ÊLIH - Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Hevserokên HDP'ê yên Êlih Fatma Ablay û Omer Kûlpû hat birîn.
Di 29'ê gulana 2020'an de bi angaşta ku "poster û afîşên qedexe" bi avahiya HDP'ê ya Êlihê ve hatibûn daleqandin, polisan bi ser avahiyê de girtibûn û Hevserokên HDP'ê yên Êlih Fatma Ablay û Omer Kûlpû binçav kiribûn. Piştre bi angaşta "propagandaya rêxistinê" derbarê Ablay û Omer de doz hatibû vekirin. 4'emîn danişîna hevserokan li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin. Hevserok û parêzerên xwe tevlî danişînê bûn û destûr nehat dayîn ku rêveberên HDP'ê bikevin avahiya edliyeyê.
DAXWAZA BERAETÊ
Piştî tespîtkirina nasnameyê danişînê dest pê kir. Ablay û Omer, mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku sûc nekirine û daxwaza beraeta xwe kirin. Parêzer Zedan Ekmen jî destnîşan kir ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nabin sûc û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind ên vê derbarê de mînak bi bîr xist û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kir.
SAL Û 8 MEH CEZA
Piştî parastinê heyeta dadgehê, bi angaşta "propagandaya rêxistinê" kirine cuda cuda sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Ablay û Omer birî.