NAVENDA NÛÇEYAN - Navê “lêgerîna tazî” bi navê “lêgerîna bi hûrgulî” hat guhertin.
Navê “lêgerîna tazî” ku li girtîgehan li ser girtiyan û kesên tên binçavkirin li wan tê ferzkirin, bi îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hat guhertin û navê “lêgerîna bi hûrgulî” lê kirin. Ev meseleya lêgerînê di rêziknameyê de cih digire. Guhertina wî navî di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Demek dirêj e li ser vê mijara lêgerîna tazî nîqaşên mezin hebûn û di rojevê de bû.