Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî

  • rojane
  • 15:07 24 Cotmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di komxebata "Budçeya li gorî zayendiya civakî" de axivî û got: "Budçeya mêr ji rant, şer û talanê re tê veqetandin. Em ê biaxivin ku divê ji bo jin, civak, xizan, kedkaran re budçe bê veqetandin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li oteleke Taksîma Stenbolê bi dirûşma "Budçeya li gorî zayendiya civakî" komxebatek pêk tîne. Komxebat bi du rûniştanan pêk tê. Di rûniştan yekem de mijara “Budçeya li gorî zayendiya civakî: Pêvajoya avakirina budçeyê û dê budçe çawa ji bo civakê bê". Di beşa duyem de jî dê li ser mijarên daxwaz û pêşniyaran bên rawestandin. Axaftina vekirina komxebatê ji hêla berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ve hat kirin. 
 
'DI BUDÇEYÊ DE JIN NÎNIN'
 
Acar, diyar kir ku di budçeya ku ji hêla îqtîdarê ve tê amadekirin jin nayê fikirandin û got: "Em dixwazin derbarê mijarê de jinan guhdar bikin. Peşniyar û daxwazên wan bigirin. Ji ber ku îqtîdar li gorî hewcedariyên xwe budçeyek amade dike û wisa li meclîsê jî dide erêkirin. Ev komxebata duyem e ku tê lidarxistin. Me kampanyayek da destpêkirin û em bi jinên ku li fabrîka û zeviyan de dixebidin re hatin cem hev. Me dît ku siyaseta îqtîdarê tenê jinan xizan dike. Em ê çareseriyeke çawa bikin, em ê çawa bibin dengê jinan û em ê polîtîkayeke çawa bimeşînin. Ji ber van sedeman em hatin cem hev. Îqtîdara AKP'ê di nav 6 mehan de ji sedî 86 budçeya şer zêde kiriye. Hemû çavkaniyên cemaweriyê ji bo parastinê hatiye veqedandin. Lê di veqedandina budçeyan de jin nîne." 
 
BUDÇEYA LI GORÎ ZAYENDIYA CIVAKΠ
 
Acar, destnîşan kir ku budçeya li gorî zayenda civakî ,  tenê li qadekê ji bo jinan veqetîn nabînin û wiha dirêjî dayê: “Budçeya li gorî zayenda civakî, di esasê de di hemû hesaban de, li gorî hewcedariyê jin û civakê tê kirin. Yanî ji perwerdehiyê bigirin heta tenduristî, çand û jiyana hunerî, ji bo hemû xebatên di van qadan de tên meşandin û bi taybet di van xebatan de dîtina jinê gelek girîng e. Budçeya mêr ji rant, şer û talanê re tê veqetandin. Em ê biaxivin ku divê ji bo jin, civak, xizan, kedkaran re budçe bê veqetandin."
 
‘BUDÇE JI ÇETE Û MAFYAYÊ RE TÊ VEQETANDIN' 
 
Acar, bi lêv kir ku budçe ne tenê di dema nîqaşên budçeyê de, divê piştî vê jî bi awayekî bandor û giştî bê şopandin û wiha daxuyand: “Em dibînin ku budçeya me di esasê de  ji mafyayê re, ji şer e tê veqetandin. Piştî xebatên budçeyê divê şopandin zelal be. Ji ber ne zelale, budçeya me ji bo beşekê wek rant tê bikaranîn.”
 
'DIVÊ BUDÇE ZELAL BE' 
 
Acar, dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Divê budçe zelal be. Şîdet û kuştinên jinan gihiştiye asta qirkirina zayendî. Ji bo pêşîgirtina şîdet û kuştinan divê zêdetir budçe bê veqetandin. Ger ku budçeyek tê veqetandin û  wekê ku ji bo jin û civakê tê kirin, nîşan bidin, divê muxatab vê gotina xwe bibersivînin. Em ê hemû daxwazên ji vir hatine girtin, di hevdîtinê budçeyê de, daxwazên jinan wekê ku îfade kirine ragihînin. Jin ji bo xwe budçeyekê dixwazin. Em ê axaftinên vir li meclîsê wek dengê we nîşan bidin. Hunê di hevdîtinên butçeyê de zêdetir dengê jinan, dengê xwe bibihîzin.”
 
Piştî axaftina Acar komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Sernavên din

25/10/2021
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin