Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin

  • jin
  • 09:03 24 Mijdar 2021
  • |
img
ÊLIH - Fûtbolvanên jin ku bi serketin û xîreta xwe feraseta "jin nikarin bi fûtbolê bilîzin" şikandin, niha armanca wan a sereke bibin şampiyon. 
 
Tîma Fûtbolê ya Batman Karşiyakasporê ku di lîga 3'yan a Jinan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de ye, bi performansa xwe ya serketî balê dikişîne. 
 
Jinên ku li gel hemû zextên civakî li taxê dest bi fûtbolê kirin, piştî perwerdehiyeke profesyonel 6 sal berê tîma xwe ava kirin. Tîm, bi vê performansa xwe ya serketî lîga amatorê derbas kir û derbasî lîga profesyonel bû û jinan bi vê re careke din feraseta "ma jin dikarin bibin fûtbolvan?" şikandin. 
 
Cîgira antrenor Halîme Aykût, diyar kir ku ji zarokatiyê ve bala wê çûye ser fûtbolê û got: "Berê hakem bûm. 5 sal berê bi daxwaza mamosteyan hatim Karşiyakasporê. 5 sal in di vê tîmê de dixebitim. Gava min dest pê kir, tîma me di lîga amatorê de bû. Niha em di lîga 3'yan de ne. 36 lîstikvanên jin û 3 antrenor hene. Ji ber pîvanan 21 kes di tîmê de cih digirin. Ên din jî tevkariya tîmê dikin." 
 
Aykût, destnîşan kir ku ev yek ji bo wan cihê şanaziyê ye û got: "Em jin tişta dihat gotin nayê kirin em dikin. Em li hemberî kesê 'jin nikarin bi fûtbolê bilîzîn' em bi awayekî herî baş bi fûtbolê dilîzin. Gava piştevaniya jinê xwe li qadê dide der, ev me xurtir dike. Armanca me em bibin şampiyon. Em ê bi ser bikevin. Bang li hemû jinan dikim, bidin dû xeyalên xwe." 
 
PIŞTGIRIYA MALBATAN
 
Lîstikvan Zeynep Bişerî ku li taxê dest bi fûtbolê kiriye, anî ziman ku piştî israra hevalên xwe yên fûtbolvan hatiye Karşiyakasporê. Bişerî, bilêv kir ku malbatê wê li ber daxwaza wê rabûye û gotiye "Jin nikare bi fûtbolê bilîze", lê piştî wextekê malbata xwe qaneh kiriye û got: "Ewilî min got tevli dersên perwerdehiya laş dibûm, lê dihatim tevli tîmê dibûm. Gava pê hesiyan ku ez di tîmê de dilîzim êdî hew deng ji xwe anîn. Bi dû re jî gava dîtin ez serketî me, alîkariya min kirin. Niha alîakriya min dikin. Ji ber vê piştgiriya wan pir kêfxweş im. Lê hê jî di warê şort de em li hev nakin."
 
SERKETIN
 
Esr4a Baglamiş jî piştî çar salan bi badmîntonê lîstiye biryar daye bibe fgûtbolvan û got: "Karşiyakasporê jî dît ku ez di fûtbolê de baş im, gazî min kir. Min hî qebûk kir. Lê ji ber ku malbata min neidxwest bibim fûtbolvan, min ji wan re got ez diçim Dibistana Bilind a Perwerdehiya Laş, min bi vî awayî derewa kirin. Paşê qebûl kirin. Lê qanehkirina wan hinekî zehmet bû. Bi saya mamosteyên min û serketina min qaneh bûn." Baglamiş, bilêv kir ku niha amadekariyên lîgê dikin ku dê di meha Kanûnê de dest pê bike û armanca wan ew e ku bibin şampiyon.
 
LI KUÇEYÊ DEST PÊ KIR
 
Rojîn Ercan jî di temenekî biçûk de dest bi fûtbolê kiriye. Ercan, ewilî li kuçeya taxa xwe dest bi fûtbolê kiriye û paşê daxilî nav tîmê bûye. Ercan got: "Min hewl da tim xwe bi pêş ve bibim." 
 
 ‘EM Ê BIBIN ŞAMPIYON'
 
Ercan, destnîşan kir ku hewl didin beranberiya keda xwe bi dest bixin û got: "Helwesta gelê Êlihê ya ji bo fûtbolvanan baş e. Helbet fikira hin kesan cuda ye. Hin kes hene naxwazin em şortan li xwe bikin, naxwazin em bilîzin. Lê ew vî bajarî temsîl nakin. Malbata min jî piştgiriya min dike. Em ê bi vê xîret û têkoşînê bibin şampiyon." 

Sernavên din

25/11/2021
09:10 Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin
09:09 Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
09:08 Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN
24/11/2021
17:15 Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye
17:05 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:45 Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê
16:38 Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin
16:35 Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin
16:33 Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir
16:08 Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?
15:28 ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin
15:26 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan
15:04 Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn