Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin

  • rojane
  • 09:14 28 Mijdar 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan, anî ziman ku aboriya welêt ji bo şerê li hemberî kurdan tê xerckirin û çareserkirina pirsgirêkê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêkan e. 
 
Ji ber polîtîkayên şer ên îqtidara AKP'ê ku budçeyeke zêde ji bo pîşesaziya parastinê vediqetîne krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Ev çend roj in li gelek baharên Tirkiyeyê welatî ji ber zêdebûna kûra dowîzan û krîza aborî dadikevin kuçeyan. 
 
Pîlotê şer ê berê Bahadir Altan aboriya şer nirxand. 
 
'DÊ GEL WÊ HILWEŞÎNE'
 
Altan, destnîşan kir ku AKP bi taybetî ji sala 2015'an heya niha ji xeynî şer tu sozî nade. Altan, bal kişand ser welatiyên çend roj in bi dirûşmeya "Hikûmet îstifa" dadikevin kuçeyan û tahdeya ku polîs li wan dikin û got: "Tenê tirsa wan, gel dakeve kuçeyan. Ji lew re baş dizanin ku yê ku vê îqtidarê hilweşîne gel e." 
 
Altan, anî ziman ku ger hilbijartin çênebe dê hemû çavkaniyên welêt bihelin. 
 
'DI ŞER DE KES BI SER NAKEVE'
 
Altan, bilêv kir ku AKP hîmê xwe li ser şer û rageşiyê daniye û ji ber van polîtîkayên wê krîz kûrtir dibe. Altan, dubare kir ku îqtidar hemû pereyan ji bo çekan û ler xerc dike û di vê polîtîkaya xwe de îsrar dike. Altan, diyar kir ku Tirkiye tenê ne li nav sînorê xwe, ew û welatên cînar hemû ji hev xeydan in. 
 
Altan, got: "Em bedêla şer didin. Di hevdîtinên budçeyê yên dawî de Parlementerê HDP'ê Garo Paylan hejmarên budçeya ku ji bo aboriya şer tên xerckirin aşkere kir. Niha F-35'ek tenê di ser 120 milyon dolarî r eye. Heya niha DYA'yê F-22 nefirotiye tu kesî. Heba F-22'yê li dor 350 milyon dolarî ye. S-400'ên bi 2 milyar û nîv dolarî nehatin bikaranîn. Aboriya şer aboriyek biha ye û tu kes bi ser nakeve." 
 
WELAT DI NAV ÇIRAVÊ DE YE
 
Altan, bal kişand ser gotinên Serokkomar Erdogan ku gotibû "Ma hûn dizanin heê fîşekekê bi çi qasî ye?" û destnîşan kir ku welêt ji ber polîtîkaya derve ya AKP'ê ketiye nav çiravê û her ku tevdigere bêtir noq dibe. Altan, destnîşan kir ku welatekî ku bibêje "fiyetê fîşekekê bi çi qasî ye" ew welat ketiye halekî wisa ku êdî nikare tu polîtîkayan hilberîne û got: "Xelasiya vê bi muxalefetek ku bibe neynin heye. Mixabin di vê polîtîkayê de berpirsiyariyek mezin jî ya CHP û Partiya ÎYÎ'yê ye. Ew jî sirf ji bo rayên wan ên netewperest ji dest wan neçin bûn piştgirê van polîtîkayan. Niha jî muxalefetê dikin, lê em hevokeke zelal nabihîsin. Mixabin hê me gotineke wekî 'em ê dawî li vê aboriya şer û polîtîkaya derve ya li ser asasê şer bînin.'" 
 
MÎNAKA VÎETNAMÊ
 
Altan gotina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî bibîr xist ku gotibû "Gava em bibin îqtidar em ê Qendîlê serobino bikin" û got: "Hûn Qendîlê serobino bikin jî dê ev şer neqede. Ger wiha bûbûna, dê Amerîka li Vîetnamê bi ser biketana. Divê em van tiştan ji mirovên Tirkiyeyê re bibêjin û dawî li vî şerî bînin. 40 sal in çiya tên bombebarankirin. Kîjan pirsgirêk çareser bû? Halbûkî çareserî aştiya li hundir û derve ye." 
 
Altan, destnîşan kir ku çareserkirina krîza aborî û pirsgirêkên din aştî ye û got: "Ger meseleya kurdî çareser bibe, dê aştiya navxweyî çêbibe. Kes dewleta Tirkiyeyê xera nake. Lê meriv rabe dewleta xwe xera bike, ev talûkeyeke mezin e. Ev polîtîkaya derve bi xwe ye. Ji ber vê polîtîkayê welêt ber bi kendal ve diçe. 40 sal in aboriya vî welatî ji bo şer tê xerckirin. 40 sal in xwîn dirije, mirov dimirin. Bi vê mirov nagihê tu derê. Ger rûnên û pêvajoyeke aştiyê bidin destpêkirin, dê gelên Tirkiyeyê jî bibin yek. Tekane xelasiya ji krîza aborî jî ev e." 
 
‘ÇARESERÎ OCALAN E'
 
Altan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Gelê kurd bi rêzgirî nêzî Ocalan dibe. Ji xeynî aştiyê çareyek din tune ye. Gava vê yekê jî bêguman bi hevdîtina bi kesên vî gelî temsîl dikin re pêkan e. Yek ji van kesan jî Abdûllah Ocalan e. Ev mirov dikare ji bo aştiyê gelek tiştan bike. Demildest divê tecrîda li ser wî bê rakirin û çareserî bê nîqaşkirin." 
 
MA / Ozlem Yayan - Hakan Yalçin
 
 

Sernavên din

01/12/2021
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’