Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir

  • rojane
  • 09:15 28 Mijdar 2021
  • |
img
HATAY - Malbata girtiyê nexweş Bangî Mohamed ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da got: "Dermanên wî nedanê, rewşa wî xirab bû û mir." 
 
Hatibû diyarkirin ku girtiyê nexweş Bangî Mohamed (33) ê ji Efrînê di 12'ê Mijdarê de li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê jiyana xwe ji dest daye. Li gor gotinên malbatê û parêzer Mehtap Sert, Mohamed ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Bangî Mohamed ku li Helebê dijiya, di sala 2013'an de tevî dê û bavên xwe û 4 xwişk û birayên xwe hatiye navçeya Dortyol a Hatayê. Mohamed piştî hatiye Dortyolê karê çandiniyê kiriye û ji ber mîde û rêviyên xwe emeliyat bûye. Di emeliyatê de nîviyê rêviyên wî hatine jêkirin. Paşê çendî ku li Tirkiyeyê tu "sûc" nekirine jî di 1'ê Çileyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Bangî Mohamed biriye. 
 
Mohamed, di girtîgehê de demekê bi Îsmaîl Tamboga û Siddik Guler ê nexweş re di heman qawîşê de maye. Piştî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin wî ji cem girtiyên nexweş derxistine û xistine hucreyekê. Mohamed piştî demekê êdî hew karibûye bimeşe. Di girtîgehê de 3 caran emeliyat bûye û organên wî av girtine. Çendî ku gelek nexweşîn pê re hebûne jî li nexweşxaneyeke baş nehatiye tedawîkirin û herî dawî gava nexweşînên zor dane wî, ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê. 
 
Mohammedê nehat tedawîkirin û berdan, hat hînbûn ku di 12'ê Mijdarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. 
 
'ME ŞÎNA WÎ DANENÎ'
 
Malbata Mohamed, anî ziman ku rêvebiriya girtîgehê di 12'ê Mijdarê de telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye Bangî Mihammed miriye. Malbatê bibîr xist ku kurê wan bi îhbarekê hatiye girtin û beriya bimire bi hefteyekê çûne girtîgehê cem wî. Malbatê, behsa hevdîtina dawî kir: "Ji me re got, 'Rewşa min qet nebaş e. Ez belesebeb di girtîgehê de me, tu sûcê min tune ye. Min ji vir derxin. Li vir tahdê li min dikin.' Bangî emeliyat bûbû û hebikekî baş bûbû. Paşê ceza lê birîn. Li girtîgehê ji ber ku derman nedan wî rewşa wî xirab bû û mir. PIştî otopsiyê me cenazeyê wî wergirt. Me di 13'ê Mijdarê de ew bir Efrînê û li gundê Hecîhese defin kir. Piştî karê definkirinê em cardin hatin DOrtyolê. Me şîna xwe jî danenî." 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê Parêzer Mehap Sert jî, li girtîgehê hevdîtin bi Bangî Mohamed re kiriye. 
 
Sert, anî ziman ku di dema tedawiyê de dermanên wî nehatine dayîn û di meha Tebaxê de girtiyên bi Mohamed re di heman waîşê de ji bo tedawîkirina wî serlêdan kirine û piştî vê serlêdanê hevdîtin bi rêvebiriya girtîgehê re kirine. 
 
LI TIRKIYEYÊ TU SÛC NEKIRIYE
 
Sert, got: "Girtî di mazgalê de gazî gardiyanan dikin. LÊ gardiyan guh li wan nakin. Ji wan re dibêjin 'Ma em saziyên civaka sivîl in hûn serî li me didin?' Mohamed li Tirkiyeyê daxilî nav tu 'sûcî' nebûye, ji ber 'sûc'ekî li welatê xwe li Tirkiyeyê hatiye girtin û darizandin. NExweş bû, ji ber ku bi tirkî nizanibû hevalê wî serlêdan kiribû. Piştî vê serlêdanê, ji bo wî rakin nexweşxaneyê me serlêdan kir. Ev daxwaza wî hat qebûlkirin û wî birin nexweşxaneyê." 
 
RAPOR NEDAN
 
Sert, diyar kir ku piştî Mohamed ji nexweşxaneyê derketiye û wî birine girtîgehê, çûye girtîgehê serdana wî kiriye. Sert got: "Me tespît kir ku wî xistine qawîşeke demborî û pêdiviyên wî nadinê. Ji lew re di mîdeya wî de kîtleyek hebû. Ji ber vê nîviyê mîdeya wî hatibû jêkirin. Nîviyê rêviyên wî hatibûn jêkirin. Nikaribû li ser pêyan bisekine, nikaribû destên xwe bileqîne. Devê wî xwar bûbû. Li gelek deverên laşê wî, bi taybetî jora çavên wî û stuyê wî pir werimîbûn. Bêyî haya wî hê hebe, mîza wî dihat. Digot gava bin wî şil dibe, pê dihese. Gotibû, nikare xwarinê bixwe, ji lew re nikare xwarin di têfikê de bibe ber devê xwe. Qama wî 178 cm bû, lê zihîf bûbû, bûbû 48 kîlo. ÎHD, ji bo berdana wî cardin serlêdan kir. Di 1'ê Mijdarê de parlementerên HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Tulay Hatîmogûllari çûn girtîgehê cem wî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Mohamed hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kirin. Lê mixabin ji bo pêkanîna daxwazan wext têr nekir. DI 12'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Piştî jiyana xwe ji dest da wî birin Saziya Tiba Edlî. LÊ belê saizya tiba edlî rapora qethî nedaye û niha sedema mirina wî wekî qeyrana dil tê zanîn." 
 
Sert, destnîşan kir ku li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê pirsgirêke herî cidî, nedayîna dermanên girtiyên nexweş e û got: "Mohamed jî ji ber vê gilî dikir. Digot, dermanên wî bi awayekî rêk û pêk nayên dayîn û ji ber vê pir diêşe."
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Sert, destnîşan kir ku li Girtîgeha Îskenderûnê 4 girtiyên nexweş hene û got:Ş "Yek ji vana Îsmaîl Tamboga ye, ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê hatiye sewqkirin. Girtiyên nexweş tên tedawîkirin, lê teşxîsa rast nayê dayîn. Ji ber vê bi dermanan baş nabin. Pirsgirêkeke din jî xwarin e. Hatibû diyarkirin ku tenê birinc û miqarneyê didin, xwarinên avî jî tenê çoçikê didin û ji ber vê ji taqet dikevin. Têkildarî vê mijarê me hevdîtin bi girtîgehê re kir, lê tiştek nehatiye kirin. Em ê şopdarê vê pêavjoyê bin. Piştî sedema bera ya mirina Mohamed bê eşkerekirin, çi hewce be dê bikin." 
 
Li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê girtiyên nexweş ev in: ÎSmaîl Tamboga, Siddik Gukerî N.O û Ş.Y. û zarokê bi navê A.O. yê 2 salî ku tevî dêya xwe di girtîgehê de ye. 

Sernavên din

01/12/2021
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’