Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir

  • rojane
  • 11:27 31 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Jinan bal kişand ser girîngiya Kobanê ku bi berxwedana dîrokî li dinyayê deng veda û bertek nîşanî hewldanen Tirkiyeyê yên êrişên nû dan û xwestin ku Tirkiyeya êrişeke muhtemel pêk neyne. 
 
Li Sûriyeyê, çalakiyên ku di bin navê "Bihara Ereban" de di meha adara sala 2011'an de dest pê kirin piştre bi şer û dagirkirinan berdewam kirin. Di meha çileyê ya 2014'an de DAIŞ'ê bajarê Reqayê yê Sûriyeyê dagir kir, di 8'ê hezîrana heman salê de Mûsilê jî bêyî ku guleyek berde dagir kir. Pişt re di 3'ê Tebaxê de êrişî Şengalê kir û êzidiyan di qirkirinê re derbas kir. Piştî ku li Sûriye ûy Iraqê qadeke berfireh kir bin kontrola xwe DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êrişî Kobanê kir. Li Kobanê yek ji berxwedanên dîrokî yên mezin hat dayîn. 
 
BERXWEDANA SERZÛRΠ
 
Xeta berxwedana Kobanê 12 şervanan di roja duyemîn a êrîşan de li gundê Serzûrî yê bi qasî 35 kîlometreyan li rojhilatê bajêr diyar kirin. Êvara 15 'ê îlonê bi sedan DAIŞ'î bi tank û topan êrişî şervanên YPG'ê yên di bin fermandariya Rodî Efrîn kirin. Şervanên ku guh nedan talîmata "paşve vekişin" li dibistana gund a ku lê bi cih bibûn 24 saetan li dijî êrîşan li ber xwe dan. Fermandarê berpirsyarê şervanan Rodî Efrîn, di peyama xwe ya li ser radyoyê ji fermandariya YPG/YPJ'ê re şand de ev tişt got, "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê nehêlin dijmin derbas bibe. Em dizanin ku em ê şehîd bikevin, lê hin hene ku wê di rêya me de bimeşin."
 
BANGA OCALAN 
 
Ji bilî berxwedana li Serzûrî, di serî de Arîn Mîrkan berxwedana bi sedan mirovên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, bi Iraq, Tirkiye û Îranê re bi milyonan mirovên kurd li cîhanê kir yek. Di 22 ' ê îlonê de dema êrîş dewam kirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ev bang kir: "Ketina Kobanê tê wateya ketina tevahiya Kurdistanê . Divê herkes li gorî vê rastiyê tevbigere. Kobanê mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e." Li ser vê bangê kurdan berê xwe da Kobanê.
 
GEL DAKET KOLANAN
 
Bi vê peyama Ocalan re hêrs û nerazîbûna li dijî êrîşên li ser Kobanê mezin bû û wêneyên leşkerên tirk û endamên DAIŞ'ê ku li sînor li kêleka hev xuya kirin û gotinên Serokkomarê wê demê Tayip Erdogan ên "Kobanê ket, wê bikeve" bû sedem ku gel dakeve kolanan. Di serî de Tirkiye û bajarên herêmê, li gelek welatên cîhanê ji bo Kobanê çalakiyên bêhempa pêk hatin. Piştî van çalakiyan, hêzên koalîsyona navneteweyî neçar man destekê bidin berxwedana dewam dike. Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê, hedefên xwe yên DAIŞ'ê bombebaran kir û di korîdora ji aliyê Tirkiyeyê ve hat vekirin re jî pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derbasî Kobanê bûn. 
 
134 ROJ ŞÛNDE
 
Kobanê piştî 134 rojan di 26'ê Çileya 2015'an de bi temamî ji DAIŞ'ê hate paqijkirin. Ev bû yekemîn têkçûna ku dawî li DAIŞ'ê anî. Piştre DAIŞ li bajarên ku lê serdest bû ji aliyê kurdan ve hate têkbirin.   
 
ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
 
Ji ber ku berxwedana Kobanê ku bi beşdariya şoreşgerên ji bawerî û mafên cuda re resmekî navneteweyî bi dest xist, dewam kir, 1 'ê Mijdarê ji bo destekkirina vê berxwedanê bi banga navên navdar ên cîhanê re weke 'Roja Kobanê ya Cîhanê' hat îlankirin.
 
ROJA ROJAVA YA CÎHANÊ
 
Têkoşîna kurdan a ku DAIŞ'ê neqedan Tirkiyeyê xwest bifetisîne. Di vê çarçoveyê de Tirkiyê di sala 2018 'an de êrîşî Efrînê kir û di sala 2019'an de jî bi hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya wan dikir re êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir û xwest vîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye holê bişikîne. Gelên kurd, ereb, tirkmen, ermenî û gelên din ên li dijî van êrîşan berxwedan hilbijartin, bi berxwedana xwe re 2'ê Mijdarê jî weke Roja Rojava ya Cîhanê îlan kirin.
 
BAJAR DÎSA DIBE HEDEFA ÊRÎŞAN
 
Piştî ku di ser berxwedana dîrokî re 7 sal derbas bûn, van rojan Kobanê dîsa di hedefa Tirkiyeyê de ye. Di rojên dawî de li dijî  Kobanê ku yek ji bajarên Tirkiye plan dike dagir bikê, êrîş hene. 
 
Dayikên ku di berxwedana dîrokî ya ser sînorê Kobanê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê de cih girtin tiştên jiyane vegotin.
 
BI HEZARAN KES HERIKÎN SER SÎNOR
 
Ji dayikên ku bi mehan li ser sînor ma Edalet Çay qala wan rojan kir û ev tişt got, "Ji gelek deverên cîhanê mirov hatin ser sînor. Dîsa mirov ji Kobanê dihatin. Hinekan zarokên xwe, kal û pîrên xwe, malên xwe li pey xwe hiştin. Digotin qet nebe em rihê xwe rizgar bikin. Ji van kesan ên ku ji bo derbaskirina sînor xwe di ser têlan de avêtin hebûn. Mirovan qetil dikirin. Kesên ku dihatin digotin, 'DAIŞ ketiye gundan û serê zarokan jê dikin'. Pêvajoyeke gelekî zehmet bû, lê dîsa jî gel li Kobanê  xwedî derket." 
 
JINAN SÎNOR NETERIKANDIN
 
Çay, diyar kir ku ew bi rojan li ser sînor bi dil û can sekinî ne û anî ziman ku alîkarî dane welatiyên Kobanê û wiha got: "Bi rojan dûman bilind dibû. Me ev didît. Em difikirîn ku wê ev hov çawa biqedin. Me bi çavên xwe didît. Bi motosîklet û wesayitan mal talan dikirin, heywan serjê dikirin. Dibe ku bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan, lê tevî van hemû zor û zehmetiyan jî kurdan DAIŞ'ê têk birin. Bi têkoşîneke mezin welatê xwe, axa xwe, gelan rizgar kir. Berxwedana jinê jî li vî aliyê sînor e. Berxwedaneke mezin raber kirin. Heta ku DAIŞ qediya jinan sînor neterikandin. Berxwedaneke mezin nîşan dan."
 
DIVÊ DÎSA LI KOBANÊ XWEDÎ BÊ DERKETIN
 
Di berdewamê de Çay, destnîşan kir ku bi rojan û hefteyan li ser sînor man e û ji çar aliyên cîhanê mirov ji bo alîkariyê hatine Kobanê û ev tişt anîn ziman: "Berê DAIŞ bû, niha Tirkiye ye. Hem bi fezlekeyan hem jî bi gotinê îşaret bi êrişa Kobanê tê kirin. Hêvîdarim wê gelên li dijî êrİşên gengaz careke din bibin yek. Em dayik êdî şer naxwazin. Em naxwazin jin, ciwan bên kuştin. Em dixwazin aştî ji bo xêrê bê avakirin."
 
 
'HEMAN TIŞT LI BAŞÛR JÎ DIQEWIME' 
 
Ji dayikan Fatma Akbaş jî diyar kir ku pêvajoya Kobanê pêvajoyeke gelek biêş e û wiha got: "Bi sedan mirovên me ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin. Me mirovên birîndar ku dihatin didît. Ne êşên ku mirov hilbigire bûn. Ji her devera cîhanê destek ji Kobanê re hat dayîn. Ya ku îro li Kobanê diqewime, li Başûr û Rojhilat jî diqewime. Her roj xwîn dirijê. Xwîna diherike jî ya me ye. Ji ber vê yekê em naxwazin leşker an jî gerîla bimirin. Em naxwazin ew li ser vê yekê siyasetê bikin." 
 
'HÊ JÎ BI SER ME DE TÊ'
 
Di berdewama axaftina xwe de Akbaş, bal kişand ser berxwedana jinên li Kobanê û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Di destpêkê de çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan a li dijî DAIŞ'ê gelekî bandor li me jinan kir. Rizkirina Kobanê ya ji DAŞ'ê jî di şexsê Arîn Mîrkan de bi berxwedana jinê pêk hatiye. Bi rastî jî gelek mirovan dixwestin Kobanê bikeve. Lê li wir şervanên jin û mêr bi çalakiyên xwe yên fedaî pêşî lê girtin. Li Kobanê niha kobanî dimînin. Eger DAIŞ'ê bigirta û dagir bikira, me yê bidîta wê çi biqewimiya. Ev der axa wan e, çawa dikarin derkevin? Tu nikarî axa ku lê dijî biterikînî. Ev ewqas ne hêsan e."
 
'ÇI BÛ KU BÛ MIJARA NAVXWEYÎ?'
 
Akbaş, ji ber salvegera berxwedana Kobanê kêfxweşiya xwe anî ziman û bi lêv kir ku em naxwazin êriş bi ser Kobanê bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mafê kesî nîne. Dema DAIŞ'ê êrişî Kobanê kir, Tirkiyeyê got, 'Mesele ne meseleya me ya navxweyî ye, em nikarin mudaxile bikin'. Niha pirsgirêkên wî yên navxweyî hene. Dema DAIŞ be, mesele ne meseleyeke navxweyî ye, lê dema kurd be meseleyeke navxweyî ye? Em vê qebûl nakin." 
 
'EM BI ŞEV Û ROJ LI SER SÎNOR BÛN'
 
Ji dayikan Hadle Ogur jî diyar kir ku gotinên têr nakin mirov pêvajoya Kobanê bîne ziman û bi van gotinan qala wan rojan kir: "Dewlet destûr nedida kesên dixwestin ji gundê Qeremox ê Kobanê sînor derbas bikin. Min zarokeke 2 salî li ser sînor dît û ew xist hembêza xwe û got, ' Kes nemaye , meraq neke , ez ê te biparêzim û li te miqate bim'. Piştî demeke dirêj, jinek li dû zarokên xwe hat. Dema hat, bombeyek li ber wê teqiya û li ber çavên me firiya hewa. Ev jin 40 an jî 50 salî bû. Ez şeş rojan bi vê jinê ra mam. Ev pêvajo ji bo wê hinekî dijwar derbas bû. Piştre me anons kirin û ji dê û bavan xwestin ku werin zarokên xwe bigirin. Em bi şev û roj li ser sînor bûn. Ev pêvajo ji bo me bû barek."
 
'GEL HERIKÎ SER SÎNOR' 
 
Ogûr, da zanîn ku wan gotiye 'Em ê Kobanê bi dest bixin. Ya Kobanê an mirin' û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê re me Kobanê girt. Dema ku Kobanê hat girtin Riha felc bû. Hemû kolanên Rihayê tijî û serûbin bûn. Herkes gelek kêfxweş bû. Jineke ciwan a birîndar ku ji Mûşê bû 3 meh û 28 rojan di beşa lênerîna awarte ma. Piştî ku azadiya Kobanê ji televîzyonan bihîst destên xwe bilind kir û şehîd bû. Tiştên ku me dît û em jiyan wê tu carî neyên jibîrkirin. Pêvajoya Kobanê ne tê vegotin û ne jî tê jiyîn. Herkesî berê xwe dabûn Kobanê. Ji me re digotin' 'Ev der kuder e?' Me jî digot, 'Kobanê' ye. Dûre ji me dipirsîn, 'Sûriye li kuder e?' Me ji wan re digot, 'Kobanê bajarekî Sûriyeyê ye'. Ji me re digotin, 'Qey Kobanê temamiya Sûriyeyê ye'."
 
'KOBANÊ CIHEKÎ GELEKÎ TAYBET E'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ogûr, destnîşan kir ku Kobanê ji bo kurdan cihekî taybet e û ev tişt got: "Birîndarên giran radibûn digotin, 'E ê rabin û şer bikin'. Me ji wan re digot, 'Rûnin û birînên xwe derman bikin'. Berê xwe didan me û digotin, 'Kobanê çû'. Em ê vê pêvajoyê tu carî ji bîr nekin. Piştî ku Kobanê hat paqijkirin, hestên me yên gelekî cuda hebûn. Divê Kobanê bi halê wê bihêlin. Ji ber ku Kobanê cihekî gelekî taybet e. Li vê derê li pêş çavên cîhanê berdêlên mezin hatin dayîn. Divê tu kes ji bo êrîşên li ser Kobanê xwe ker û lal neke."
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/11/2021
15:06 Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê
14:27 Bi ‘tîmên taybet’ bi ser qawişan de girtin
14:06 Ferît Şenyaşar: Em ê di 12'ê mijdarê de dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran
13:50 Apro Dîrîl dîsa hat berdan
13:26 HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir
13:17 Derket holê ku destdirêjî L.O. ya 17 salî hatiye kirin
12:27 HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê
12:26 Bang kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
11:53 Di xendeka ku li ser sînor hatibû vedan de cenazeyek hat dîtin
11:32 HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
11:08 ‘Divê cîhan nîşan bide ku li cem Kobanê ye’
11:01 DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
10:44 Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin
09:14 Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm
09:01 Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e
09:01 Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe
09:01 ‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn'
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'AN
31/10/2021
21:37 Li Cizîrê polisan 3 kes binçav kirin
19:33 Dînlerên ku 7 roj in di bin bin çavan de ne îşkence kirine
19:19 Li Herêma Kurdistanê leşkerek tirk jiyana xwe ji dest da
17:47 Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî re hat gelhev
17:43 Platforma Jinan a Enqerê: Em li dijî cezayên nehiqûqî bêdeng nabin
17:08 Zarok MA ji zaroka re şahî li dar xist
16:29 Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê banga çekên kimyewî
16:20 Parlamenterê YNK'î: PDK Peşmergeyên Roj ji bo armancên xwe bi kar tîne.
16:18 Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin
15:36 'Girtîgehên kelehê berxwedanê yên kurdan e'
12:57 Malbata Şenyaşar: Heqîqet nayên jibîrkirin
12:52 Dîroknasê Rûs: Dibe ku Erdogan 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike
12:15 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
11:37 Ji Taşkesen parastina Kurdistanê: Min rastiyek anî ziman
11:27 Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir
10:58 31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê
09:56 Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda
09:12 Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin
09:06 Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû
09:05 Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên
09:04 Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin
09:03 Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
09:01 Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN
30/10/2021
17:24 Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin
17:09 Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan
16:36 ‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’
16:28 Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin
16:16 Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn
15:34 ‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’
15:33 Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn
14:51 Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
14:47 ‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’
14:34 Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
13:49 Li Wanê mal di bin avê de man
13:48 Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin
12:49 Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê
12:05 Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye
11:53 Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’
11:44 Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:41 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
11:40 Li du bajaran tundî li jinan hat kirin
11:06 Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê
10:57 Makîneya 'sûcan' a 36 salan
10:43 ‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’
10:22 Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû
09:53 'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin'
09:52 Zarokê penaber ê winda kuştî hat dîtin
09:26 Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik
09:26 Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan
09:24 Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê