MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin

  • rojane
  • 13:36 14 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - MED TUHAD-FED’ê diyar kir ku bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dixwazin têkiliyên girtiyan û malbatan qût bikin û bi gotina “Ji tiştên qewimîn re bêdeng mayîn, hevkariya sûcan e” herkesî vexwendin ku ji girtîgehan re bibin deng. 
 
Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med’ê (MED TUHAD-FED) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin daxuyaniyeke nivîskî da. MED TUHAD-FED’ê  diyar kir ku bi Rewşa Awarte (OHAL) ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de dest pê kir û di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bû re li girtîgehan gelek bêhiqûqî hatin pêkanîn û wiha got: “Dûre pandemî kirin firsat û hemû girtîgeh vegerandin qadên tecrîdê.”
 
‘DIVÊ CIVAK JI GIRTÎGEHAN RE BIBIN DENG’
 
MED TUHAD-FED’ê da zanîn ku bi polîtîkayên nû yên li girtîgehan tên pêkanîn, girtî bi awayekî herî giran tên cezakirin û wiha berdewam kir: “Bi sedan serlêdan li saziya me tên kirin û zêde dibin. Ev jî nîşan dide ku pêkanîn ji hev ne cuda ne. Divê ji van pêkanînên bi awayekî sistematik didomin re hemû civak bibe deng. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Ji tiştên qewimîn re bêdeng mayîn, hevkariya sûcan e.”
 
DIXWAZIN TÊKILIYA DERVE WERE QÛTKIRIN
 
MED TUHAD-FED’ê bi bîr xist ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di 3 û 4’ê Cotmehê de sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Gelek girtî ji Girtîgeha Kirikkaleyê, sewqî Girtîgehên Tekîrdag, Kandira, Kiriklar, Sîlîvrî, Sîncan, Antalya û gelek girtîgehên din bûne. Hat diyarkirin ku sirgûn bi awayekî serdegirtina odeyan de çêbûye, girtiyên ku sirgûn bûne nikarîn cilên xwe jî bigirin. Girtiyên ku bi vî awayî sirgûn bûne li girtîgehên ku çûnê nikarîne pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêk bînin. Hem bi serlêdanên li me hatin kirin û hem jî bi serdanên parêzeran re derket holê ku li girtîgehan her maf tê astengkirin. Di vê qonaxê de, tê dîtin ku polîtîkayên sirgûnê yên ku di van demên dawîn de hatine jiyîn her ku diçe zêde dibin. Mînaka li Girtîgeha Kirikkale tê dîtin ku her cûre polîtîkayên sirgûnê bi hinceta 'ewlehiyê' bi rengek çalak têne meşandin. Lê dema girtî dixwazin sewqî girtîgeheke din bibin bi hinceta pandemiyê sewq nayên kirin. Bi zelalî tê dîtin ku polîtîkaya sirgûnê ya ku di vê çarçoveyê de tê meşandin û dûvre jî cezayên dîsîplînê yên domdar têne armanc kirin ku têkiliya derve bi tevahî were qûtkirin.”
 
 
‘LÊGERÎNA TAZÎ HAT FERZKIRIN’
 
 
MED TUHAD-FED’ê da zanîn ku pêkanînên li girtîgehan li dijî hiqûqa navnetewî ne û wiha domand: “Di serî de li Girtîgeha Kirikkaleyê tiştên li hemû girtîgehan diqewimin bi armanca qutkirina têkiliya girtiyan û malbatên wan, dûrxistina wan a ji civakê û binpêkirinên mafan ên di encamê de neqanûnî ne. Di encama sirgûnan de, li girtiyên ku nekarîn tiştên xwe jî bistînin, lêgerîna tazî lê ferz kirin, rêgezên pandemiyê û rûmeta mirovî paşguh kirin û girtiyên ku vê helwestê qebûl nekirin rastî lêdanê hatin.”
 
 
JI WEZARETA DADÊ RE BANG
 
MED TUHAD-FED’ê, diyar kir ku bi hinceta giştînameya ku ji Wezareta Dadê hatiye şandin, bi taybetî li girtîgehên Rihayê û Tarsûsê, guherandina odeyan hatiye kirin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên di bin tecrîdê de bi temamî hatine tecrîd kirin. Bi ser qawişan de girtine û bi lêdanê qawiş guhertine. Divê Wezareta Dadê demildest dest ji van pêkanînan û pêkanîna cezayê di nav cezayê de berde. Pêdiviye ku hemî pirsgirêkên lezgîn ên weke îşkence, lêgerîna tazî, lijneya halê baş û girtiyên nexweş demildest bên çareser kirin. Em bang li herkesî dikin ku li dijî pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin hestiyar bin.”
 

Sernavên din

15/10/2021
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne