* Pezkoviyên Geliyê Înê ji aliyê nêçirvanên "bibelge" ve tên kuştin. Şêniyên herêmê bertek nîşan dan û gotin: "Bila tevdîr bê girtin, yan na çi hewce be em ê bikin."
* Mazlûm Dûrsûn ê ku di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye, cezayê wî qediyaye lê ji ber ku di "qawîşa alîgiran" de maye 7 meh in nayê berdan.
* Cenazeyê Latîfe Hamîdî ya ku encama DNA'ya wê eşkere bûye 8 meh in nayê dayîn û li goristana "bêkesan" tê rawestandin. Dayika wê Hanîfe Hamidî got: "Keça min ne bêkes e."
* Li Wanê nanpêjan diyar kir ku kîsê arvan ji sedî sed biha bûye û gotin: "Vê zivistanê dê gelek esnaf dikanên xwe bigirin."
* Hevserokê ÎHD a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû, bal kişand ser pêkanînn Rewşa Awarte yên 6 sal in li Colemêrgê û navçeyên wê didomin û got: "Mirov li sînor tên kuştin, dengê wan tê tepisandin, li midûriyeta polîsan, li nav kuçeyê, li qereqolan tên îşkencekirin. Mirov dê behsa aramî û ewleyiyek çawa bike?"
* Fevziye Kolakan a 71 salî ku temenê wê bi têkoşînê derbas bûye û her cara ku diweste dibêje "Berxwedan Jiyan e" û cardin dide ser rêça xwe, tevî hemû nexweşînên xwe û westandina xwe niha jî li dijî bêedaletiya li girtîgehan di Nobeda Edaletê ye.
* Hevserokên HDP'ê ji bo kongreya HDP'a Stenbolê ku dê di 12'ê Kanûnê de bê lidarxistin gotin: "Dê xurtbûna kongreyê, hêvî û coşa gel a ji bo pêşerojê mezintir bike."
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 269’emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza Dayîka Aştiyê Makbule Ozbek a 72 salî dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê. (10.00)
* Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî geşedanên di rojevê de wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Danişîna ewil a doza 20 endamên DÎAY-DER'ê yên ji ber beşdarî Nimêja Înê ya Sivîl bûne dê li 34’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk bê. (11.30)
* OHD û gelek rêxistinên hiqûqî wê derbarê Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li Amedê hatibû qetilkirin li ber Edliyeya Bakirkoyê daxuyanî bidin. (13.00)
* Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 17’an de berdewam bike. (13.00-16.00)