KONYA- Danişîna ewil a doza derbarê kuştina 7 ferdên malbata Dedeogûllari de, dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin.
Îdianameya derbarê kuştina 7 ferdên malbata Dedeogûllari de ku li navçeya Meram a Konyayê ji hêla Mehmet Altûn ve hatibûn kuştin, duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê ve hatibû qebûlkirin. Roja danişîna ewil diyar bû.
Danişîna ewil a dozê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin.
Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku danişîna ewil a dozê dê di 14'ê Kanûna 2021'ê de saet di 09.00'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê bê lidarxistin û ji bo piştgiriyê bang li hevpîşeyên xwe û hemû kesî kir.