Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn

  • jin
  • 16:38 14 Mijdar 2021
  • |
img
MERSİN / URFA - TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê, starta çalakiyên ku wê ji bo 25'ê Mijdarê li dar bixin li Mersîn û Riha dan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Bajar a Mersînê, li Parqa Bariş bi daxuyaniyekê starta çalakiyên ku wê li bajar li dar bixin dan. Di daxuyaniyê de pankartên "Li dijî tundiya dewlet-zilam, şer, xizaniyê em li her derî ne" û "Li dijî tundî û xizaniyê dema azadiyê" hatin vekirin. Her wiha posterên Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hatibû kuştin hatin hişgirtin. Di daxuyaniyê de timik dûrişmên "Bijî têkoşîna jinan" hatin berzkirin. 
 
TIRSA DESTHILATÊ YA JI JINAN
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Mersîn Gulbahar Şofer axivî û diyar kir ku divê bersiva tu bîrdozî, malbat û baweriya ku jinan bêwelat, bênirx, bêgotin û bêçalakî bêhilê di civakê de tunebe û wiha got: "Li her dera dinyayê li dijî jinan şerekî ku nehatiye ragihandin tê meşandin. Fetha destpêkê ya pergala baviksalarî laş û cîhana jinê ye. Êrişên qirkirina zayendî li her qadê didomin. Li dijî vê jî bi zanebûna nasnameyê têkoşîn tê dayîn. Ji bo jin ji civakê bên qutkirin polîtîka tên afirandin. Dixwazin jinan bêparastin bihêlin. Cezakirina Ayşe Gokkan nîşan tirsa desthilatê ya ji têkoşîna jinan e. Wê jiyana nû bi têkoşîna jinan bê avakirin. Weke her carê em ê li qadan têkoşîna xwe mezin bikin û jiyana nû ava bikin."
 
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû. 
 
RIHA 
 
TJA'yê starta li Rihayê jî li qeraxê Çemê Firatê bi çalekiyekê da. Çalakî li gundê Gazbey ê navçeya Karakopruiyê hat lidarxistin. Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ya Bajar û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî çalakiyê bûn. Jinan, di çalakiyê de ji qurdeleya mor zincîr çêkirin. Di çalakiyê de Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê ya ji bo jinan. 
 
'JIN TUNE TÊN HEIBANDIN!
 
Surucu, diyar kir ku weke jinên rihayî we li dijî tundî, xizanî û şer dengê xwe bilind dikin û wiha got: "Li Tirkiyeyê jin tune tên hesibandin û tundî li wan tê kirin. Her roj jin tên kuştin. Di şevekê de bi gotina zilamekî Peymana Stenbolê hat betalkirin û jin bêparastin hatin hiştin. Her roj jin tên binçavkirin û girtin. Zextên li ser rêxistinên jinan didomin. Cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn, li ba me jinan bêhikm e. Em wî cezayî qaebûl nakin. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin dengê jinan qut bikin. Ji bo parastina mafê xwe em ê heta dawî li qadan bin. Tu carî jin serî danaynin."
 
Piştî axaftinan pifdankên mor hatin firandin û çalakî bi dûrişmeya “Jin Jîyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

15/11/2021
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP
09:11 'Ên reviyan û çûn dê careke din nikaribin bi wan lingên xwe yên qirêjî bikevin Şengalê'
09:10 Girtiyê nexweş Morsumbul nayê dermankirin
09:09 Dê li dijî 'êrişên rêxistinkirî bi têkoşîneke rêxistinkirî' dakevin qadan
09:07 Zêbarî: Ji ber polîtîkayên PDK'ê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê nemaye
09:06 Amedî: Pereyê me ji bo şer, tanq û tivingan tê xerckirin
09:05 Ji bo debara xwe bikin hem dixwînin hem jî dixebitin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'Ê
12/11/2021
16:58 Di komkujiya Şenyaşar de 9 car in dozger tê guhertin
16:54 Dosyeyên wan heman in lê cuda cuda hatin darizandin
16:37 Medet Serhat di 27'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn
16:36 Nivîskarên kurd dê li Amedê li hev bicivin
16:18 Çomanî: Dewletên rojava jî hevparê sûcên koçe ji Kurdistanê ne
16:13 Uca, zextên li ser çanda kurd bir rojeva Meclîsê
16:00 Keştiya Azadiyê gihîşt Napoliyê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan hat
15:39 Çerxa zext û tundiyê ya DAF'ê vegotin
15:38 SES’ê budçeya ji bo xebatkarên tenduristiyê hatiye veqetandin rexne kir
15:37 Li Meletiyê erdhejeke bi pîleya 5 pêk hat
14:13 3 ciwanên HDP’yî hatin berdan
14:12 Dozera ku malê hildweşand wergeriya: 2 kes birîndar bûn
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî êrişan dema azadiyê ye
13:29 Kurtulan: Li girtîgehan hovîtî diqewime
12:51 Bernameya 25'ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê diyar bû
12:41 Emîne Şenyaşar wê derkeve pêşberî dadgehê
12:34 Navê ‘lêgerîna tazî’ wek ‘lêgerîna bi hûrgulî’ hat guhertin
12:22 Kesayetek ku ji Şêx Seîd heta Şoreşa Rojava têkoşiyaye: Yusif Gulo
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Kesên ji bo alîkariya civakî serî lê didin dikin endamên AKP’ê
11:51 Leşkeran li Şirnexê 2 kes binçav kirin
11:26 ‘Di Sînemaya Amûdê de ne tenê 283 zarok, 283 malbat şewitîn’
09:18 Keştiya Azadiyê wê li Napoliyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî kampanya îmzeyan hat destpêkirin
09:08 Restorekirina Medreseya Sor bi dawî nabe!
09:08 Di rêça Belarûs-Polonyayê de 'borseya penaberan'
09:07 Emîne Şenyaşar: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:06 6 bijîşk rojê hezar û 800 zarokî muayene dikin
09:06 Dayikên şahidên şer: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe
09:05 Doza 7 hezar TL tazmînatê kir, lê dadgehê 4 hezar û 75 TL deyn xist stuyê wî
09:04 Cezayê 'maske û mesafe'yê li kesên tevli Newrozê bûn birîn
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin