ŞIRNEX - Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser 2 gundan de girtin û 2 kes binçavkirin.
Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gundên Avgamasya û Mîlga Şantiyêyê yên Şirnexê de girtin. Di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Ferhan Katar û Emîn Çavlak hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birine Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê.