* Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê yê HDP’e Salîm Kaplan, bal kişand ser perwerdehiya zimanê Kurdî û got: "Hewceye her Kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê Kurdî. Ji bo ku em encam bigirin tu sedem nîne."
* Weqfa Mojust ku navenda wê li Swîsreyê ye û OHD, derbarê êrişên li ser goristanan û cenazeyan raporek amade kirin. Dê rapor berpêşî Raportora Taybet a Tirkîyeyê a NY'ê bê kirin. Di raporê tê xwestin ku Tirkiye lêborîna xwe ji malbatan bixwaze.
* Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku lêpirsîna cinayeta rojnamevan Kadrî Bagdû yê hat qetilkirin, wekî "bûyereka edlî" hatiye birêvebirin û zabitnemaye DAIŞ'iyekî ku beriya vê cinayetê axiviye û di axaftina xwe de Bagdû hedef nîşan daye, daxilî nav dosyeyê nehatiye kirin.
* Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku hilbijartinên ku di 10'ê Cotmehê de li Iraqê çêbûn nirxandin, got: "Encamên hilbijartinê ne rewa ne û ev hilbijartin komployeke bû li dijî civaka êzidî."
* Meral Duzun ku di 23 saliya xwe de bû hevseroka partiyê, bal kişand girîngiya ciwanan a di nava HDP'ê de û ji bo têkoşînê bang li hemû ciwanan kir.
* Aktivîstên TJA'yê ji bo mîtînga ku dê bi dirûşmeya "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" li Amedê bê lidarxistin, bang kirin û gotin: "Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker, taciz û tecawizê."
* Jinên TJA'yî ji bo mîtînga jinan ku dê li Amedê bê lidarxistin, bang kirin û gotin: "Niha dibe ku jin wisa bifikirin, 'ma dê mîtîngek karibe çi biguherîne?' A rast dê ev mîtîng her tiştî biguherîne."
* Malbata Şenyaşar wê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 220'emîn de dewam bike.
* Danişîna doza derbarê rojnameger Mehmet Şahîn de hatibû vekirin wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan, wê li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.25)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li navenda giştî ya partiya xwe, civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Rojnameger Kadrî Bagdû yê berî 7 salan li Edeneyê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû qetilkirin, wê li ser gora xwe ya li Edenê were bi bîranîn. (12.00)
* Di merasîma li Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de bê lidarxistin, wê sertîfîkayên kesên ku perwerdeya zimanê Kurdî bi hevkariya MED-DER û HDP'ê dîtin, bên dayîn. (13.00)