COLEMÊRG - Polîsan bi ser şantiyeya karkerên ku onîformayên leşkerî lixwe kiribûn de girtin û ji karkeran re gotin: “Gelo we bêriya xendek û barîkatan kiriye?”
Li gundê Keklîkpinar ê bi ser navenda Colemêrgê ve înşata Zanîngeha Colemêrgê didome. Duh polîsên tîmên taybet bi ser şantiyeya karkerên înşatê de girtin û li wan dan. Kêliya serdegirtina şantiyeyê hat tomarkirin. Zext, heqaret û gefên tîmên taybet di dîmenan de tên xuyakirin. Yek ji wan tîmên taybet ji karkeran re dibêje “Gelo we bêriya xendek û barîkatan kiriye?” Bi vê gotinê gefan li karkeran dixwe.