MÊRSÎN - Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga “Banga Demokrasiyê” ya HDP li Mêrsînê li dar dixe. Beşdarbûna gel a mîtîngê bi awayekî bi komî didome.
Mîtînga “Banga Demokrasiyê” ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrsînê li dar dixe dest pê kir. Qada mîtînga ku li rex Stada Tevfîk Sirri Gur a Kevin a Mêrsînê tê lidarxistin bi alên HDP’ê hat xemilandin. Mîtînga ku jin bi cilên xwe yên herêmî başdar bûn, ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdar dibe. Welatiyên ku du noxteyên lêgerînê de derbas bûn, ligel stranên kurdî govendê digerînin. Di qadê de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” tên berzkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya bi wî re ji bo tevlî mîtîngê bibe di derketina otobana Edeneyê de bi konvoyê hat pêşwazî kirin û derbasî qada mîtîngê bû.
Ji xeynî Sancar, parlementerên herêmê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên HDP’ê, endamên Meclîsa Partiyê (PM) û endam û rêveberên navend û navçeyê jî beşdarî mîtîngê bûn.
Sancar, niha di mîtîngê de diaxive.