DERSİM - Yek ji şahidên zindî yên Komkujiya Dêrsimê Bira Çorak jiyana xwe ji dest da.
Yek ji kesên ku şahidiya komkujiya di navbera salên 1937-38’a de li Dersimê pêk hatibû kiribû Bira Çrak, li Xarpêtê jiyana xwe ji dest da. Çoak, li gundê Ortinik ê navçeya Pulurê yê Dersimê ji dayik bûye û di sala 1937’an de ji bo qetilkirinê wî dibin herêma Qarexlan û di nav 800 kesî de sax xelas dibe.
Çorak, Seyîd Riza, Alîşer, Nûrî Dersim nas dikir û şahidê bîra civakî ya 100 salî ya Dersimê bû. Çorak û malbata wî ku piştre sirgûnî navçeya Golpazari ya Bîlecîkê hatibûn kirin, bi efûya ku di sala 1947'an de hatibû derxitin vegeriyabûn Dêrsimê .
Çorak ku li Almanyayê weke karker xebitîbû piştî teqawîtbûna xwe li Xarpêtêê bi cih bûbû.
Cenazeyê Çorak wê sibe (Yekşem) li Goristana Gulmez a Xarpêtê bê veşartin.