‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'

  • rojane
  • 09:13 1 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Ercan Yilmaz, xwest ku ji bo girtiyên nexweş ên ji aliyê ATK'ê û îdareyên girtîgehan ve bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin heyetên serbixwe bên avakirin. 

Li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û bêdengiya rayedaran a ji bo wan didome. Saziyên Tiba Edlî (ATK) tim derbarê girtiyên nexweş de raporên "dikarin di girtîgehê de bimin" çêdike û li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji sala 2016'an heya niha herî kêm 103 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî di 12'ê Mijdarê de li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê Bangîn Mûhammedê 33 salî yê ji Efrînê ji ber ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Rêvebirê ÎHD'a Amedê û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku dê biryarên cihêkar hejmara miriyan zêdetir bikin û xwest demildest ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin. 
 
ATK
 
Yilmaz, destnîşan kir ku meseleya girtiyên nexweş ji zû de di rojevê de ye, lê belê hikûmet ne guh dide bangawaziyên rêxistinên tenduristiyê ne jî yên mafên mirovan. Yilmaz, nerazîbûna xwe ya ji bo raporên ku ji aliyên heyetên serbixwe ve nayên çêkirin anî ziman û got: "Bi salan e em ji bo vê bang dikin. Divê di vê meseleyê de tekane saziya erkdar ne ATK be. Serlêdanên me yên ji bo girtiyên nexweş hene ku nikarin di girtîgehê de bimînin û bi tena serê xwe bijîn. Lê belê yên teşxîsê datînin saziyên tenduristiyê yên xwecihî ne. Ger ev rapor erênî bin, vê carê dozger serî li ATK'ê dide. ATK jî biryara 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide." 
 
HINCETA 'EWLEHIYÊ'
 
Yilmaz, bilêv kir ku girtiyên nexweş bi hinceta "ewlehiyê" nayên berdan û got: "Di vê raporê de midûriyeta polîsan jî biryarê dide di warê berdan û neberdana girtî de. Bi piranî bi hincetên ne berbiçav û tu eleqeya wan bi bi hiqûqê re tune ne di girtîgehan de tên ragirtin. Lê belê ev biryar bi raporên dozgeriyê û zanistî pêkan in. Ji lew re gava mesele girtiyên siyasî bin, midûriyeta polîsan bi raporên xwe bi awayekî aşîgir tevdigere. Ji ber ku tekane saziya erkdar ATK û nexweşxane ne, ev pirsgirêk rû didin." 
 
ÇEWISANDIN Û RAPOR
 
Yilmaz, destnîşan kir ku dê bi desteyên serbixwe pirsgirêkên wiha rû nedin û got: "Ji lew re gava nexweşên ji bo tedawiyê diçin, agahiyên wan diçin ber destên wan ku ji ber kîjan dozê hatine girtin. Lê belê ne hewce ye ew pê zanibin. Tu pêwendiyek di navbera şert û mercên tenduristiyê yên mirovan û sedema girtîbûna wan de tune ye. Ev ne rewşine ku hev du temam dikin. Lê belê ji ber çewisandinên îqtidarê yên li ser saziyên dewletê, nexweşxane jî û bijîşk jî raporên 'dikarin di girtîgehê de bimînin' amade dikin." 
 
Yilmaz, bilêv kir ku divê mirov bi nêrîneke mirovane nêzî girtiyên nexweş bibe, lê belê girtiyên nexweş bi destê îqtidarê tên cezakirin. Yilmaz, destnîşan kir ku di standardên navneteweyî de pir zelal e ku kîjan girtî ji ber kîjan nexweşînan nikarin di girtîgehê de bimînin û got: "Pîvanên Mandela ji bo vê çarçoveyek e. Îqtidar bi taybetî divê di vê çarçoveyê de nêz bibe. Ger di vê çarçoveyê de bi awayekî mirovane nêz bibe, dê ev pirsgirêk çareser bibe. Lê rewşa girtiyên nexweş tim bi konjuktura siyasî, bi atmosfera siyasî ya navxweyî ve tê girêdan." 
 
‘GER TEVDÎR NEYÊN GIRTIN...'
 
Yilmaz, destnîşan kir ku di vî warî de bi taybetî divê ji bo girtiyên nexweş karbidestiya efûyê ya serokkomar bê nîqaşkirin. Yilmaz, got: "Mesela komeleya me ji bo Mehmet Emîn Ozkan û Siddik Guler gelek caran serlêdan kir. Ev mirov di ser 80 salî re ne û gelek nexweşînên wan hene. Me gelek caran anî ziman ku ji bo van girtiyan karbidestiya efûyê ya serokkomar heye. Lê ji bo vê tu bersiveke erênî nedan û helwesteke cihêkar nîşan dan. Bi efûya serokkomar herî dawî kesê ku tê gotin failê Komkujiya Madimakê ye hat berdan. Lê belê ev karbidestî ji bo Ozkan, Guler û gelek girtiyên rewşa wan giran û ji ya wî kesî girantir e nehat bikaranîn. Ji ber vê ji roja pandemî dest pê kiriye heya niha bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ger tevdîrên baş neyên girtin dê hejmara miriyan zêdetir bibe." 
 
HEYETÊN SERBIXWE
 
Yilmaz, bang kir ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş divê bîrdozî li hêlekê bimînin, partiyên siyasî bên cem hev du, hiqûqa mirovane esas bê girtin, heyetên serbixwe bên avakirin û xwest girtiyên nexweş bên berdan. 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

03/12/2021
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin
10:57 Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin
10:23 ‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê
10:22 Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand
09:29 Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere