Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê

  • rojane
  • 12:25 26 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Komîteya Wezîran a KE'yê, wê biryara îxlalkirinê ya li ser serlêdana Ocalan di navbera 30'ê mijdarê û 2'ê kanûnê de binirxîne. Ji TOHAV'ê Ayşe Bîngol Demîr, diyar kir ku eger biryar pêk bê dibe ku mafê "daxwaza berdana bi şert" derkeve holê.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, di sala 2003'an li dijî cezayê muebbetê yê giran ku li muwekîlê wan hatibû birîn serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Parêzeran, di serlêdana xwe de diyar kiribûn cezayê li muwekîlê wan hatiye birîn li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku êşkence û pêkanînên xerab qedexe dike ye. DMME'yê di 18 'ê Adara 2014'an de biryar da ku cezayê muebbetê yê bêyî ku mafê wî yê berdana bişert hebe li Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. 
 
DI NAVA 7 SALAN DE GAV NEHATIN AVÊTIN
 
DMME'yê ji bo girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ku piştre serlêdan kiribûn jî heman biryarê da. Lê rexmî ku 7 sal di ser biryara dawî ya teqez re derbas bûye jî derbarê biryarên îxlalkirinê yên mijara gotinê ne de tu pêşketin çênebûn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE KW) venêrîna bicihanîna biryarên DMME'yê dike, ji bo Tirkiye çareseriyên qanûndanînê û guhertinên bicihanînê yên ku wê ji bo cezayê muebbetê yê giran bide 'mafê hêviyê' bi cih bîne, dest bi pêvajoya kontrolê kir jî biryarên civînê nexist rojeva civînê û tu biryarên nivîskî çênekir. 
 
KOMÎTEYÊ XIST ROJEVA XWE
 
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolîna Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 29'ê Tîrmehê de ji bo ku biryara DMME'yê bigire rojeva xwe ya lezgîn serî li komîteyê da û di çarçoveya pêvajoya çavdêriya bicihanîna van biryaran de danezaneke nivîskî pêşkêşî komîteyê kir. Li ser danezanê komîteyê mijarê girt rojeva xwe. Beriya civîna xwe ya wê di navbera 30'ê mijdarê û 2'ê kanûnê de pêk bîne, komîteyê derbarê danezana ku rêxistinên sivîl pêşkêşî wê kirine û pêvajoya bicihanîna biryaran de ji Tirkiyeyê agahî xwest. 
 
BERSIVA JI ANGAŞTÊN TIRKIYEYÊ RE             
 
Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ku di 7 'ê îlonê de da de angaşt kir ku ji sala 2009'an  ve li Îmraliyê tu binpêkirin çênebûne. Tirkiye, tespît û pêşniyarên ku di danezanê de derbarê "ewlekirina mafê hêviyê" û "guherîna qanûnî ya têkildarî pergala darvekirina cezayê muebbetê yê girankirî" de paşguh kir û bê bersiv hişt. Tirkiye, tenê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li ser şertên fizîkî yên Îmraliyê ya salên borî nirxand.
 
Li ser angaştên Tirkiyeyê yên di 12'ê cotmehê de rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî bersiv dan komîteyê Û diyar kirin ku Tirkiye di daxuyaniyên xwe yên nivîskî de behsa tespîtên girîng ên DMME'yê nekiriye, gavên ku ji bo bicihanîna biryaran bên avêtin nîqaş nekiriye û li şûna wê bi agahiyên şaş ragihandiye. Di bersivê da cih ji hin tespît û pêşnîyaran re jî hatibû veqetandin. 
 
Em mijarê bi parêzer Ayşe Bîngol Demîr ku yek ji endamên Lijneya Rêveberiyê ya TOHAV'ê û di nav serlêdanê de cih digire re axivîn.
 
SERLÊDANA 'BIRYARA KONTROLÊ BIKE'
 
Parêzer Ayşe Bingol, diyar kir ku DMME'yê di biryarên xwe yên "Ocalan 2" û biryarên din de "mehmeleya derveyî mirovahiyê" tespît kiriye û destnîşan kir ku divê rejîma înfazê ya cezayê muebbetê yê girankirî yê di hin cureyên sûcan de tê dayîn, li gorî biryarên DMME'yê di ber çavan re bê derbaskirin. Bingol, bi bîr xist ku rewşa mijara gotinê şertê 'mafê hêviyê' ye û tevî 7 salên navberê jî Komîteyê di vî warî de gavên şênber neavêtiye û ev tişt got: "Me ji komîteyê re ragihand ku Tirkiyeyê tu gav neavêtiye û biryarên di dema navberê de bi cih neaniye. Komîte wê bi rengekî çalaktir çavdêriya pêvajoya bicihanîna vê koma biryardayînê bike. Em difikirin ku ev gaveke girîng e." Bîngol, got ku komîte difkire ku "bi awayekî bandor pêwistî birêvebirina pêvajoya venêrînê" heye û bi vî awayî dinirxîne û digire rojeva xwe. Bîngol, bi lêv kir ku ji ber vê yekê biryar hatiye dayîn ku di civînê de komên biryardayînê yên Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan werin nîqaşkirin.
 
BERDANA BIŞERT 
 
Bîngol, bal kişand ser bersiva Tirkiyeyê ya li ser komîteyê û têkildarî mijarê ev tişt got: "Angaştên Tirkiyeyê şaş in. Bi rengekî şaş û ne rast bersiv da. Ji ber ku DMME bi zelalî diyar kiriye ku li Tirkiyeyê di hin cureyên sûcan de, di cezayên giran ên heta hetayê de, derfeta serbestberdana bişert nîne." Bîngol, destnîşan kir ku di ji bo sûcên li dijî dewletê, pergala Destûra Bingehîn û ewlekariya neteweyî, derfeta berdana bişert nîne û di rastiyê de ji aliyê Tirkiyeyê ve tê xwestin ku di vê mijarê de pêwistî gavekê nîne û bi vî awayî bê encamkirin. 
 
SEROKATÎ Û EFÛYA GIŞTÎ
 
Ji bo bersiva Tirkiyeyê Bîngol, diyar kir ku Tirkiyeyê bersiveke şaş daye û li gorî biryarên DMME'yê nabe ku ev mijar di çarçoveya "mafê hêviyê" de bên nirxandin. Bîngol, da xuyakirin ku wan di van mijaran de bersiv dane angaştên Tirkiyeyê û anî ziman ku heta mirinê cezayên heta mirinê li hin cureyên sûcên li welêt tên birîn û ji bo berdana bi şert û merc qedexe û îstîsna hene. 
 
ARMANCA TIRKIYEYÊ  
 
Bîngol, bi lêv kir ku Tirkiye bi bersiva xwe re hewl dide pêkanînên tund ên li komîteyê bisekinîne û ev tişt anîn ziman: "Tirkiye dibêje, 'yên cezayê muebbetê yê giran digirin, bi şertê kontrola edlî serbest tên berdan'. Bi hevokeke pir biçûk dibêje îstîsna hene. Lê ev îstîsna çi ne kûrtir nabe. Lê belê ew îstîsna mijara van hişyarî û biryaran e. Divê ku hikûmet li ser wan îstîsnayan rawest e lê tenê bi awayekî kurt vegotina 'îstîsna hene' şaşî ye."
 
CIVÎNA KOMÎSYONÊ 
 
Derbarê civîna komîteyê de jî Bîngol, diyar kir ku komîte wê di civîna xwe ya di navbera 30'ê mijdarê û 2'ê kanûnê de bersiva 'xapînok' a Tirkiyeyê bibîne û wiha pêde çû: "Weke ku me anî ziman nîşaneyên gelekî zelal hene ku yên ji van sûcan hatine mehkûmkirin wê bi şert bên berdan. Heke rêxistinên sivîl û parêzer tevlê nebûna, belimkomîte derfet nedîtiba ku nirxandineke rast li ser van gotinên hikûmetê bike. Rêxistinên sivîl di daxuyaniyên xwe de ev yek aşkera danîn holê. Bi ya min ji bo ku rewşa rasteqîn diyar bibe, komîte xwedî dane û derfetên têrker e." 
 
WÊ PÊVAJOYEKE ÇAWA BIXEBITE?
 
Di berdewamê de Bîngol, destnîşan kir ku li pêşiya komîteyê bi sedan biryarên DMME'yê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi nirxandina vê koma biryardayînê re wê bi awayekî cidî destê rêxistinên sivîl, parêzvanên mafan, parêzeran û her kesên di vê mijarê de xebitiye, xurt bike. Piştî civîna yekemîn dibe ku komîte hin agahiyan ji Tirkiyeyê bixwaze. Bi vî rengî dikare li ser mijarên girîng ên weke çend kes tên darizandin, bi van sûcdariyan re çiqas darizandin tên kirin, ji bo mehkûman çiqas dem di ser darvekirinê re derbas bûye, agahiyan bixwaze. Derbarê gavên ku ji bo daxwazên ji Tirkiyeyê bên avêtin de yan jî dê ji wê bê xwestin ku hin agahiyên şênbertir, nêrînan pêşkêş bike. Komîte jî ji bo bicihanîna biryaran dikare diyar bike bê ji Tirkiyeyê çi bi rengekî şênber dixwaze. Piştî biryarên hatine girtin, gavên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine avêtin an na, ev gav di cih de ne yan na û rêbaza parastina kontrolê wê bi demê re zelal bibe."
 
BERPIRSIYARIYA KOMÎTEYÊ
 
Bîngol, diyar kir ku ew ê li ber komîteyê şopandina pêvajoyê bidomînin û got ku heke pêwîst bike ew ê teblîxatên nû bidin û ev tişt gotin: "Berpirsyariya Komîteya li gorî peymanê diyar e. Wê ji bo misogerkirin û bicihanîna vê yekê gavên divê werin avêtin, biavêje. Di vê mijarê de ne bifikar im. Ev mijar gelekî girîng û hesas e. Bi vê mudaxaleya rêxistinên sivîl ez dibêjim ev nîşane ye ku komîte vê li ber çavan digire. Biryarên DMME'yê ne hewce ye ku kesên cezayê muebbetê yê giran xwarine piştî qonaxekê serbest bên berdan. Ev jî "piştî ku cezayên wan heta demekê hatine înfazkirin daxwaza berdana mehkûman dike" û derbarê vê de jî garantî die."
 
Bîngol, axaftina xwe wiha bi dawî kir "Heke ev biryar bên bicihanîn, Abdullah Ocalan û kesên mîna wî ku bi cezayê girtîgehê yê heta hetayê hatine cezakirin, piştî ku cezayên wan ji bo demeke diyar hatin bicihanîn wê karibin bi şert ji saziyên pêwendîdar daxwaza berdana bi şert bikin. Divê ev maf ne pêşandanek be. Eger şert û merc pêk werin, divê mafê berdana wî hebe. Heke di mevzûata têkildar de li gorî pîvanên peymanê guherînek çêbibe, erê, ev jî dibe ku bi serbestîya bi şert be. Lê belê bicihanîna van biryaran wê bi rengekî otomatîk encamê nede berdana wan."
 
MA / Mehmet Aslan
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/10/2021
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin
13:37 HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye
12:31 Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:30 Qeyûm tabeleya kreşa Zarokistanê guherand
12:15 Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin
11:47 Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
11:19 Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin
10:47 Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin
10:06 Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye
09:39 ‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin'
09:13 ‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin'
09:13 Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê'
09:13 Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin
09:13 Li Girtîgeha Wanê îşkence!
09:13 Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir
09:13 Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:40 DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn
26/10/2021
19:53 Li Cizîrê ciwanekî hewl da xwe bikuje
16:32 Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
16:13 HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
15:40 EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
15:27 'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:17 Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e
15:17 Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'
15:00 Doza Kobanê: Serdana Ozgur Gundemê kirin hêceta girtinê
13:59 Êrişa li ser girtîgehê şermezar kirin: Bertekên xwe nîşan bidin
13:36 Doza rojnamevan Akin û ve Sarisozen hat taloqkirin
13:24 Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin
13:23 Doza Kobanê: Daxuyaniya Demîrtaş bi şahidan dane jiberkirin
12:25 Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê
12:07 Malbata Şenyaşar: Ev 3 sal û nîv e çima lêpirsîn nayê destpêkirin?
12:06 Parêzer ji bo Ocalan bibînin carek din serî li dozgeriyê dan
11:28 Daxwaza girtina yek ji gumanbarê komkujiya malbata Dedeogullari hat redkirin
10:26 'DAIŞ'iyan dixin nav girtiyên siyasî'
09:20 'Heta ku em cenazeyan wernegirin, em ê li ber xwe bidin'
09:07 ‘Heya meseleya kurdî çareser nebe dê yên din jî çareser nebin'
09:07 Komeleya Lêkolînên Kurdî dersa onlayn da 3 hezar kesî
09:07 Li Yazixanê dibistan heye, lê rê tune!
09:07 Gozelîya ku avê dide Amedê 51 sal in bêav e!
09:06 Piştî ava bendavê kêm bû, doza heqê îstimlaqê li gundiyan kirin
09:06 Dibistan bûn qadên berbelavbûna şewbê
09:06 17 sal in avê venaxwe!
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'AN
25/10/2021
17:54 Girtiyên ku Sîrûda Îstîklalê nexwendin hatin derbkirin
17:13 Li Wanê îstîmara zayendî: Çawişê pispor ê faîl hat girtin
16:54 Olûç: Divê şerê Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ji tezkereyê re na
16:29 16 rêxistinan banga tezkerê kirin: Nebin hevparê sûc
16:19 DEDAŞ’ê dîsa li gundên Hezoyê ceyrana dînamoyên avê birî
16:00 Budçeya Gel: Em ê dawî li şatafata Qesrê bînin
15:34 Gulnaz Karataş hat bibîranîn
15:33 Bertek nîşanî qedexeyên şahiyên NÇM’ê dan
14:40 Dema xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
14:27 Daxwaznameya girtiyê ku xwest tevlî Doza Kobanê bibe hat astengkirin
14:24 Parêzerên doza Denîz Poyraz: Kujer 27 caran li Miduriyeta Polîsan geriyaye
14:09 Hevdîtina Erdogan û Bahçelî: Wê operasyon bê axaftin
13:55 Li Idlibê êrişî noxteyên hêzên girêdayî Tirkiyeyê hat kirin
13:49 Ji girtiyan re gotin ‘karê we li vir qediyaye’ û sewq kirin
13:26 Serokê Baroya Wanê Ûçar: Li girtîgehan binpêkirinên mafan bi hêsanî pêk tên
13:13 22 parlamenterên HDP'ê êrişa zayendî ya li girtîgehê ji Wezîrê Dadê pirsîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Ji qêrîna dayikê re bêdeng nemînin
12:37 Dolar derket 9,85 TL'yan û rekoreke din şikand
12:24 HDP: Li şûna gefan bila biryara DMME'yê pêk bînin
12:02 'Kurdistana Biçûk’ a Kazakistanê: Kaskabûlak
11:35 Yilmaz: Divê muxalefet di tezkereyê de nebe hevkarê sûc