AMED - Endamê Lijneya Rûmeta Bilind a TTB'ê Şeyhmûs Gokalp beraet kir.
Danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Endamê Lijneya Rûmeta Bilind a Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp hatibû vekirin, li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê derbarê Gokkalp de biryara beraetê da.