HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê

  • rojane
  • 12:27 1 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji fermandarên HPG'ê Doktor Bager Baran, diyar kir ku Tirkiye varyantên cuda yên çekên kîmyewî li dijî hêzên wan bi kar tîne û got ku ew dikarin alîkariya heyetên ku ji bo lêkolînkirinê bên herêmê bikin.  
 
Demeke tê angaştkirin ku Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî HPG'îyan ên li herêmên Zap, Avaşî û Metîna yên Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Vê derbarê de daneyên şênber ên micid hene. Li herêmê 548 kesan bi hinceta ku di laşê wan de nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyewî hene serî li nexweşxaneyan dane. Tê gotin ku di 6 mehan de Tirkiye bi çekên kîmyewî êrişan dike û heta niha 323 êrişên bi vî rengî pêk aniye. Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de bang li saziyên navneteweyî yên lêkolînên çekên kîmyewî dikin tên kirin. Ji fermandarên Hêzên Parastina Gel (HPG) Doktor Bager Baran ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, diyar kir ku ew dikarin alîkariya heyetên ku ji bo lêkolînkirinê bên herêmê bikin. 
 
'SÛCÊN ŞER VEDIŞÊRIN'
 
Doktor Bager Baran, destnîşan kir ku di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî wan de çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn û rexmî vê jî hin dewlet piştgiriya Tirkiyeyê dikin û  wiha got: "Hin dîmenên ku hevrêyên me bi belgeyan eşkere kirine hene. Mînak hinek çekên ku artêşa tirk bi kar tîne li febrîqeyan bi teknîkên cuda dikarin bên amadekirin. Hinek kîmyasal jî hene, rakirin û bikaranîna wan zehmet e. Ango ji bo bikaranîna wan divê mirov rîsk bigire. Dema ku dijmin wan li ser gerîlayan bi kar tîne, çekên xwe piranî caran li ser tunelên şer an jî li nêzî van deveran amade dike. Di vir de mirov vê yekê dibîne ku artêşa tirk bi wan kiryarên xwe hewl dide sûcên xwe ji raya giştî re veşerê."
 
'ME BI ÇAVÊN XWE DÎTIN'
 
Di berdewamê de Baran çavderiya xwe ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de bi van gotinan anîn ziman: "Ew kîmyasal ne tenê ji bo gerîla, ji bo hemû zindiyan xwedî rîskeke mezin e. Gazên ku tên bi kar anîn rê li ber vedike ku neveng bê oksîjen bimîne û hemû zindiyên derdor bê hênase bimînin, bifetisin. Ya din jî tespîtkirina hûrguliyên taybetmendiyên wan gazan zehmet e. Mînak hinek gazên ji bo bandorkirina sînîran hene. Ji bo tespîtkirina wan hin amûrên pêwîst û labûartûar divê hebin. Ji lewra dema ku dewleta tirk wan çekan bi kar tîne zane ku tespîtkirina bûyerê gelek zehmet e.  Eger ku hinek amûr û labûartûar hebûna, wê taybetmendiyên kîmyasala heyî bihatana tespît kirin. Çek û amûrên ku berê li hemberî gerîla dihatin bi kar anîn bandoriyên cuda dikirin. Em vê yekê li ser cenazeyên şehîdan jî tespît dikin. Rast e, berê jî çekên kîmyewî li ser gerîla hatin bikaranîn lê bi vî rengî li pey hev bi dozajekê ewqasî zêde nebû. Bandora kîmyasalê li ser çerm û hênaseyên zindiyan gelek diyar e. Di vir de jî diyar dibe ku dewleta tirk di carekê de dixwaze bigihîje encamekê û têkçuyîna xwe veşêre. Em di cenazeyên hevalên xwe yên şehîd de bandoriyên cuda jî dibînin. Mînak çermê tu zindiyekê di du rojan de jê nabe. Ji xwe ew di rojekê an jî du rojan de çê nabe. Lê belê çekên kîmyewî ne tenê şertên hilmstandinê qut dike û rewşa jehrîbuyînê pêş dixîne, di heman demê de çerm jî dişewitîne. Me ev yekê bi çavên xwe dîtin."
 
'PÊDIVÎ BI LÊKOLÎNAN HEYE'
 
Baran axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Amûr di destên me de nînin ku bikaribin lêkolînan di derbarê cûreyên kîmyasalan pêş bixînin. Lê belê hin şande dikarin werin û lêkolînan bikin. Em dikarin ji saziyên ku li ser venêrana çekên qedexekirî û çekên kîmyasalê disekinin re di lêkolînan de bibin alîkar. Tiştên ku em dixwazin diyar bikin bi hin gotinan ve nayên pênasekirin, divê mirov bi çavên xwe bibîne û tespîtên rast bike. Ji ber ku ew ne carekê ye, bi dehan carane li hemberî tunelên şer gazê bi kar tînin."

Sernavên din

01/11/2021
15:06 Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê
14:27 Bi ‘tîmên taybet’ bi ser qawişan de girtin
14:06 Ferît Şenyaşar: Em ê di 12'ê mijdarê de dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran
13:50 Apro Dîrîl dîsa hat berdan
13:26 HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir
13:17 Derket holê ku destdirêjî L.O. ya 17 salî hatiye kirin
12:27 HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê
12:26 Bang kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
11:53 Di xendeka ku li ser sînor hatibû vedan de cenazeyek hat dîtin
11:32 HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
11:08 ‘Divê cîhan nîşan bide ku li cem Kobanê ye’
11:01 DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
10:44 Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin
09:14 Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm
09:01 Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e
09:01 Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe
09:01 ‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn'
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'AN
31/10/2021
21:37 Li Cizîrê polisan 3 kes binçav kirin
19:33 Dînlerên ku 7 roj in di bin bin çavan de ne îşkence kirine
19:19 Li Herêma Kurdistanê leşkerek tirk jiyana xwe ji dest da
17:47 Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî re hat gelhev
17:43 Platforma Jinan a Enqerê: Em li dijî cezayên nehiqûqî bêdeng nabin
17:08 Zarok MA ji zaroka re şahî li dar xist
16:29 Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê banga çekên kimyewî
16:20 Parlamenterê YNK'î: PDK Peşmergeyên Roj ji bo armancên xwe bi kar tîne.
16:18 Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin
15:36 'Girtîgehên kelehê berxwedanê yên kurdan e'
12:57 Malbata Şenyaşar: Heqîqet nayên jibîrkirin
12:52 Dîroknasê Rûs: Dibe ku Erdogan 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike
12:15 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
11:37 Ji Taşkesen parastina Kurdistanê: Min rastiyek anî ziman
11:27 Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir
10:58 31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê
09:56 Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda
09:12 Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin
09:06 Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû
09:05 Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên
09:04 Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin
09:03 Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
09:01 Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN
30/10/2021
17:24 Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin
17:09 Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan
16:36 ‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’
16:28 Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin
16:16 Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn
15:34 ‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’
15:33 Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn
14:51 Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
14:47 ‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’
14:34 Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
13:49 Li Wanê mal di bin avê de man
13:48 Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin
12:49 Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê
12:05 Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye
11:53 Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’
11:44 Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:41 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
11:40 Li du bajaran tundî li jinan hat kirin
11:06 Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê
10:57 Makîneya 'sûcan' a 36 salan
10:43 ‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’
10:22 Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû
09:53 'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin'
09:52 Zarokê penaber ê winda kuştî hat dîtin
09:26 Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik
09:26 Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan
09:24 Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê