Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan

  • rojane
  • 10:31 2 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Rêberê PKK'ê Abdullah diyar kir ku bi astengiya hevdîtina parêzer û malbatê dixwazin tawîz were dayîn û got: “Tişta ku tê kirin ne di hiqûqa dewletê de û ne jî di hiqûqek din de heye. Dewlet xeletiyan dike.” 

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata sala 1999’an ve 22 sal in bi şertên tecrîdek giran re tê ragirtin. Ji meha Tebaxa sala 2019’an ve parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Hevdîtinên parêzer û malbatan bi cezayên dîsîplînê ku li Ocalan û girtiyên cem wî tên birîn, tên astengkirin. Her dawî derket holê ku Dadgeha Cezayê Înfazê ya Bûrsayê 6 meh qedexeya hevdîtinê li parêzeran û 3 meh qedexeya hevdîtinê li malbatan biriye.
 
FIKAR ZÊDE BÛBÛN
 
Ji ber zêdebûna fikarên raya giştî ya ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19), Ocalan cara ewil li Îmraliya piştî 21 salan mafê xwe yê têlefonê bikar bîne û bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ev hevdîtin di 27’ê Nîsana 2020’an pêk hat. Piştî ku îdiayên derbarê rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan de bû sedema nîgeraniya raya giştî, di 25'ê Adarê de careke din bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Mehmet Ocalan da zanîn ku ev hevdîtin 4 deqîqe û nîv dewam kiriye û hatiye qutkirin.
 
CEZAYÊ VOLTAYÊ!
 
Derket holê ku cezayên dîsîplînê piştî 3'ê Adara 2020'an ku têkiliya herî dawî bi Ocalan re hatiye dayîn, hatiye birîn. Di 30’ê Îlona 2020’an de ji aliyê Desteya Dîsîplînê ve 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina malbatê li Ocalan hate birîn. Piştî vî cezayî, di meha Çileyê borî de cezayê dîsîplînê yê nû hat dayîn û hevdîtin 3 mehan hat qedexekirin. Di dema astengkirina dîtinan de derket holê ku hevdîtina malbata Ocalan a di Îlona 2018’an de bi hinceta “faliyeta sporê” de “volta avêtiye” 3 meh hatiye astengkirin. Di serlêdana herî dawî de hate diyarkirin ku di 18’ê Tebaxê de li gel qedexeya hevdîtina bi parêzer re 3 meh cezayê hevdîtina malbatê li Ocalan hatiye birîn. Ji Ocalan ê ku nêrîna malbat, wesiyet û parêzerê wî hatiye astengkirin 8 meh in tu agahî jê nayê girtin.
 
'NIKARIN JI MIN TAWÎZAN BIGIRIN’ 
 
Di hevdîtinên li Îmraliyê de Ocalan diyar kir ku dewlet dixwaze bi astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê tawîzan bigirin. Ocalan piştî qedexekirina hevdîtin parêzeran a di 27’ê Tîrmeha 2011’an de dest pê kir di 12’ê Cotmeha 2011’an de li gel malbata xwe hevdîtin pêk anîbû û wiha gotibû: “Eger rastî hebin em rast dikin, xeletî hebin em dibêjin xelet. Divê tu kes ji me zêde hêvî neke. Divê em ji rastiyê re bêjin rastî û ji xeletiyê re jî jî bêjin xeletî. Heger em deh sal bin li vir bi tenê dimînin, her çend kes neyê hevdîtinê jî divê em dîsa jî rastiyê bêjin û tiştên rast bikin. We û parêzerên naynin. Ew difikirin ku ew ê bi vî rengî b imin tawîzan bidin! Heger ez deh salan bi tenê li vir bimînim, ew ê nikaribin bi vî awayî ji min tawîza bidin. Ez ji rastiyê tawîz nadim. Bi anîna we ya vir jî dixwazin bêjin va em destûra hevdîtinê didin. Hemû mafên me desteser dikin, hewl didin car carna rêya hevdîtinê vekin û ser kirinên xwe binixumînin.” 
 
‘WEK REHÎNE DIGIRIN’ 
 
Ocalan di 7’ê Hezîrana 2013’an de di hevdîtina xwe ya bi Heyeta Îmraliyê re gotibû: “Serdozgerê Bursayê vê dawiyê hat. Min jê re got, birayê min Mehmet jî nayê; Malbata min e, hûn nahêlin ew jî were. Ji ber pêvajoyê sê sal e ku parêzerên min nehatin ne xem bû, min sebir kir. Lê min got, ma ev ne tam rewşeke rehîneyê ye ku hûn niha dikin? Ji ber vê yekê ew min wek rehîn digirin. Dema Mehmet di 3'ê Çile de hat, min hişyar kir: Heger di nava çend hefteyan de hewa xerab nebe, eger te ne bînin, dest bi berxwedanê bike. Heger te neyinin nexwê pirsgirêkek heye û ez vê yekê wek nimûne dibêjim."
 
HEVDÎTINA DAWÎ: DEWLET XELETIYÊ DIKE 
 
Ocalan herî dawî bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 25’ê Adarê de hevîtin pêk anîbû û wiha gotibû: “Tu çawa hatiyî vir? Kî te aniye? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî? Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

03/12/2021
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin
10:57 Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin
10:23 ‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê
10:22 Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand
09:29 Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere