PDK bûye piyonê TSK'ê!

img

DUHOK- PDK ku li Herêma Kurdistana Federe alîkariya TSK'ê dike, ji ber 42 milyar dolarê di bankeyên Tirkiyeyê de, peymana petrolê ya 50 salî û gendeliya 400 milyar dolarî, bûye pîyonê TSK'ê. 

Operasyonên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve di 23'yê Nîsanê de li ser Herêma Kurdistan a Federe dest pê kiribûn bi bombardimanan berdewam dikin. Bi taybetî Tirkiye ev sê meh in bi gazên kîmyewî yên di bombardimanan de bi kar tîne di rojevê de ye. Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku bi Tirkiyeyê re hereket dike, îstixbarata ku bi rêya noqteyên eskerî yên li herêmê bi dest dixe, bi Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) re parve dike. Ji ber vê îstixbarata PDK'ê herêm bi balafirên F-16 û Balafirên Bêmirov (SÎHA) tê bombebarankirin. 
 
Hêzên Artêşa Tirk (TSK) ji roja dest bi operasyonan kiriye heya niha, ji bo tevahiya herêmê têxe bin kontrola xwe û xwe li herêmê mayinde bike, xwest li qada Mervanosê Girên Mamreşo û Pîramîtên Avaşîn û li herêma Zapê Geliyê Kinyaniş Nerwê û qadên Keleha Bedewê, li herêma Metînayê jî Girê Zendûra, mintiqeya Derarê û Geliyê Koordînê bi dest bixe. Lê ev şeş meh in di şerê li hemberî gerîlayan de windahiyên mezin dide û hema bibêje bi pêş ve neçûye. Ji ber vê yekê, PDK'ê xist dewrê. 
 
PDK'ê jî di destpêkê de bi awayekî veşarî piştgiriya wê dikir, lê niha hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî û PDK'ê; Zerewanî, Gulan û yên navê “Pêşmergeyên Roj” li xwe kirine, bi awayeki eşkere ji sînorê herêma Metînayê heya Bradostê û ji vir jî heya Bînarê Qendîlê li gelek deveran bi navê noqteyên lêgerînê, baregeh avakirine ji artêşa tirk û MÎT’ê re. 
 
PIŞTÎ NIKARIBÛ ESKERAN DEYNE...
 
Di hefteya duyemîn a operasyonê de, artêşa tirk dev ji liv û tevgera xwe ya ji bejahiyê ve berda û hewl da bi helîkopteran eskeran li serê giran bi cih bike. Ji bo vê jî neçar ma ku di ser navçeya Amediyê ya Duhokê re bi pêşengiya hêzên taybet ên malbata Barzanî re, li nêzî bajarokê Kanî Masiyê baregehên leşkerî ava bike. 
 
TSK'ê ji xeynî baregehên leşkerî yên mezin yên li Bamernî, Seramiş, Bêgova, Amedî û Batûfayê, bi pêşengiya PDK'ê ji Kanî Masiyê heta Bradost û herêma Hecî Umranê bi dehan baregeh û noqteyên nû ava kirin. Li gor nexşeya Serokatiya Peywendî ya Serokkomariyê, artêşa Tirk tevî dostên xwe (PDK-malbata Barzanî) ji 6’ê Tîrmeha 2020’an û heya niha li herêmeke 40 kîlomtereyî 37 baregehên eskerî ava kirine. Lê tê gotin hejmara baregehan zêdetir e. 
 
Her wiha li gor agahiyên bi dest ketin, ev baregehên dewleta tirk ji hêla hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê; Zerewanî, Gulan û Peşmergeyên Roj ve tên parastin û bi avakirina van baregehan re bi navê "ewlehiyê" gelek gundên li herêmê hatine valakirin. 
 
ARMANC JI HEWAYÊ DE LÊBIXIN
 
Tê diyarkirin ku ev hêzên PDK’ê li heremên behsa wan tê kirin, di bin navê noqteyên lêgerînê de, li nêzî Qadên Parastina Medyayê tên bicihkirin û bi vî awayî hewl didin provakasyonan çêbikin. Armanca vê yekê jî ew e ku qada liv û tevgerê ya gerîlayan bê tengkirin û gerîla paşde gav bavêjin. Heger bi vî awayî cih û deverên gerîla lê dimînin deşîfre bibin, dê van deran bi balafiran û SÎHA'yan bombeberan bikin. 
 
HEWLDANA WAN A YEKEMÎN ZÎNÊ WERTÊ BÛ
 
Hewldana ewil a vê polîtîkaya hevpar a dewleta tirk û PDK’ê, Zînê Wertê bû. Beriya vê bûyerê li gelek herêman bingeha vê polîtîkayê hatibû amadekirin. Pişt re jî PDK di 23’yê Mijdara 2020’an de hin hêzên xwe di ser Şeqlawa ya Hewlêrê re sewqî qadên bajaroka Qesrê û Hecî Umranê kirin û ji wir jî li Keleha Rayetê ya ji dema Sedam maye û li nêzî noqteyên gerîlayan ên di navbêra Çoman û Hecî Umranê de bi cih kirin. Bi dû re jî ji bo pêşengiya van hêzan bikin hêzên Gulan û Pêşmergeyên Roj şandin wir. Ew qada yekîneya gerîlayan û herêm heya wê rojê bi tu awayî nehatibû bombebarankirin. Piştî bicihkirina van hêzan bi mehekê, dewleta tirk ji hewayê ve dest bi êrişeke berfireh kir. Li gor daxuyaniya HPG’ê di vê êrişê de gerîlayek jiyana xwe ji dest da û li gundekî li mintiqeya Berdesorê jî nêzî 300 pez mirin. 
 
Bi taybetî di çerçoveya amadekariyên operasyona li ser herêma Garê ya di 10’ê Cotmehê de, Wezîrê Parastinê yê AKP’î Hulusî Akar, qala hevkariya xwe ya bi hêzên girêdayên PDK’ê re kir û got, “Em bi alîkariya mutefîk û dostên xwe operasyonan pêk tînin.” Bi vê daxuyaniya Akar re, derket holê ku hemû êrişên berê û paşê hatine kirin, bi provakasyonên PDK’ê hatine kirin û tên kirin. Bi vî awayî cihê gerîlayan tên deşîfrekirin û qad ji hewayê ve tên bombeberankirin. 
 
Heman polîtîka di bûyera li herêma Xinêrê de jî rû da ku ji aliyê dewleta tirk ve bi balafiran ji fermandarên HPG’ê Egît Xerzan û fermanderekî pêşmergeyan ê girêdayî hikumeta navendî ya Iraqê ya ji bo lihevhatinê çûbû herêmê, jiyana xwe ji dest dabûn. Hêzên taybet ên PDK’ê pêşî gotin ew ê bikevin qadên gerîlayan û hin noqteyan bigirin. Hewildanên wan ên bi vê awayî çêbûn, lê dema ev hewildan bi ser neketin, hin kesayetên girêdayî hikumeta navendî ya Iraqê xwestin bikevin dewrê. Lê ji ber PDK’ê ji vê rewşê aciz bû, bi dewleta tirk êrîş da kirin.  
 
DI OPERASYONA GARÊ DE JÎ HEMAN POLÎTÎKA
 
Ev polîtîkaya Tirkiyeyê ya berî operasyona Garê, piştî operasyonê jî dewam kir. Di nava hêzên pêşmergeyên li herêma Bêhdînanê de sewqiyatek cidî yên cebilxane û lojîstîkê pêk hatibû. Ji guherandina dema kar heya zêdekirina noqteyên qontrolê, amadekariyên hatibûn kirin hemû ji bo vê yekê bûn. Dema xebatê ya pêşmergeyan mehê 8 roj bû û rojên mayî jî betlane bû. Lê paşê cedwela peywirê hat guherandin û rojên xebatê kirin 15 roj. Li aliyê din jî li herema Duhok û Amediyê, bi taybetî jî li herêma Berwarî hejmara noqteyên lêgerînê 3 bûn, lê piştî vê 9 hebên din jî hatin çêkirin. Li navçeya Şêxan, li ser rêya Mireba û Banye Sersingê hejmara noqteyên lêgerînê kirin 5 û li devera di navbêra navçeya Şêxan û Etruş-Kelha Şikefta ku 2 noqte hebûn, hejmara wan jî kirin 6. Li ser rêya Akrê û Bakurman jî hejmar kirin 3, li Dinartê û Geliyê Nehlê kirin 5, li ser rêya Dinartê û Bilê (Xeta Zebarî-Barzanî) kirin 2 û li Herînê û qontara çiyayê Pirisê jî 3 noqteyên kontrolê yên din hatin çêkirin. Her wiha li ser van rêyan 24 saet bênavber dewriye digere. Ev rewş bi destpêkirina operasyona li ser herêma Metîna, Avaşîn û Zapê zêdetir bû ji avakirina baregeh, noqte û qereqolên TSK û MÎT’ê. 
 
PROPAGANDAYÊN REWAKIRINI OPERASYONÊ
 
Ji bo ev êrişên dewleta tirk bên rewakirin, di destpêkirina operasyon de li ser daxwaza Tirkiye û Serokwezîrê Hikumeta Kerêma Kurdistanê yê PDK’yî Mesrûr Barzanî komisyon hatin avakirin. Tê gotin ev komîsyon bi pêşengiya endamê polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî, Waliyê Duhokê Elî Tetar, ji Fermandariya Wezareta Pêşmergeyan Raîd Muzafer û Neqîp Omer hatine avakirin.  
 
Ekîbên di bin banê vê komisyona de, li herêma Behdînan, Bradost, Hewlêr û heya herêma Nînovayê li gelek herêman ji bo welatî û pêşmergeyên di warê êrişên dewleta tirk de qaneh bikin û van êrişan rewa bikin, ji bo reşkirina PKK'ê propagandayeke qirêj dikin. Ev ekîb bi gotinên wekî “PKK’yî ne ji Başûr in, ew ne mêvan in jî, dagirker in. Bi zanebûnî êrişên sînorê Tirkiyeyê dikin da ku Tirkiye êrişî Başûr bike. Çi kare PKK’ê heye li vir, bila herin şerê xwe li Tirkiyeyê bikin. Dewleta Tirk jî û partiya AKP’ê jî partiyeke demokrat e, mafê zimanê zikmakî jî di nav de hemû mafên kurdan dide wan, lê PKK ji ber ku naxwaze şer xelas bibe, ya AKP’ê reş dike. Ger ne wisa be ma gelo dihiştin partiyek wekî HDP’ê were avakirin.” 
 
ÇI BÛ KU PDK KET HALEKÎ WISA?
 
Yek ji girîngtirîn sedemên ku PDK’ê dike hevkarê van operasyonên Tirkiyeyê û ketiye halekî wisa ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî xwe li bêdengiyê datîne, îmzekirina hevpeymana petrolê ya 50 salî ye. Lê tê gotin, ji bilî wê sedema esasî jî zêdetir 42 milyar dolar pereyên malbata Barzanî û PDK’ê di banqeyên Tirkiyeyê de ne. Her wiha sedemek jî tirsa ku şîrketên hevpar ên malbata Barzanî yên li Kayserî, Meletî û gelek bajarên Tirkiyeyê û her wiha hevkariya şîrketên li herêma Federe ya Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bên deşîfrekirin. Ji xeynî van sedeman, avakirina komîsyona derbarê 400 milyar dolarê winda de jî tirsa PDK’ê û malbata Barzanî zêdetir kiriye û kiriye ku PDK serî li ber TSK'ê bitewîne. Tirkiyeya ku keys li van tiştan aniye jî, di hevdîtinên xwe yên bi PDK'ê re, wê ne wekî hevkarekî, wekî pergaleke ku li gor gotinên wê hereket bike dihesibîne. 
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

21/10/2021
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir