Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû

  • rojane
  • 11:35 24 Cotmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Hevalên Kadriye Encu ku di 22 cotmehê de jiyana xwe ji dest da qala wê kirin û ev tişt gotin: "Daxwaziya wê ew bu ku kujer hesab bidin û edelet pêk bê. Lê ne kujeran hesab da û ne jî edelet pêk hat. Miraza wê pêk nehat." 
 
Balefirên şer ên Artêşa Tirk, di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê êrişeke hewayî pêk anîn û 34 welatiyên sivîl qetil kirin. Malbatên qurbaniyên komkujiyê bi salan e têkoşîna edaletê didin û daxwaz dikin ku kujerên zarokên wan bên cezakirin. Lê heta niha jî di hêla hiqûqî de malbatan tu encam negirtiye û ji ber vê yekê têkoşîna xwe ya edaletê hê jî didomînin. Dayika Hamza Encu (21) Kadriye Encu ku ji bo kurê xwe têkoşîna edaletê dida, di 22 cotmehê de bêyî ku têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo kurê xwe bibe serî,  ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. 
 
Kadriye Encu ku di sala 1993'an de gundê wê Zêviyan ê Qilêbanê tê şewitandin, ji ber zilm û zordestiya dewletê bi malbatî koçî gundê Roboskiyê dikin. Li Roboskî 9 zarokên xwe di bin şert û mercên herî zehmet de mezin dike û kurê wê Hamza Encu jî di 28'ê Kanûnê 2011'an de di Komkujiya Roboskî de tê qetilkirin. Di 10 salên dawîn de ji bo ku kujerên kurê wê bên ditin têkoşineke bêhempa dide. Bi heman armancê 3-4 caran diçe meclisê. Di her çûyina xwe ya meclisê de bi AKP, CHP, HDP û MHP'ê re hevdîtinan pêk tîne. Ji ber tevlîbûna wê ya çalakiyan derbarê wê de lêpirsîn hatibûn destpêkirin. 
 
Hevalên Kadriye Encu ku pê re têkoşîna edaletê didan derbarê wê de axivîn û têkoşîna wê ya ji bo edeletê vegotin. 
 
WESIYET KIR KU KÊLEKA KURÊ XWE BÊ DEFINKIRIN
 
Dayika Serhad Encu Halîme Encu, diyar kir ku Kadrîye Encu hevala wê bûye û wiha got: "Me çi bikira bi hevre dikir. Biçûna kuderê em bi hevre diçûn. Derd,êş û kula dayika Kadriye edelet bû. Êşa me dayikên Roboskiyê hemûyan weke hev e. Em radibin û rûdinin dibêjin edelet û aşitî. Lê tiştek çênabe. Li gel hevala Kadriye em 3-4 caran çûne meclisê. Di her çûyina xwe de me edelet daxwaz kir. Bê ferq û cudahî em çûn li gel AKP'ê, CHP'ê, HDP'ê, MHP'ê me hevditin pêk anîn. Lê yek ji wan jî ji me re tiştek nekirin. Tenê me ji wan xwest ku kujerên zarokên me bên dîtin.  Di vê lêgerîna edeletê de em çûn Amedê, Îzmîrê, Enqereyê, Stenbolê, Mûşê, Wanê, Dêrsîmê. Lê tevî hemû astengiyan jî hevala Qedriye dev ji doza xwe ya edeletê berneda. Beriya ku dayika Kadriye jiyana xwe ji dest bide me amadekarî dikir ku biçin Amedê. Qedriyê wesiyet kiribû ku li kelêka kurê xwe bê definkirin. Lê ew di goristaneke din de defin kirin. Her digot ez ê bimrim û wê miraza min hasil nebe. Dayika Qedriye mir û miraza wê hasil nebû."
 
'MIRADA WÊ PÊK NEHAT'
 
Dayika Cemal Encu Xezal Encû jî destnîşan kir ku Kadriye Encu çavên wê vekirî çûye û wiha qala wê dike: "Kadriye hem jintiya min û hem jî hevala min bû. Ew 10 sal bûn edelet dixwest. Em kujerên zarokên xwe dixwazin û bila hesab bidin. Şûna ku kujerên zarokên me darizînin,zarokên me û Kadriye darizandin. Mirada Kadriyê bi wê re ma û çû. Mirada wê ew bû ku kujerên zarokên me hesab bidin. Dixwest ku kujerên zarokên me bibîne. Lê nedîtin û çû. Çi heqê wan bû ku Kadriye bêmirad hiştin. Kadriyeyê her digot dê kengî edelet bê. Her digot em biçin Enqereyê, Amedê, Stenbolê edelet bixwazin. Mirada wê ew bû ku carekî xeber bistîne ku kujerên zarokên me hatine girtin.  Lê ew mirad bi wê re ma û kes nehat girtin. Em û Qedriyê hatin darizandin. Me tenê xwedeyê xwe heye. Heta ku em bimirin jî em ê bibêjin edelet." 
 
'EM PEY DOZA WÊ NE'
 
Dayika Nadir Elma Azîme Elma jî diyar kir ku ew û dayika Kadriye 10 salan bi hevre bûne û ev tişt anîn ziman: "Em biçûna kîjan bajarî dayika Kadriye ji me re pêşengtî dikir. Ji her derê re amade bû. Her digot em ê biçin doza zarokên xwe bikin. Lê li tevî hemû hewledanên me edelet nehat Roboskiyê. Em hemû jî wê weke dayika Kadriye bimirin. Lê heta wê rojê em ê edeletê bixwazin. Em 3'ê caran çûn Enqerê lê deriyê edeletê ji me re venekirin. Em di van rêyan de gêj bûn. Çend roj beriya niha zilamên xwe şandibûn, digotin bila tazmînatê qebûl bikin. Lê em tazmînatê qebûl nakin. Bila kujerên wan darizînin. Em pey doz û daxwaza dayika Kadriye ne. Heta ku edelet neyê Roboskiyê em nesekinin."
 
'EM TU CARAN KADRIYÊ JI BÎR NAKIN' 
 
Dayika Mehmet Alî Tosûn Fadîle Tosûn jî got ku Kadriye Encu hevaleke gelek hêja û ezîz bûye û ev tişt anîn ziman: "Bi çûyina wê re dilê me şewitî. 3'ê roj beriya niha dayika Kadriye li min geriya û got, 'Em 7 dayik biçin Amedê'. Min jê re got, 'Xêr be?' Ji min re got, 'Ev 10 sal in edelet nehat, pêkanîna wê ferz e'. Ji bo çûyinê me amadekariyên xwe kirin. Lê em neçûn. Dayika Kadriye berxwedaneke gelek hêja dida. Her gav şîret li me re dikirin. Em biçûna kuderê pêşengiya me dikir. Hema her digot, 'Em ê bimirin wê faîlên zarokên me neyên cezakirin, edeletê ji me re nehat'. Mirada wê hasil nebû. Heta ku em sax bin em ê Kadriyê ji bîr nekin. Ew ezîza li ber dilê me ye. Em kurd in, me dikujin û dişewitînin û dû re jî dibêjin sûcê wan e."
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 
 
 

Sernavên din

25/10/2021
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin