MÊRDÎN - 4 kesên di 27’ê Mijdarê de li Mêrdînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Di serdegirtinên malan ên di 27’ê Mijdarê de li navend û navçeyên Mêrdînê hatibûn kirin de 45 kes hatibûn binçavkirin. 41 kesên hatibûn binçavkirin di rojên cuda de hatibûn berdan. 4 kesên din jî piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfadeyan her 4 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrdînê kirin. Dadgehê piştî îfadeyên Hasîp Ozdemîr, Adile Zengîn, Çetîn Elîk û Abdullatîf Zengîn wergirt, ew bi şertê kontrola edlî berdan.