RIHA - Walîtiya Rihayê, di kêliya ku danişîna Doza Pirsûsê didomiya de qedexe kir ku li kampûsên girtîgehan û derdora wan çalakî bên lidarxistin.
Dema ku danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê ya 33 kes têde hatin qetilkirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê didomiya, Walîtiya Rihayê, qedexe kir ku li kampûsên girtîgehan û derdora wan çalakî bên lidarxistin. Qedexeya Walîtiyê heta 28'ê meha derbasdar e. Li gorî biryarê qedexe ye ku bi telefonê jî kişandin bê kirin.