6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin

  • rojane
  • 09:07 14 Mijdar 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Hê jî kujerên dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen ku li Nisêbînê li ber deriyê mala xwe hatibû kuştin, nehatine dîtin. Malbata wê diyar kir ku Yeşîlmen bi guleyên dewletê hatiye kuştin û daxwazên xwe yên ji bo edaletê dubare kirin. 
 
Li navçeya Nisêbûnê ya Mêrdînê dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen di 15'ê Mijdara 2015'an de, di dema qedexeyên derketina derve de, ji hêla wesayîtek zirxî ve li ber mala xw ehatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha keça wê ya 8 salî Sevcan û kurê wê Fîkret Yeşîlmenê 14 salî jî birîndar bûbûn. Yeşîlmen gava hat kuştin ducaî bû û çendî di ser mirina wê re 6 sal derbass bûne jî, hê jî kujerên wê nehatine dîtin û darizandin. 
 
Piştî kuştina Yeşîlmenê lêpirsîn hat destpêkirin, lê belê ji bo dîtina kiryaran tiştek jî nehat kirin. Dozger wekî kesên sivîl ên din ên li Nisêbînê hatin kuştin, Yeşîlmenê jî lêkolîn kir bê ka "têkiliya wê bi rêxistinê re heye yan na." Dozgeriyê ji dêvla ku li kiryaran bigere, merasîmên cenazeyan ên kesên sivîl vekolandin û temeziyên kesk û sor û zer ên li ser darbesta Yeşîlmenê û kesên din wekî "propagandaya rêxistinê" hesibandin û angaşt kir ku fîşekên ji hêla polîsan ve hatine teqandin hem jî "li gor usûlê ne." 
 
Lêpirsîna hat destpêkirin di demeke kurt de bi biryar "lêgerîna daîmî" daxilî nav ên "kiryar nediyar" hat kirin. 
 
ROJEKE REŞ
 
Hevjînê Yeşîlmenê Abdurrahîm Yeşîlmen, anî ziman ku gava hevjîna wî hatiye kuştin ducanî bûye. Yeşîlmen, destnîşan kir ku hevjîna wî li ser nêrdewanên malê hatiye gulebarankirin û pê re zarokên wî jî birîndar bûne û polîsan nehiştiye ambulans bê cihê bûyerê. Yeşîlmen got: "Ew roj, rojeke reş bû." 
 
Yeşîlmen, diyar kir ku 6 sal derbas bûne, lê belê jî kiryar nehatine eşkerekirin û got: "Dewlet dibêje 'kiryar nediyar.' Dibêje, nizanin bê kî kiriye. Lê em dibêjin; esker û polîsan kir. Bi wesayîta zirxî hat gulebarankirin. 6 sal in ev yek eşkere nekirine. Ger bixwazin dikarin di nava saetekê de bibînin, lê nakin. Em jî dev ji doza xwe bernadin. Heya em sax bin em ê dev jê bernedin." 
 
Yeşîlmen, bilêv kr ku piştî bûyerê tenê rahiştine kincên xwe û çûne gundekî Hezexê û gava vegeriyane dîtine ku xaniyê wan ne li cihê xwe bûyû û li şûna wî TOKÎ hatiye çêkirin. Yeşîlmen got: "Xaniyê min xera kirin, erseya min çû. Niha dibêjin 'tu yê 40 hezar TL'yî bidî.' Ez texsîtan didim. Ez wî jî bi zorê didim. Her cara ku çav bi cihê mala xw edikevim, pir li ber dikevim. Ew bûyer tê ber çavên min." 
 
Keç Filiz Yeşilmen jî anî ziman ku piştî ku dêya wê jiyana xwe ji dest daye barê malê hemû ketiye ser milê wê û jiyana wan bi temamî guheriye. Yeşîlmen, bilêv kir ku ji ber vê bûyerê dev ji dibistanê berdaye û got: "Ji bo me pir zehmet e." 
 
Yeşîlmen, ragihand ku ji ber bûyerê xwişk û birayên wê di warê derûnî de tedawî bûne û xiwşka wê Sevcan hîn jî ji ber wê bûyerê xewnên nexweş dibîne. 
 
GULEYA DEWLETÊ
 
Yeşîlmen, ji bo nedîtina kiryarên dêya xwe jî got: "Dewletê ew kuşt. Wesayîtên zirxî li ber malê bûn. Mala me gulebaran kirin. Diyar in. Bavê qewanên fîşekan bi destê xwe da wan. Fîşekên dewletê bûn. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

15/11/2021
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP
09:11 'Ên reviyan û çûn dê careke din nikaribin bi wan lingên xwe yên qirêjî bikevin Şengalê'
09:10 Girtiyê nexweş Morsumbul nayê dermankirin
09:09 Dê li dijî 'êrişên rêxistinkirî bi têkoşîneke rêxistinkirî' dakevin qadan
09:07 Zêbarî: Ji ber polîtîkayên PDK'ê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê nemaye
09:06 Amedî: Pereyê me ji bo şer, tanq û tivingan tê xerckirin
09:05 Ji bo debara xwe bikin hem dixwînin hem jî dixebitin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'Ê
12/11/2021
16:58 Di komkujiya Şenyaşar de 9 car in dozger tê guhertin
16:54 Dosyeyên wan heman in lê cuda cuda hatin darizandin
16:37 Medet Serhat di 27'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn
16:36 Nivîskarên kurd dê li Amedê li hev bicivin
16:18 Çomanî: Dewletên rojava jî hevparê sûcên koçe ji Kurdistanê ne
16:13 Uca, zextên li ser çanda kurd bir rojeva Meclîsê
16:00 Keştiya Azadiyê gihîşt Napoliyê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan hat
15:39 Çerxa zext û tundiyê ya DAF'ê vegotin
15:38 SES’ê budçeya ji bo xebatkarên tenduristiyê hatiye veqetandin rexne kir
15:37 Li Meletiyê erdhejeke bi pîleya 5 pêk hat
14:13 3 ciwanên HDP’yî hatin berdan
14:12 Dozera ku malê hildweşand wergeriya: 2 kes birîndar bûn
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî êrişan dema azadiyê ye
13:29 Kurtulan: Li girtîgehan hovîtî diqewime
12:51 Bernameya 25'ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê diyar bû
12:41 Emîne Şenyaşar wê derkeve pêşberî dadgehê
12:34 Navê ‘lêgerîna tazî’ wek ‘lêgerîna bi hûrgulî’ hat guhertin
12:22 Kesayetek ku ji Şêx Seîd heta Şoreşa Rojava têkoşiyaye: Yusif Gulo
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Kesên ji bo alîkariya civakî serî lê didin dikin endamên AKP’ê
11:51 Leşkeran li Şirnexê 2 kes binçav kirin
11:26 ‘Di Sînemaya Amûdê de ne tenê 283 zarok, 283 malbat şewitîn’
09:18 Keştiya Azadiyê wê li Napoliyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî kampanya îmzeyan hat destpêkirin
09:08 Restorekirina Medreseya Sor bi dawî nabe!
09:08 Di rêça Belarûs-Polonyayê de 'borseya penaberan'
09:07 Emîne Şenyaşar: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:06 6 bijîşk rojê hezar û 800 zarokî muayene dikin
09:06 Dayikên şahidên şer: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe
09:05 Doza 7 hezar TL tazmînatê kir, lê dadgehê 4 hezar û 75 TL deyn xist stuyê wî
09:04 Cezayê 'maske û mesafe'yê li kesên tevli Newrozê bûn birîn
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin