Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be

  • rojane
  • 11:01 21 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir, Tirkiye ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê "dewleta terorê çêbike" gefa şer li wan dixwe û got: ''Ev şer wê ne weke şerê Efrîn û Serêkaniyê be. Hêzên me li ser mafê meşrû wê parastina vî gelî û vê xakê bike.''

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê gef û êrişek muhtemel a Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berisva pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) da. 
 
Mehmûd diyar kir di nav 6 mehan de Tirkiyê û komikên wê DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra 306 caran ji hewayî û bejahiyê ve êriş birine ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji ber êrişan gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û got: ''Em êrişê nabin ser ti deverê. Berevajî. Dewleta Tirk êrişan tîne ser herêmên me. Ev hemû li ber çavê garantorên agirbestê dibin.''
 
'DIXWAZIN DAIŞ'Ê ZINDÎ BIKIN' 
 
Mehmûd bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û wiha got: "Weke ku tê zanîn dema pêvajoya şoreşê me DAIŞ ji hêla cografîk ve qedand. Van demên dawî li gel Koalîsyona Navnetewî li dijî hicreyên veşartî yên DAÎŞ'ê me têkoşîneke mezin da. Xasma li ser çareseriya meseleya Kampa Holê..Her wiha em DAÎŞ'iyên girtî di bin kontrolê de dihêlin. Me nîşanî cîhanê da ku çawa dikarin têkoşîna dijî terorê bikin û rawestînin. Beriya niha jî, dema êrİş li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn, li Hecîn ,Baxoz û Dêrazoê jî jî hewl dan ku DAIŞ'ê zindî bikn. Bêgumamn van hewldanan temenê DAIŞ'ê dirêj kir." 
 
Mehmûd daxuyaniyên Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan û Wezîrê Parastinê Hulîsî Akar ku dikin hêceta gef û êrişan derewand û wiha got: "Serokkomarê Tirk û wezîrên wî îdîa dikin ku ji herêma me êriş çûye ser wan. Ev hemû derew in. Berevajî, van 6 mehên dawî dewleta Tirk 306 caran bi top, hawan, obûs û balafirên şer êrîş aniye ser Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir, Zirgan û gelek herêmên din. Dewleta Tirk û çeteyên li deverên dagirkirî DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra û Birayên Misilman 16 caran êrîş anîne, hemû êrîşên wan jî hatine şikandin.
 
Di êrîşên 6 mehên dawî de 4 jê zarok, 3 jin, 1 mêr tevahî 8 sivîl birîndar bûn. Her wiha bi sedan malbata bêgav ma ku koç bikin. Îlonê 194 erîş anîne, 5 sivîlan jiyana xwe ji deset da, 6 sivîl birîndarbûn.e Tişta ku dibe û îdîaya Serokkomarê Tirk û wezîrê wî ji hev dûr in. Dewleta Tirk êrîşê tîne ser herêma me."
 
'TIRKIYE QANÛNÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE' 
 
Mehmûd destnîşan kir ku ew li gorî şertên agirbestê tevdigerin û wiha domand: "Lê dewleta Tirk û komên bermayên DAÎŞ-El Qaîde li gorî agirbestê neçûn. Ev li ber çavê Rûsya û DYE'yê kirin. Dema ku mirov bi rastî jî li meseleyê binere Tayyîp Erdogan ku şoweniyê û cîhadiyê derdixe peş û hikûmeta AKP-MHP'ê li gorî qanûnên Tirkiyê, li gorî qanûnên navnetewî û NATO'yê naçin. Li gorî qanûnên koalîsyona navnetewî jî naçin. Tirkiya van hemû qanûnan binpê dike." 
 
Mehmûd di berdewamiya hevpeyvînê de wiha axivî:
 
"Erdogan dixwaze siltaniya Osmanî bîne. Weke ku tê zanîn gelek caran li qada navnetewî me têkiliya hikûmeta Tirkiyê ya li gel DAIŞ, Birayên Misilman re got. Gelek kampên wan jî li Tirkiyê ne. Ev kom li Efrîn, Idlib, Ezaz û Babê hatin bicihkirin. Jixwe Ebûbekir Bexdadî li wê herêmê hate tespîtkirin.  Serokkomarê Tirk xerîteya DAÎŞ, Birayê Misilman qebûl nake, ji bo siltaniya xwe xerîteyeke dî çêkiriye û dixwaze li wê hêrêmê bibe hez, li gorî vê tevdigere.
 
Hger çendî niha ev hêviyên wan şikestibin, planên wan ên li ser Rojhilata  Navîn têk çûbin jî, ev tenê li nav Tirkiyê mabe jî, em dibînin ku li nav Tirkiyê jî tevlîheviyeke mezin heye. Lîreyê Tirk pir ji qîmet ketiye, aboriya Tirk derbeke giran xwariye. Dîplomasiya Tirk li qada navnetewî derbeke giran xwariye. Siyaseta navxwe qediyaye. Îro li nav Tirkiyê bêaramiyeke mezin hebe bêguman gelên Tirkiyê vê qebûl nakin. Wê hewl bidin ku desthilateke alternatîf bînin.
 
Lê Serokkomarê Tirk û hikûmeta AKP-MHP'ê ya şowenî û cîhadî rewşa Tirkiyê bi şer rê ve dibin. Weke ku tê zanîn li Iraqê şer dike, li Ermenîstanê carê şer dertê, li Libya, Deryaya Spî, Yewnanîstan hatiye ber rewşa şer. Hewl dide ku Qibrisê dagir bike. Her wiha li Sûriyê gefên şer dixwe. Em dibînin ku di dest vê hikûmetê de ji şer pê ve tiştek nîne.
 
Ev şer wê ne di berjewendiya ti aliyan de be. Ne di berjewendiya gelên Tirkiyê, NATO, Koalîsyona Navnetewî û Rûsyayê de be... Tevgera şer bi xeyalên Osmanî yên Erdogan dibe, bi xewn xeyala ku weke şêwaza beriya bi hezaran salan hikim bike, vê dike.
 
Lê van demên dawî bi sernekeftineke mezin hewl didin ku şer derxînin. Bi vî şerî dixwaze hinekî temenê xwe dirêj bike. Bêguman gelê me û hemû cîhan divê bi vê zanibe, ev şer ne di xizmeta mirovahiyê de ye. Ev şerê terorê ye. Hemû cihan hay ji vê heye. Jixwe hemû cîhan li ser alîkariya Erdogan a li terorê diaxive, dibîne ku çawa teror bi cih kiriye û ji bo ku terorîstan kiriye herêma ewle.
 
Heke şerekî wiha bibe ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê taloke çêbibe, her wiha wê hêviyê bide hemû aliyên terorê yên weke DAIŞ, El Qaîde, Birayên Misilman. Wê hêviyê bide wan ku ji hicreyên xwe derkevin. Jixwe desteka manewî, lojîstik, stratejîk ji herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin diçe ji komên çete yên weke DAÎŞ'ê û komên din re.
 
DAÎŞ'î û malbatên wan ên li kampan dixwazin biçin cem Erdogan.  Li wir hêvî dikin ku dîsa dewleteke terorîst ava bikin. Rewşeke wiha heye. Ji ber vê jî em dibêjin heke şerekî wiha bibe, dîsa bi navekî dî wê terora DAÎŞ'ê derkeve holê.
 
WÊ NE WEK EFRÎN Û SERÊKANIYÊ BE 
 
Weke her carê hêzên me wê bi çarçoweya parastina rewa tevbigerin. Wê ne weke şerê Efrînê û Serêkaniyê be. Hêzên me vê carê li dijî her êrîşê wê parastina mezin bike. Weke ku hemû cîhan pê dizane me êrîş nebire ser ti deverê. Lê ku êrîşek were ser hêzên me û gelê me, êrîş were ser armanca şoreşa me, hêviyên gelê me, hêzên me bi çarçoweya mafên meşrû wê vî gelî û van xakan biparêze.
 
Jixwe projeya Xweseriya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahiya Sûriyê projeyeke grîng e. Hemû gelên Sûriyê di vê de hêviyê dibînin. Serokkomarê Tirk û partiya wî vê li ber siltaniya xwe weke taloke dibînin û ji ber vê dixwazin êrîşê bînin. Hedefa wan ew e ku vê projeyê bi temamî tine bikin û teroreke weke DAIŞ'ê bi navekî dî ava bikin."
 

Sernavên din

21/10/2021
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir