Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê

  • rojane
  • 13:07 13 Cotmeh 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê dimînin, binpêkirinên mafan ên dijîn vegotin û bang kirin ku parazvanên mafên mirovan û hemû beşên hestiyar bi lez bikevin tevgerê. 

 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 ya Îzmîrê dimînin binpêkirinên mafan ên dijîn nivîsandin û bi rêya nameyê ji Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwar û Girtî ya Egeyê re (EGE TUHAY-DER) şandin. Girtiyan di nameyê de qala zext û binpêkirinên mafan kirin û banga “bikevin tevgerê” li komeleyên mafên mirovan û raya giştî kirin. 
 
Di nameya ku girtiyan ji Ege TUHAY-DER’ê re şand de binpêkirinên mafan wiha hatin rêzkirin: 
 
“*Ji ber pandemiyê hemû aktîvîteyên civakî, çandî, perwerdehî û werzişî hatine betalkirin. Hejmara odeyên me derxistin 3 qatên kapasîteya odeyê. Bi vî awayî hawîrdorek ku ji bo girtin, veguhestin û belavkirina nexweşiyê guncav hate afirandin.
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
* Di rewşên lezgîn de di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de di bin navê karantînayê mehkûmî cezayê ji hucreyê girantir tên kirin. Odeyên ku em lê tên girtin ji aliyê hijyenê ve qet ne baş in. Dîsa pêdiviyên me yên weke radyo, televizyon, semawer bi awayekî keyfî tên astengkirin. 
 
* Me di demê xwe de dernaxînin revîrê û li ser daxwaznameyê, mûayene kirin, vekolîn û nivîsandina dermanan veguheriye rêbaza muayeneyê. Ji ber helwest û zimanê bijîşkê revîrê em pirsgirêkên cidî yên ragihandinê dijîn. Hevalên me yên bi salan di girtîgehê de ne û gelek nexweşiyên wan hene, hene. Di edeyên bi ser kapasiteya xwe de bêhn girtin jî zehmet bûye. 
 
* Xwarinên tên dayîn ne baş in. Gelek tiştên em ji kantînê dixwazin bi hêcetên weke ‘li kantînê nîne’ kêm tînin. Fiyatên kantînê pir zêde ne. Ji bo ku ava şebekeyê were asta vexwarinê, daxwaza me ya cihazê parzînê ku em bi pereyê xwe bikirin jî nayê qebûlkirin. Fatûrayên ceyranê her meh zêde dibin. 
 
SIRGUN
 
* Bi sirgûnan em ji bajarên ku malbatên me lê dimînin anîn vê derê. Hem em hem jî malbatên me tên mexdûrkirin. Li ser me polîtîkayek û pêkanîneke taybet heye. Daxwazên me yên sewqê tên paşguhkirin.
* Bi qanûna dawî saetên hevdîtinê derxistin saet û nîvan. Lê li vir hêj pêkanînên berê berdewam dikin. Girtîgeh di vê mijarê de gelek keyfî nêzîk dibe û mafê me yê qanûnî pêk naîne. Weşanên weke rojname, kovar û radyoyê nadin me.
 
NAMEYÊN KURDÎ NADIN
 
* An nameyên me naşînin an jî nagihine cihê xwe. Nameyên me yên kurdî û nivîsên me bi heftan tên sekinandin. Pûlên li ser nameyên me tên çirandin û zirarê didin nameyên me. Pêkanîna nedayîna cilên weke mont û xirke ku li tu girtîgehan nebe heye li vir. Cilên weke şel ên rengên guncav jî nadin me. 
 
* Ji bo ku em stranên kurdî dibêjin bi awayekî keyfî cezayên dîsîplînê didin me. Stran û govenda me weke dirûşm tên nîşandan û dikin mijara ceza. Her tim bi ser odeyên me de digirin û dest deynin ser tiştên me. Lêgerîna eskeran a çûyîn û hatina nexweşxaneyê de rûmeta mirovan dişikîne. Pirsgirêka lêgerîna tazî hêj nehatiye çareserkirin. Hevalên me yên cezayên wan ketiye bin salekê ligel ku mafê wan e jî berdana wan tê astengkirin.” 
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Girtiyan, dan zanîn ku gardiyan bi gotina “Daxwaza Wezareta Dadê ye” di saetên şevê de bi ser odeyan de digirin û wiha gotin: “3 odeyên me yên di heman korîdorê de bi darê zorê birin ode û korîdorên cuda. Li benda rojeke din nesikînin û nehiştin ku em tiştên xwe jî kom bikin.”
Girtiyan, bang li parazvanên mafên mirovan û rayagiştî kirin û gotin: “Em hêvî û daxwaz dikin ku ji bo van binpêkirinên mafan ji holê rakin, bi lev bikevin tevgerê.”
 

Sernavên din

15/10/2021
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne