RIHA - Li navçeya Pirsûsê, di qezaya rû da de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî, birîndar bûn
Li nêzî taxa Alîgor a girêdayî navçeya Pirsûsê ya Rihayê, qeza çêbû. Di qezaya rû da de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn. Otomobîla Emîn Atçi ajokariya wê dikir û makîneyeke kar li hev qelibîn. Ekîbên tenduristiyê li ser agahî dayîna kesên derdorê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ajokar Emîn Atçi û Saîme Zira ya bi wî re bû, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Sumeyya, Îrem, Fatma û Meryem Atçi, Azîz û Alî Asaf Zira yên birîndar bûn jî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Hat, diyarkirin ku Emîn Atçi û Saîme Zira yên jiyana xwe ji dest dan, wê li taxa Baglica ya girêdayî navçeya Hewag a Rihayê bên definkirin.
Derbarê qezayê de, dest bi lêpirsînê hat kirin.