* Hevberdevkê Komîsyona Koçberiyê û Penaberan a HDP'ê Velî Saçilik, destnîşan kir ku Tirkiyeya ku penaberan dibe sînor û siyaseta şer dike, du caran berpirsê krîza li sînorê Belarûsê ye.
* Biyolog Selçûk Ertekîn, nêzî 40 sal in ji deverên cuda yên herêmê li dor 8 hezarî nebatên cur bi cur berhev kirine û bi vî awayî bîra herêmê diparêze.
* Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî, bal kişand ser zextên li ser kurdî û diyar kir ku ji bo astengî li ber wan neyên danîn divê ew li ber zext û zoriyên li ser ziman rabin.
* Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç got: "Kurdistan heqîqetek e. Tim hebû û dê tim hebe." Platforma Ziman û MED-DER'ê jî bang li her kesî kirin ku li dijî van zext û zoriyan xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.
* Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Ozturk, ji bo "Meşa Spî" ku dê Yekîtiya Bijîşkan ber bi Enqereyê ve li dar bixe bang kir: "Ked a me ye, gotin a me ye. Werin em gotina xwe bibêjin."
* Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad, diyar kir ku belgeyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên bi bi dest xistine ji saziyên navneteweyî re şandine û ji bo lêpirsîneke navneteweyî dest pê bike ketine nava hewldanan.
* Çîroka Meryem Yildiz, ji bo hemû jinên di zarokatiyê de bi darê zorê hatine zewicandin û tevî hemû zext û zoriyên civakê jî ji bo li ser pêyan bimînin li ber xwe didin, dibe ronahî.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 255’emîn de berdewam dike.
* Wê danişîna doza ewil a Hevgerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan wê li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê pêk were. (09.25)
* Danişîna doza parazvanên mafên mirovan ku bi îdîaya “heqaret li serokkomar kirine” tên darizandin dê li 41’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Îzmîrê bê dîtin. (10.00)
* Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)
* Têkildarî 25’ê Mijdarê li gelek navendan dê daxuyanî bên dayîn. (13.00-17.00)
* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir wê di çarçoveya kampanya “Dema Azadiyê” de dê li avahiya Rêxistina HDP’a Misircê bi gel re werin cemhev. (13.00)
* MED-DER dê ji bo zarokan li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiyekê li dar bixe. (13.00)
* Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê wê bi dirûşmeya “Dayik li dijî şer û tundiyê aştî û azadiyê dixwazin” li ber nûnertiya xwe ya li Kanaryayê li hev bicivin. (13.00)
* Danişîna 6’emîn a doza nûçegihanê me Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser ku jê tên darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin. (14.00)