Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin

  • rojane
  • 14:58 30 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yîldîrîm û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de dimînin, Nevroz Ûysal, Îbrahim Bîlmez, Mazlûm Dînç ve Serbay Koklu, ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN 
 
Serdozgeriyê di 23’ê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabû Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan. 
 
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.
 
DU QEDEXEYÊN NÛ YÊN HEVDÎTINÊ
 
Parêzerên Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê parêzeran di 22'ê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana "hevdîtina lezgîn" kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12'ê cotmehê de ji bo 6 mehan li Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18'ê Tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran. 
 
HEVDÎTINA DAWÎ DI 25'Ê ADARÊ DE BÛ
 
Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/12/2021
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’