* Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye krîza mafên mirovan û divê tecrîd bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e, were bidawîkirin.
* Hevberdevka HDP'ê ya Elmanyayê Leyla Îmret bal kişand ser polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê ku tu ferqa wê ji tecrîdê nîne û got: “Li hemberî vê xitimandinê dem dema vekirina deriyên Îmraliyê ye.”
* Bîlal Gezer di çalakiyên Kobanê de hat kuştin. Mehmet Emîn Gezer ji bo li kiryarên birayê xwe bipirse çû ber qereqolê û hat gulebarankirin û felç ma. Doza 4 polîsên bûn sedemê birîndarkirinê bi hêceta “li gorî hiqûqê” ye hatin beraetkirin.
* Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku daxwazên xwendekarên Herêma Kurdistanê rewa ne û got: “Tundî, girtin, kuştin û revandin ne çareserî ye.”
* Yusuf Şîrîn ê ku birayê wî li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye da zanîn ku birayê wî gotiye kelûpelên wan hatine desteserkirin û gardiyan dibêjin “dewlet em in.”
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 266'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 14’an de didome.
* Rûniştina 7'emîn a Doza Kobanê di roja yekemîn de wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00-17.00)