* Em çûn gundê Eleqemşê yê navçeya Hezexê ku yek ji komkujiyek mezin a Komarê lê pêk hatiye û bûye mijara helbestên helbestvanê kurd Cegerxwîn. Me xwest em di cih de komkujiyê lêkolîn bikin lê keyayê gund Îhsan Ay nehişt em gorên komî yên li gund bibînin û bikişînin. Di Komkujiya Eleqemşê ku di sala 1926'an de pêk hatiye de hezar û 224 kes hatine kuştin.
* Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya, diyar kir ku dê li hemberî êrişên Tirkiyeyê mafên xwe yên xweparastinê bi kar bînin û got: "Tirkiye pêşketina projeya demokratîk asteng dike."
* Peşmergeyê berê Mehmet Huseyîn Yîgît, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û got: " Bila malbata Barzanî xwe di ber çavan re derbas bike û vî şerê birakujiyê bi dawî bike. Heger bi dawî neke jî wê dawiya wî û ya vê pergalê bê. "
* Şaredariya Silopiyayê mal û milkên ku qeyûman dewrî Cemiyeta Ilim û Belavkirinê kiribûn ji cemiyetê stendin û ji bo malbatên di warê debarê de zehmetiyê dikişînin kir navênda piştgiriyê.
* Malbata Halît Yildiztekînê girtî, diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa tenduristiya Yildiztekîn xirab dibe û xwest bê berdan.
* Rûxandina li Taxa Ben û Senê didome. Jinan bal kişandin ser çanda taxê û gotin: "Em nikarin li cihekî din bijîn."
* Berdevka DAKP'ê Çagla Îzcî, diyar kir ku dê bi çalakiyên ku bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinê ye", pêşî li ber polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin bigirin.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 248'an de didome.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di civîna PM'ê ya partiya xwe ya li Otela Neva Palas a Enqerê daxuyanî bide. (10.00)
* Rûniştina 3'emîn a 6'emîn danişîna Doza Kobanê li Kampûsa Girîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00-17.00)
* Danişîna doza ku li hunermend Veysî Ermîş hatiye vekirin wê li 27’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza ku li rojnameger Kîbriye Evren hatiye vekirin wê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Egîtîm Sen, li navenda xwe ya giştî derbarê redkirina serlêdana akademîsyenên aştiyê ya Komîsyona Rewşa Awarte de daxuyanî bide. (11.00)
* Paltforma Jinan a Mersînê, derbarê çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Şaxa ÎHD'ê ya Bajar daxuyanî bide. (12.00)
* Şaxa OHD, Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê û TUAY-DER'a Çukurova, derbarê rewaşa girtiyê berasteng Şaban Kaygûsûz ku sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê hatiye kirin li Şaxa OHD'ê ya Mersînê daxuyanî bidin. (12.30)
* Parêzerên Doza Kobanê û Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, wê li HSK'ê giliya heyeta dadgehê bikin. (14.00)
* NÇM, ji ber 30'emîn salvegera damezrandina xwe wê li Amedê pêşengeha resman vebike û lîstikeke şanoyê pêşkêş bike. (14.00-19.00)