STENBOL - Li gorî lêkolîna KONDA'yê, herî zêde neheqî li jin, ciwan û kurdan tê kirin.
Şîrketa Şêwirmendî û Lêkolînê ya KONDA'yê, encamên lêkolîna xwe ya "Di Civaka Tirkiyeyê de Feraset û Hişmendiya Mafên Mirovan" ku ji bo Parêzvanên Gelê Sivîl (Civil Rights Defenders) kir, li oteleke Taksîmê bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Ji Parêzvanên Gelê Sivîl İvana Randjelovic û rojnameger tevlî civînê bûn. Randjelovic, di civînê de derbarê xebatên wan de axivî û diyar kir ku ew rêxistineke mafê mirovan a navneteweyî ne ku navenda wan li Swêdê ye. Randjelovic, agahî da ku heman xebatê beriya niha li 6 welatên Balkanê pêk anîne.
Piştî Randjelovic Midurê Giştî yê KONDA'yê Bekîr Agirdir axivî encamên xebata ku kirine aşkera kir. Agirdir, diyar kir ku li 31 bajaran bi beşdariya 2 hezar û 402 kesan lêkolîna xwe pêk anîne û li gorî lêkolîna wan li Tirkiyeyê herî zêde neheqî li jin, ciwan û kurdan tê kirin.