Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye

  • rojane
  • 10:04 20 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Parlementera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan ku tevli "Keştiya Azadiyê" bûye, anî ziman ku êdî dema azadiya Ocalan hatiye. 
 
Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin Prof. Noam Chomsky û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Mariead Maguiera jî di nav de gelek parlementer, hunermend, nivîskar û parêzerên navdar "Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a Navneteweyî" ava kiribûn. Înîsyatîfê heya niha gelek organîzasyonên navneteweyî li dar xistine. Herî dawî jî "Keştiya Azadiyê" ku ji Amerîkaya Latîn, Spanya, Fransa û Îtalya û gelek welatên din 37 kesên akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, parêzevanên aştî û mafên jinan û rojnamevan jî di nav de tê de cih girtin, bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" ji paytexta Yewnanîstanê Atînayê ketibû rê. Keştî ku di 9'ê Mijdarê de ji Atînayê ket rê, di 12'ê Mijdarê de gihaştibû bajarê Napolî yê Îtalyayê û rêwîtiya xwe bi dawî kiribû. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Nûrsel Aydogan ku di "Keştiya Azadiyê" de bû, têkildarî amranca çalakiyê û tiştên dê di pêş de bikin axivî. 
 
‘DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE'
 
Aydogan anî ziman ku keştî di 12'ê Mijdarê de gihaştiye Napoliyê, lê belê ev dîrok ne dîrokeke rasthatinî ye û got: "Helbet ne rasthatinî ye. Birêz Ocalan vê rojê hatiye Îtalyayê. Armanc careke din komplo bê birbîxistin, bê bibîrxistin ku komplo bi tecrîda mutleq didome û armanc çareserkirina pirsgirêka kurdî daxilî nav rojevê bê kirin û ji bo vê jî destnîşankirina ku dema azadiya Ocalan hatiye."
 
Aydogan destnîşan kir ku armanca sereke ya Keştiya Azadiyê ew e ku peyama dema azadiya Ocalan hatiye di xwe de dihewîne û got: "Azadiya Ocalan tenê ne azadiyeke fizîkî ye, azadiya wî di heman demê de çareserkirina pirsgirêka kurdî û azadiya gelê kurd e. Bi vê hat xwestin ku ev yek ji bo raya cîhanê bê ragihandin û di vî warî de zextên demokratîk li ser welatên têkildar bê kirin. Gava em di vî warî de binirxînin, em dikarin bibêjin ku beranberiyeke wê çêbûye. Gelê Îtalyayê eleqeyeke mezin nîşan da. Xwedîderketina wan û beşdarbûna wan a çalakiyan û çalakiya çapemeniyê girîng bû. Ji lew re gava mesele dibe Ocalan, tê zanîn ku gelek mudaxile û astengî tên kirin. Bi vê çalakiyê ji heq vê yekê hat derketin. Helbet ji bo xebata di vî warî de berdewamî divê. Heya di warê çalakiyan û di warê dîplomatîk de encam bi dest bikevin divê xebat bidomin." 
 
‘BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NE PÊKAN E'
 
Aydogan ku got "Ya ku azadiya Ocalan girîng dike aştiyeke adil e" û got: "Bi azmûnên ku me ew dîtin derket holê ku heya Ocalan azad nebe, aştî ne pêkan e. Gava Ocalan azad bibe dê gel bi awayekî wekhev û azad bijîn, dê jiyaneke li ser asasê azadiya jinê bê avakirin. Ev êdî tenê ne bendewariyeke gelê kurd e, bendewariya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e." 
 
TECRÎDA MUTLEQ
 
Aydogan bal kişand ser daxwaza ji bo azadiya Ocalan û dijwarkirina tecrîda li Îmraliyê û got: "Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqeke taybet heye. Li wir qanûna înfazê ne derbasdar e. Çendî car carinan hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re çêbibin jî, lê mirov dikare behsa tecrîdeke bênavber bike. Di pênc salên dawî de bi temamî tecrîdeke mutleq heye. Sedema sereke ya vê yekê jî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurdî ne. Dixwazin pirsgirêka kurdî bêyî çareseriyeke demokratîk û aştiyane ji holê rabikin. Bi taybetî jî dema ku dengên ji bo daxwazên çareserî û aştiyê bilind dibin, tecrîd bêtir giran dibe." 
 
ELEQEYEKE ZÊDE
 
Aydogan, bilêv kir ku eleqeyeke zêde ji bo rêwîtiya wan hebûye û got: "Em di 8'ê Mijdarê de li Atînayê bûn. Li Atînayê serdana gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan hat kirin. Sedema çalakiya me hat vegotin. Girîngiya têkoşîna bi hev re, girîngiya piştevaniya enternasyonal hat nîqaşkirin. Encamine baş bi dest ketin. Diyar kirin ku dê li Atînayê 'Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan' ava bikin û bitêkoşin. Gelê kurd ê li Atînayê jî di 9'ê Mijdarê de Keştiya Azadiyê bi rê kir. Yanî dikarim bibêjim ku eleqeyek baş hebû. Li Napoliyê bi sirûda Çav Bella hat pêşwazîkirin. Girseyeke qelebalix hebû û hema bibêje hemû jî îtalî bûn. Ji xeynî partiyên siyasî şaredarên bajêr jî ji bo pêşwaziyê hatibûn û li wir axifîn. Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Napoliyê êvarî li şaredariyê hevdîtin bi me re kir. Beşdarbûna ji bo panel û konsera piştî meşê û mîtîngê pir zêde bû. Yanî eleqeya ji bo xwedîderketina çalakiya me pir zêde bû." 
 
Aydogan ji bo xebatên ku dê ji niha û pê ve bên kirin jî got: "Em 4 kes ji HDP'ê tevlê bûn. Lê em ne endamên Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan a Navneteweyî ne. Înîsyatîfê heya niha ji bo azadî û aştiyê xebatên pir girîng kirine. Çalakî bi biryara ku dê xebat bidomin bi dawî bû." 

Sernavên din

21/11/2021
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e