BOLÛ - Hat hînbûn ku ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê 15 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê û gardiyan bi ser qawişên girtiyên siyasî de girtin. Piştî serdegirtinê girtiyên bi navê Mahmût Balkaş, Kenan Avci û Abdûrrahîm Pamûk û 12 girtiyên navê wan nehatin hînkirin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Nehat hînbûn ku girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin. Hat ragihandin ku malbat û parêzerên girtiyan derbarê sewqkirinê de nehatine agahdarkirin.