Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike

img

AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike û wiha got: “Hewldana êrişê ya Tirkiyeyê wê hem li Sûriyeyê hem jî li Kurdistanê rê li ber çiravên şerê navxweyî veke . Ev operasyon ne çareserî ne, bîrên kor in.”

Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ji nû ve kir hedef, danûstandinên herêmî û global tên kirin. Erdogan piştî Lijneya Wezîran a hefteya borî îşaret bi operasyoneke li dijî herêmê kir. Piştre Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî bi heman awayî daxuyanî dan. Tirkiyeya ku salên borî bajarên wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye, li herêma Federal a Kurdistanê jî li gelek herêman baregeh ava kirine. Tirkiye ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de diçe û tê, dixwaze Kurdistana Federe û Rêveberiya Xweser ji hev qût bike. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, polîtîkayên êrîşkar ên li ser kurdan nirxandin. 
 
‘JI AMERÎKA Û RÛSYAYÊ DEST VALA VEGERÎ’
 
Çîftyurek, diyar kir ku Tirkiyeya ku bi Amerîka û Rûsyayê re pirsgirêkan dijî tengav bûye û wiha got: “Ji bo ku ji vê tengaviyê derkeve di serî de qeyrana aborî ji bo ku li dijî hemû pirsgirêkan bibêje ‘Binerin, min li Rojava di mijara terorê ku talokeyeke herî mezin e de gaveke dî avêt’ çû ewil li deriyê Amerîkayê xist. Xwest ku ji bo êrişeke nû destûrê bigire. Lê destvala vegerî. Ligel vê yekê bi lez û bez bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re bi lez û bez randevû amade kir. Çû Soçiyê û li ser maseyê di serî de pirsgirêka kurd, meseleya Îdlibê, Azerbaycan-Ermenîstanê û her wiha mijarên Ûkrayna-Qirimê bi dehan pirsgirêk hebûn. Di vê civîna ku nêzîkî sê saetan berdewam kir de hat dîtin ku li ser tu pirsgirêkan li hev nekirin. Bi awayekî balkêş piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê cuda cuda dan. Ji ber vê yekê ji Soçiyê jî destvala zivirî.”
 
Çîftyurek, destnîşan kir ku Îdlîb di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de xwedî cihekî girîng e û wiha berdewam kir: “Piştî Soçiyê êrîşên li ser Îdlîbê dewam kirin. Vê rewşê Tirkiye gelekî aciz kir. Heta Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê di dema çû Soçiyê got 'Em dixwazin Tirkiye û Amerîka ji Sûriyê derkevin. Dem hatiye, divê ew derkevin.' Tirkiyê ji vir jî peyamek girt.”
 
‘BIRYARA AMERÎKAYÊ ACIZ KIR’
 
Çîftyurek, bi lêv kir ku Tirkiye dibe ku ji bo derbaskirina xitimîna siyasî ya li Sûriyeyê, her wiha gelek qeyranên li hundir, plandike ku êrîşekê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedefa eşkere ya vê êrîşê Til Rifat e. Lê dikare Til Rifatê bike hedef û êrişî Eyn Îsa û Til Temirê bike. Ji ber ku ev demeke gotegot hene ku têkiliya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de qut bûye. Serokê Amerîkayê Biden ji bo pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigire, dema ' Rewşa Lezgîn' ya li Sûriyeyê saleke din dirêj kir. Bîden got, ‘Hûn nikarin êrişî Rojava ya xweser ku ez piştevaniya wê dikim bikin’. Biryar helwesteke wisa bû. Ya ku Tirkiye herî zêde aciz kir ev bû.”
 
DIXWAZE PEYAMÊ BIDE RAYA GIŞTÎ
 
Çîftyurek, da zanîn ku qasî tê fêmkirin Amerîkayê çareseriya pirsgirêka Rojava ya li ser bingeha xweseriyê hewaleyî Rûsyayê kiriye û wiha pê de çû: “Bi awayekî balkêş Rûsyayê yekemcar li ser xweseriya kurdan axivî. Ji xwe dema Serokê Sûriyê Esed çûbû Moskowê, yek ji mijaran jî ev bû. Yek ji mijarên ku Rûsya hewl dide Esad îqna bike jî ev e. Rûsyayê heta niha Amerîka weke cihêkar didît. Ji ber ku dixwest xweseriyê bide kurdan. Daxuyaniya Biden û helwesta Rûsyayê ev nîşan da. Rûsya jî dixwaze xweseriya xwe bispêre axê. Lê zêdekirina tiştekî din , Rûsya dibêje ‘Ev xweserî wê ne xweseriyeke ku di dema pêş de rê li ber cihêbûnê veke be.’ Ev yek jî Tirkiyeyê gelekî aciz dike. Niyeta Tirkiyeyê ew e ku bi vê êrîşê re peyamê bide raya giştî ya navxweyî ku ‘ez derbasî Sûriyeyê bûm, min ev der girtin’ Bêguman îhtîmala êrişê heye.”
 
ÊDÎ HATIN DAWIYA RÊ 
 
Çiftyurek diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê êdî li ber qedandinê ye û got: “Ji ber vê yekê îro di asta îstîxbaratê de diaxivin. Dibe ku di dema pêş de di asta hikûmetê de jî li hev bicivin. Ji ber ku geşedanên din jî hene. Weke mînak lihevhatina Sûriyeyê ya bi cîhana Ereban re bi lez dibe. Beriya du rojan Esad bi qralê Urdunê re rûnişt. Dîsa welatên Ereb dest bi aktîfkirina sefaretxaneyên xwe yên li Şamê kirin. Di heman pêvajoyê de Tirkiyeyê ev yek dît, lewma lez da pêvajoya asayîkirina têkiliyên bi welatên ereb re. Bi taybetî jî Misir û Erebîstana Siûdî. Tirkiye niha baş dibîne ku formasyonên weke rejîma Sûriyeyê, alternatîfa rejîma Esad û Koalîsyona Neteweyî ya Mûxalîf û Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê, ti berdêla xwe ya navneteweyî nîne. Ji ber wî niha li rê û rêbazên têkiliyê bi Sûriyeyê re digere, ji bo paşve vegere. Tişta ku divê îro bibêje ev e. 'Min berê ev çete xwedî kirin. Qet nebe dema hikûmeta nû şeklê xwe bigire ez wan li wir biguherînim û destê min di hikûmetê de hebe.’ Lê êdî berdêla vê tune ye, polîtîkaya wê ya Sûriyeyê û Rojava têk çû. Bi kurtasî hemû siyaseta Erdogan a li Lîbya, Afganîstan, Îdlîb, Rojava û herêmên din têk çû. Erdogan niha li li ser kurdan ‘li serkeftinekê digere’.”
 
‘ŞERÊ BI KURDAN RE DÊ BIDE WINDAKIRIN’
 
Çîftyürek, anî ziman ku şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike û wiha domand: “Hewldana êrişê ya Tirkiyeyê wê hem li Sûriyeyê hem jî li Kurdistanê rê li ber çiravên şerê navxweyî veke . Operasyonên wê yên li Kurdistana Federe jî bê encam man. Sedema ku îro berê xwe dan Rojava jî ji ber binkeftina li wir jiyaye. Îro Erdogan difikire ku ‘Ez ê çawa her du parçeyên Kurdistanê ji hev cuda bikim?' Ev operasyon ne çareserî ne, bîrên kor in.”
 
‘DAWIYÊ LI ŞERÊ BI KURDAN RE BÎNIN’
 
Çîftyurek, diyar kir ku mûxalefetê jî ev xeterî dît li dijî operasyonê derket û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdogan bi vê dizane, lewma raya giştî ya neteweperest a tirk a li welat bi kar tîne. Ev ne ji bo berjewendiya gelê Tirkiyeyê, ne jî berjewendiya gelê Kurdistanê ye. Em careke din dibêjin, ‘Dawiyê li şerê bi kurdan re bînin’ Şer heta roja îro daye windakirin, wê ji îro û şunde jî bide winda kirin. Ji ber vê yekê divê Tirkiye di serî de Rojava divê destê aştiyê dirêjî kurdên li hemû parçeyan bike.”
 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol
 

Sernavên din

21/10/2021
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir