAGIRE'
 
Ji bo mafên kekê xwe jî Ocalan ev tişt anîn ziman: "Mafê her girtiyî heye û hin caran derbarê van mafan de hin sererastkirin tên kirin. Dema ku mijar dibe kekê min mafên wî tên astengkirin û li gorî wî qanûn tên derxistin. Ji bo aştiyê tişta ji destê wî tê dike lê kes destê wî nagire. Heke destûr bê dayî ez ê bi kursiyê xwe bitekerlek biçim hevdîtinê. Daxwaza min ew e ku berî bimirim wî li gund bibînim. Her cara ku ez diçûm hevdîtinê qala gund dikir. Heke ez wî li vir bibînim wê ji kêfa piyên min baş bibin û karibim bimeşim. Berî ku dewlet qedexe bike 4'ê Nîsanê weke festîval dihatin pîrozkirin. Li vî gundî tirkmen, kurd, ermenî bi hev re bi kêfxweşî dijiyan. Kekê min jî bêyî ferqê bike navberê mafê herkesî diparast. Niha neheqî lê tê kirin, divê herkes mafê wî biparêze."
 
'OCALAN MECLISÊ NÎŞAN DABÛ'
 
Derbarê gotinên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû yên ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd û nîqaşên muxatabiyê de jî Ocalan ev tişt gotin: "Tevahiya jiyana xwe ji bo aştiyê têkoşiya û her car meclisê nîşan da. Timik digot, 'Heke çareseriyek çêbibe wê li meclisê çêbibe'. Wî digot, 'Ji bo her ciwanê ku dimire canê min diêşê, Kurd û tirk ferq nake'. Dema ku ew diaxivî aramî dihat civakê û mirov nedimirin. Heke biaxive wê dîsa aştî bê. Ji bo aştiyê divê tecrîd demildest bi dawî bibe."
 
MA / Emrûllah Acar - Ferhat Çelîk 
 
 

Sernavên din

12/10/2021
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend