Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin

img
SÊRT  - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ê ku beşdarî civîna "Dema Azadiyê" ya li Misircê bû, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Divê em ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bikin.”    
   
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî civîna gel a ku li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Misirca Sêrtê di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" de hat lidarxistin, bûn. Di civînê de gelek kes amade bûn û pankartên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin, ji bo jiyanê edalet " û "Em ê tecrîdê bişkînin, yekîtiya neteweyî pêk bînin" hatin daliqandin.
 
‘BILA TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir da zanîn ku AKP'a li hemberî têkoşîna gelê kurd li ber têkçûnê ye û bi girtina HDP'ê hewl dide serketineke derew ragihîne û wiha got: "Îqtidar bi pirsgirêkeke mezin re rûbirû ye. Îqtidar hewl dide xwe rizgar bike. Heger kesek bixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Heger nekin, divê bê zanîn ku kurd tên xapandin. Gelê kurd vê desthilatdariya faşîst nas dike, kes nikare gel bixapîne. Tu gotin û axaftin nikarin pêşî li rakirina tecrîdê bigirin. Gel dixwaze tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Em jî ji bo rakirina tecrîdê divê li gund, tax, bajarok, navçe û bajaran ango li her qadên jiyanê têkoşîna xwe mezintir bikin. Sebra gelê kurd û dostên wan li hemberî tecrîdê nemaye.”
 
‘GELÊN CÎHANÊ DI BIN TECRÎDÊ DE NE’ 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye asta îşkenceyê û wiha got: “Gelê kurd niha di nava tecrîdê de ye. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li hemû qadên jiyanê belav bûye. Tecrîd hat girankirin û koletî hat ferzkirin. Ji bilî koletiyê tu alternatîfek ji van kesan re nehat pêşkêşkirin. Kurd vê yekê qebûl nakin. Em dizanin ku yek ji armanca tecrîda li ser Ocalan dûrxistina gelê kurd ji felsefeya Ocalan e. Lê belê ji bo vê yekê pir dereng bû. Ji ber ku gelê kurd toreke têkoşînê ya mezin ku bi felsefeya Ocalan mezin bûye ava kiriye. Ne tenê kurd, hemû gelên cîhanê di bin tecrîdê de ne. Em vegerin salên muzakereyên bi Ocalan re. Wê demê hem di warê aborî û hem jî di warê mafên mirovan de Tirkiye gihiştibû xaleke grîng. Salên di navbera 2013 û 2015’an de salên ku xwîn nehat rijandinê bûn. Lê belê îqtidar û hevkarê wê MHP salên ku ji bo berjewendiya xwe xwîn nehatibû rijandin bi dawî kirin. Û ji hingê ve xwîn diherike. Tenê rêya rawestandina rijandina xwînê Ocalan e. Li aliyê din Ocalan bi tecrîdeke ku bûye pergala îşkenceyê re rûbirû ye. Heger jiyana azad tê xwestin divê tecrîd bê rakirin. Divê tecrîd ne li ser milê gelê kurd be, divê hemû beşên civakê li dijî tecrîdê rabin û her kes dengê xwe bilind bike. Yên ku ji xwe re dibêjin muxalif divê vê tecrîdê bibînin û ji bo rakirina wê têbikoşin. Ti xeberek ji Ocalan nîne. Ev rewşek pir cidî ye. Cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe."
 
 

Sernavên din

21/11/2021
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e