Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin

  • rojane
  • 14:32 8 Kanûn 2021
  • |
img
ŞENGAL - Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hat veşartin.
 
Duh saet li derdora 14:00’an balafira bêmirov a Tirkiyê di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî xilas bûn, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û berzkirina dirûşmeya "şehîd namirin" ber bi goristanê hat birêkirin.
 
Cenazeyê Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û berzkirina dirûşmeyan bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hat veşartin.
 
Piştî ku darbesta Merwan Bedel bi karwaneke bi sedan wesayîtan ji mala wî hat oxirkirin, karwan beriya ku bigihe şehîdgehê, li lofên Kolika sekinî. Li vê derê bi hezaran welatî darbesta wî girtin ser milan û heya şehîdgehê meşiyan. Girse bi lêdana def û şibêban û her wiha bi dirûşma "şehîd namirin" heya şehîdgehê meşiya.
 
Li goristanê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û her wiha gelê Ereb jî di merasîmê de amade bûn. 
 
'NAXWAZIN ÊZIDÎ BI RÊXISTIN BIBIN' 
 
Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Tîrêj Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser ked û têkoşîna Bedel û wiha got: “Şehîd Merwan Bedel di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe tevlî refên berxwedanê bû. Bi salan ji bo parastina Şengalê û Êzîdxanê têkoşînê kir.” Tîrêj Şengalî destnîşan kir ku herî dawî jî ji bo rêxistinkirina civaka azad wî di qada civakî de xebat meşandine û wiha berdewam kir: “Malbata hevalê Dijwar Feqîr hebû. Lê malbata wî ya esasî civaka Êzidî bû. Ev şehadet jî car din îspat kir ku ji bilî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê tu rêyek cûda ji bo Êzidiyan nîne.”
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞERIYA WÎ
 
Piştî axaftina Tîrêj Şengalî, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm axivî. Heso Brahîm jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana têkoşer a Merwan Bedel û wiha got: “Em di şexsê wî de hemû şehîdan bibîr tînin. Pêşengê me Merwan Bedel bi rêzdarî bibîr tînin. Eger em bêjin em li pey Tawisî Melek in emê şehîdan bidin. Eger em şehîdan bidin wê demê em zanibin em hene. Hevalê Merwan bû fedaiyek Tawisî Melek, bû fedayiyê Êzîdxanê. Hevalê Merwan şehîdê Êzîdxanê ye. Bila serê gelê Êzidî sax be. Hol hola Tawisî Melek e." 
 
'BERPIRSIYAR HIKUMETA IRAQÊ YE' 
 
Di merasîmê de herî dawî jî Şemê Remo li ser navê TAJÊ axaftinek kir. Dayê Şemê di axaftina xwe de herî zêde bal kişand ser berpirsyariya hikumeta Iraqê û got: “Ka parastina hikumeta Iraqê, ka parastina dewletan. Hikumeta Iraqê îro hevalê Erdogan e. Em vê hikumetê şermezar dikin.”
 
Di merasîmê de hêrs û kîna li hemberî Tirkiyê, hikumeta Iraqê û PDK’ê hîç kêm nebû. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê û parastina Şengalê hat dayîn.
 
Piştî axaftinan cenazeyê Bedel li ber berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" spartin axê.
 
 

Sernavên din

09/12/2021
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan