Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin

  • rojane
  • 15:36 20 Cotmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, plansaziya çalakiyê ya 2 mehan amade kir.
 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re di daxuyaniya xwe ya li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê de plana çalakiya 2 mehan a li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan eşkere kir. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Li eywana ku daxuyanî hat dayîn pankarta “Dawî ceza birînê bînin û bila girtiyên nexweş bên berdan!” daliqandin. 
 
‘DIVÊ GIRTÎ WERIN BERDAN’ 
 
Parlamenter Mûsa Pîroglu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên keyfî diqewimin û got: "Hewl tê dayîn ku îradeya girtiyên nexweş bi kelemçekirinê were şikandin. Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran li dijî girtiyan hene. Ev rewş têra xwe naber rojev. Pratîkên li girtîgehan têne kirin nîşanên pratîkên ku li derve têne kirin in. Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên ked û aştiyê ne. Îqtidar dixwaze bi van sepanan tirsê belav bike. Em hewl didin li dijî vê polîtîkayan zextan bisekinin. Dengê girtiyan dengê me ye. Divê hemû girtiyên nexweş û siyasî tavilê bên berdan.” 
 
TECRÎD KÛR BÛYE 
 
Erkan Çita li ser navê Înîsiyatîfê daxuyanî xwend û diyar kir ku her çend 2 sal derbas bûne jî, her cûre danûstendina girtiyan bi derve re bi hinceta pandemiyê berdewam dike. Çita destnîşan kir ku tecrîda li ser girtiyan mîna berê hatiye kûrkirin û nîşaneyeke din a vê yekê jî pêkanîna "halê baş" berdana girtiyan tê betalkirin. Çita got: "Bi rêya lijneyên çavdêriyê ‘poşmanî’ li girtiyan tê ferzkirin. Ji bo berdana girtiyên polîtîk werin betalkirin, hêcetan diafirînin. Lêpirsînên dîsîplînê yên ji bo govend gerandinê, stranbêjiyê hatin vekirin. Stran û parvekirinên medya civakî dikin sedema betalkirina berdanê. Her cure zext, tecrîd, îşkenceya li girtîgehan heye. Dewleta ku kiryar û kiryarên xwe yên xerab zêde kiriye, bi awayekî eşkere hewl dide ku pergala zextên li ser girtiyan serwer bike.” 
 
ÎŞKENCE Û MUMALEYA XERAB 
 
Çita bal kişand ser îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan her ku diçe zêde dibe û got: “Rewşa girtiyên nexweş xirabtir bûye. Gelek ji wan naşînin nexweşxaneyan. Hin girtî hene ku nikarin biçin cem dixtoran derman jî bibin. Bi dehan girtiyên nexweş li girtîgehan dimirin an jî piştî ku tên berdan di demek kurt de dimirin. Ji ber ku raporên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ nadin wan nayên berdan û mirî ji wir derdikevin.” 
 
'103 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DANE’ 
 
Çita anî ziman ku jiyana girtiyên siyasî yên di girtîgehê de di xeterê de ye û wiha got: “Di 6 salên dawî de, herî kêm 103 girtiyên ku ‘mafê xatirxwestinê’ jî nedane wan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Dewletê ji girtîgehan dest bi pêleke nû ya êrişan kiriye. Lê dîrok nîşan dide ku ew ê bi vê yekê re sînordar nemîne. Mîna ku erdnîgariya ku em lê dijîn veguherînin girtîgehek vekirî ne bes e, radibin kelemçeyên elektorînîk li welatiyan didin, dixin hepsa malê didin wan.” 
 
SERDAN Û DAXUYANΠ
 
Çita anî ziman ku wekî xizm û malbatên girtiyan balê bikişînin ser betalkirina berdana girtiyên cezayên wan qediyaye û rewşa girtiyên nexweş ew dest bi bernameyek çalakiyan dikin û wiha got: “Em dixwazin her kes destekê bide vê çalakiyê. Wê çalakiyên me heta 19’ê kanûnê bidomin. Di nav du mehan de, em ê serdanên ji bo rêxistinên sivîl û malbatên girtiyên ku berdana wan tên betalkirin bikin. Wê li ser mijarên wekî tecrîd û binpêkirina mafan daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn. Weke Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, em bi vê yekê radigihînin ku em ê li her qadê û her kêliyê bêjin ‘dawî betalkirina înfazan bînin û bila girtiyên nexweş werin berdan’. Em vê bernameya xwe bi raya giştî re parve dikin.” 
 
 

Sernavên din

21/10/2021
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir