MERSÎN - Di rapora ku derbarê Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê de hat amadekirin de hat diyarkirin ku li girtîgehê lêgerîna tazî didome, mafê tedawiyê tê astengkirin û gardiyan gef li girtiyan dixwin.
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mersînê, bi girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê re hevdîtin kir û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi Veysî Altan, Cevzet Derse û Yûnûs Akin re hevdîtin hatiye kirin û binpêkirinên mafan ên li dijî wan hatin ragihandin. Di raporê de tê diyarkirin ku li girtîgehê lêgerîna tazî didome, mafê tedawiyê tê astengkirin û gardiyan gef li girtiyan dixwin