Ji ber Talîbanê du caran terka warê xwe kir

  • jin
  • 09:18 17 Cotmeh 2021
  • |
img

ÎZMÎR – Walwala Jalal a afxanîstanî ku piştî 20 salan cara dudoyan ji ber Talîbanê terka welatê xwe kiriye, anî ziman ku bawer nake ku Talîban guherîbe û ji bo piştevaniyê bang li jinên cîhanê kir. 

 
Piştî di 15'ê Tebaxê de Talîbanê paytexta Afxanîstanê Kabîlê bi dest xist, li Afxanîstanê bi taybetî di warê mafên jinan de binpêkirin rû dan. Talîbana ku got dê di çarçoveya dînî da hay ji mafên jinan hebin, ewilî pêşî li ber xwendin û şixulandina jinê girt. Bi deh hezaran jinên ku naxwazin di bin banê rêveberiya Talîbanê de bijîn, berê xwe dan welatine din. Yek ji van jinan jî Walwala Jalal e. Jalal, berî ku Talîban Kabîlê bi dest bixe bi 3 rojan ji bêgavî terka warê xwe kiri û berê xwe da Tirkiyeyê. 
 
JI BO DENGÊN JINÊN AFXAN RAGIHÎNE KOMELEYEK AVA KIR
 
Jalal ku gava Talîban di 1996'an de cardin rêvebiriya Afxanîstanê bi dest xistiye li welêt bûye, di sala 2001'ê de tevî malbata xwe hatiye Tirkiyê. Jalal, di sala 2018'an de perwerdehiya xwe li Tirkiyeyê kuta kiriye û cardin çûye Afxanîstanê. Lê belê piştî Talîban cardin bajar bi dest xistiye, Jalal di 12'ê Tebaxa 2021'ê de tevî zarokên xwe cardin berê xwe daye Tirkiyeyê. 
 
Jalal, meha borî ji bo piştevaniya jinên afxan bike, li Enqereyê Komeleya Şaristaniyan a Rêye a Hevrişimê ava kir û hewl dide bi komleyê dengê jinên afxan ragihîne. 
 
BÛ WEK 20 SAL BERÊ
 
Jalal, destnîşan kir ku di dema rêvebiriya Talîbanê de zarokatiya wê zarokatiyeke travmatîk bûye û lewma nexwestiye zarokên wê jî bi heman travmayê re rû bi rû bimînin. Jalal got: "20 sal berê li Afxanîstana di destê Talîbanê de bi taybetî tu mafên zarokên keç û jinan tune bû. We nikaribû bêyî zilamekî derkeve derve. Em zarokên keç, gava zarokên kur diçûn dibistanê me tenê li wan mêze dikir. Tiştekî pir êşbar bû. Wê çaxê zarokên keç wekî zarokên mêr niakribûn bi rihetî li derve bilîzin. Me li hemberî vê 20 salan li ber xwe da. Em hatibûn merheleyekê. Êdî me dikaribû bigotina 'Em hene. Maf û hiqûqên me jî hene.' Lê mixabin cardin tarîtî hat."
 
‘TALÎBAN NEGUHERIYE'
 
Jalal, ragihand ku piştî heyama ewil a Talîbanê nifşeke çûye dibistanê çêbûye û piştî cara dudoyan rêvebirî bi dest xistiye, cardin mafê xwendinê yên jinan ji dest wan hatiye girtin. Jalal, destnîşan kir ku ew doza azadî, mafê xwendin û xebatê dikin û wiha domand: "Em ji bo zarokên xwe doza pêşerojeke baş dikin. Ez dixwazim zarokên min li welatê xwe bi çanda xwe û zimanê xwe mezin bibin. Lê mixabin niha em nikarin pêerojekê ji bo zarokên xwe terxan bikin. Gava em bi jinên li Afxanîstanê re diaxivin, mixabin dîmeneke pir tirnak heye. Jin newêrin derkevin derve û bixebitin. 2 meh in zarokên keç nikarin biçin dibistanê. Çendî rêvebiriya Talîbanê tiştina dibêje jî, lê wisa xuya dike dê tiştên dibêje pêk neyne. 20 sal ne, wexteke hindik e. Baş tê bîra me bê çi hatiye serê me. Niha jî em texmîn dikin ku dê çi bê serê me. Qethiyen bawer nakim ku Talîban guherîbe û wê mafên jinan esas bigire." 
 
JIN LI BER XWE DIDIN
 
Jalal, bal kişand ser têkoşîna jinên ku li dijî Talîbanê li ber xwe didin û got: "Bi rastî jî jin kefenê xwe dixin devê xwe û têdikoşin. Divê ev wêrekiya wan bê pîrozkirin. Em wisa bawer dikin ku dê ciwan bi ser bikevin. Em ê mafên xwe ji wan bistînin." 
 
BANG LI JINÊN CÎHANÊ KIR
 
Jalal, bang li jinên cîhanê jî kir û got: "Tu temînatek tune ye ku tiştên tên serê jinên afxan, dê neyê serê jinên din. Heger îro li Afxanîstanê wiha be, dibe ku sibê li Ewropayê jî wia bibe. Kes nizane ku dê pêşeroj çawa be. Em dixwazin jinên cîhanê dengê me bibihîsin û alîkariya me bikin. Bila ji bo mafên me li gel me bitêkoşin." 
 
MA / Ozlem Yayan - Tolga Guney
 

Sernavên din

18/10/2021
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin
12:16 Encamên hilbijartina Iraqê aşkere bûn
11:56 Girtiyê nexweş Yalçin bi hinceta pandemiyê nayê derma kirin
09:18 Ji ber Talîbanê du caran terka warê xwe kir
09:13 Xizmê firar ê serokê AKP'î alîkarî ji polîsan wergirtiye
09:11 'Dolar difire, lê meaşên me weke xwe ne'
09:07 Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar: Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş in
09:04 Projeya nexweşxaneyê betal kirin, li şûna wê hawiz û mala mamosteyan çêkirin
09:02 Dermanên wextê wan derbasbûyî dan girtiyên bi Covîd-19'ê ketin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê
16/10/2021
23:45 Nûçegihanê me û endamên ciwanan serbest hatin berdan
20:23 Îmamoglû: Pêdivî bi aştî û hiqûqê heye
20:03 Nûçegihanên me Sezgîn û Altûntaş hatin binçavkirin
18:44 Aydenîz: Dê aqûbeta AKP û MHP'ê jî wekî yên berê be
16:56 Jin li Qada Stasyonê ne: Denîz êdî deniza gel e
16:40 Li Edenê û Îskenderûnê salvegera HDP’ê hat pîrozkirin
16:14 Agirî xwe ji mîtîngê re amade dike
15:37 Şahidê zindî yê Komkujiya Dêrsimê Çorak jiyana xwe ji dest da
15:36 Li Şirnexê talankirina daran berdewam dike
15:35 Hevdîtina budçeyê ya bi cotkaran re: Rewş xira be
15:25 Qeymeqamtiyê konsera ‘Berbang’ ku walitiyê destûr dabû qedexe kir
15:24 'Bila girtiyê nexweş ê ji sedî 70 astengdar bê berdan'
14:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Coşkûn bi rîska mirinê re rûbirû ye
14:54 Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên li Pasûrê hatibûn qetilkirin banga edaletê kirin
14:11 Jin li Qada Îstasyonê kom bûn
13:58 Ji bo girtiyê 12 caran emeliyat bûye banga berdanê hat kirin
12:40 Operasyona MÎT’ê ya “sîxurên Îranê” senaryo derket
12:38 Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de nerazîbûna li dijî tecrîdê
12:30 Budçeya 2022’yan: Budçeya parastinê ji sedî 30 zêde bû
11:39 Fehîme Poyraz ji bo mîtînga jinan bang kir
11:23 Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket
11:22 7 kesên di 'operasyona' DAIŞ'ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:10 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê pêk bînin
10:26 Navçeya ku 4 aliyên wê ave, bi salane pirsgirêka avê dijî
10:25 Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye
09:12 Belgeyek nû derbarê kurdên Ahiskayê de: Geşta Zagurskiy (1872)
09:11 Koçer îsal zû ji zozanan vegeriyan
09:10 Peykertiraş Saffan: Bila êdî mirov bes bikin qîrîn û hawar
09:10 Welatiyê gef lê hat xwarin giliyê polîsan kir
09:09 Goristana Stîyan a 2 hezar salî hê jî li ser piyan e
09:08 Ozdemîr: Bersiva Tirkiyeyê berevajîkirina meseleyê ye
09:07 Di doza cinayetê de 9 xizmên serokê AKP'î 4 sal in nehatin zevtkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:59 Jin ji bo mîtîngê ji Wanê bi rê ketin
15/10/2021
16:28 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz banga mîtînga jinan kir
16:26 Salek û 8 meh cezayê hefsê li Aysel Tugluk hat birîn
15:40 'Yek ji serdemên herî tarî diqewime'
15:39 Sancar: Em ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ne
15:17 Çarkin di Doza JÎTEM’ê de axivî: Ez dixwazim bi bersûcan re rûbirû bibim
14:39 Qeydên tapeyan ên nû li dosyeya malbata Dedeogullari hat zêdekirin
14:38 Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin
14:31 Danişîna parêzerên ku qayûman şermezar kiribûn hat dîtin
14:11 Jinek û zaroka xwe di girtîgehê de bi Kovîd-19’ê ketin
14:02 Civîna Tifaqa Kurdistanî: Peywira me ya herî girîng yekrêziya li dijî şer e
13:59 Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn
13:22 Şaredarê berê yê Cizîrê ku girtiye nayê dermankirin
13:14 Dozger xwest ku Dr. Gokalp were cezakirin
12:30 Tirkiyeyê Qendîl û Asosê bombebaran kirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Roja heq û edaletê wê ji nû ve hilbê
11:55 Aygul Dokû bang li Wezîrê Dadê kir
11:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:29 Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin
11:14 Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin
10:51 Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne
10:24 Têkoşer Hesen: Goran di encama polîtîkayên şaş de biserneket
09:22 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:04 Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN