Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye

  • rojane
  • 11:15 12 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Parêzer Hîdayet Enmek li Girtîgeha Rihayê bi wan girtiyên ku bi îşkenceya komî re rûbirû mabûn re hevdîtin kir û got: “Êrişa li dijî girtiyan parçeyê Plana Têkbirinê ye. Riha jî bi taybet hatiye bijartin.” 
 
Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Jimara 2’yan di 7’ê cotmehê de 80 gardiyanan bi cilên robokop bi ser qawîşan de girtine û li dehan girtiyan dane û bi awayê komî îşkence li wan kirine. Di van rojên dawî de li girtîgehên wek Kirikkale, Kurkçulera Edeneyê, Şakrana Îzmîrê bi heman rêbazan îşkence li girtiyan hatiye kirin. Di serdegirtina qawîşan de gariyan dest datînin ser kelûpelên girtiyan jî. 
 
Li aliyekî zext, îşkence û muemaleyên nebaş li ser girtiyan tên kirini, li aliyekî jî rayedar derdikevin wek ku tiştek nebûye daxuyaniyan didin. Wezîrê Dadê Abdullahamît Gul duh di Civîna Salê ya Girtîgehan de axaftinek balkêş kir û got: “Sûcê wan çi dibe bila bibe, divê li girtîgehan her kes li gorî rûmeta mirovahiyê bijî û muamele li hember wan were kirin. Her kes xwedî vî mafî ye.” 
 
Parêzer Hîdayet Enmek duh çû Girtîgeha Rihayê û serdana wan girtiyên ku bi îşkenceya komî re rûbirû mabûn kir. Enmek zextên li ser girtiyan û daxuyaniya Wezîrê Dadê nirxand. 
 
3 MIDUR JÎ BEŞDARÎ ÊRIŞÊ BÛNE 
 
Enmek anî ziman ku 3 midurên girtîgehê jî bi gardiyanan re beşdarî êrişê bûne û wiha got: “Rêvebir û bi dehan gardiyan diçin qawîşan. Bi cilên robokop ku li xwe kirine, rûgirtî û nayên naskirin ketine qawîşan. Ji girtiyan re gotine 'qawîşan biterikînin, em cihê we diguherînin'. Dema ku muwekîlên me sedem pirsîn, ji wan re dibêjin, 'Giştînameyek Wezareta Dadê heye, em ê li gorî wê biguherînin'. Piştî ku muwekîlên gotin 'em dixwazin giştînameyê bibînin', 3 midur didin gardiyanan û êrişî girtiyan dikin. Nêzî 80 girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane. Gelek kes birîndar in, daxwazên wan ên çûna nexweşxaneyê nehatine qebûlkirin.” 
 
AVA PÎS DIHERIKE HUNDIR 
 
Enmek anî ziman ku girtiyan bi îşkenceyê dibin odeyên nû û got: “Pencereyên li qawîşên nû şikestî ne, tevahiya şevê li ber hewa sar têne hiştin. Kanalîzasyon diherike hundir. Mislix hatin rakirin. Bêhn nexweş tê. Miwekîlên me birine cihek wek sergo ku têbikaranîn.” 
 
TENÊ 10 GIRTIYAN BIRINE REVÎRÊ 
 
Enmek anî ziman ku ji van girtiyan tenê 10 girtî birine revîrê ku tedawî bikin û di mil û destên wan de birîn çêbûne û laşê wan reş û mor bûne û her wiha girtiyên astengdar jî di nav wan de hene. Enmek destnîşan kir ku êrişa li dijî girtiyan pêk hatiye êrişek bi armanca provokasyonê pêk hatiye ye. 
 
DIVÊ WEZARET LÊPIRSÎN BIDE DESTPÊKIRIN 
 
Enmek bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê ya ku duh kiribû û îşkence û gotinên wezîrê dadê li hev nakin û îşkenceya tê kirin wateya daxuyaniya wî pûç dike. Enmek diyar kir ku divê Wezareta Dadê demildest têkildarî girtîgehê lêpirsîn bide destpêkirin. Enmek anî ziman ku girtiyan bi daxwaznameyan derbarê îdareya girtîgehê de gilî kiriye û rêxistinên mafê mirovan û partiyên siyasî jî li pey meseleyê ne. 
 
‘RIHA KIRINE NAVENDA ÎŞKENCEYÊ’ 
 
Enmek dilgiraniya xwe anî ziman ku kiryarên neqanûnî yên li dijî girtiyan beşek ji "Plana Têkbirinê” ye ku ji hêla Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve di 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara wê hatiye girtin û wiha got: “Ev biryar di 24’ê Tîrmeha 2015’an de ket meriyetê. Berê li Rihayê hin bûyerên bi vî rengî qewimîn. Pêvajoyek bi navê pêvajoya aştiyê hebû û hat ragihandin ku piştî ku du polîsên li Ceylanpinarê hatin kuştin, bi dawî bû. Di heman heyamê de 33 ciwanên ku dixwestin alîkariyê bînin Kobanê li Pirsûsê hatin kuştin. Piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê, Riha bû navenda îşkenceyê. Riha ji bo êrişên li dijî Rojava wekî baregeh dihat bikaranîn. Cihê destpêkê yê Doza Kobanê, ku weke sedema girtina HDP'ê tê nîşandan Riha hat nîşandan. Li Rihayê gelek sepanên bi vî rengî hene. Diyar e ku ‘rêxistinek kûr’ ferman daye tiştê ku di girtîgehê de diqewimin. Ev rêxistin bi yek destî tê rêvebirin. Tiştê ku di 7’ê cotmehê de li Girtîgeha Rihayê qewimîne ceribandinek bû. Berteka gel tê ceribandin. Ez bawer dikim ku dê li cihên din bi encamên ku ji vir têne girtin êriş werin kirin. Divê raya giştî van êrişan ji rêzê nebîne, berteka wan dê pêşî li êrişên din bigire.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

15/10/2021
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne