Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve

  • rojane
  • 09:01 13 Kanûn 2021
  • |
img

ENQERE - Danişîna ewil a doza Komkujiya Konyayê ku ji bilî kujer tu bersûc negirtî ne, derbarê 11 kesan de hatiye vekirin, wê sibê pêk were. Parêzer Abdûrrahman Karabûlût diyar kir ku îdianame ji “daxwaza berdanê ya veşartî” pêk tê û banga xwedî derketina dozê kir. 

Danişîna ewil a doza derbarê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari de ku li navçeya Meram a Konyayê ji hêla Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê were dîtin. Mehmet Altûn ê komkujî pêk anî dê weke yekane bersûcê girtî derkeve pêşberî dadgehê. Ji malbatên Keleş û Çalik jî 10 kes wê negirtî werin darizandin. 
 
‘ÎDÎANAME JI DAXWAZA BERDANA VEŞARTÎ PÊK TÊ’
 
Parêzerê malbata Dedeogûllari ku têkildarî danişînê axivî, diyar kir ku îdîaname bêyî ku lêpirsîneke bi bandor bê kirin hatiye amadekirin û wiha got: “Îdîaname ji daxwaza berdanê ya veşartî pêk tê. Di hevdîtinên min de serokên dadgehan bi xwe jî gotin.”
 
’22 DAXWAZ NEHATIN QEBÛL KIRIN’
 
Karabûlût, diyar kir ku di dema lêpirsînê de wan ji bo ku li pişt tetîkkêş kî hene were lêkolînkirin 22 daxwazên cuda kirine û destnîşan kir ku tu daxwazên wan bi cih nehatine. Karabûlût, bi lêv kir ku wan xwestiye ku piştî komkujiyê telefon werin guhdarkirin û wiha berdewam kir: “Me xwest kesên hatine girtin di girtîgehê de di çarçoveya CMK’ê de werin guhdarkirin. Ev jî nehat kirin. Dema lêpirsînê de nêzikatiyeke ku dozger, dadger û parêzerê dosyayê em in hebû. Îdîaname bi vî awayî hat pêşkeşkirin. Hewce bû dadgeh îdianame paşve vegerandibûya. Lê qebûl kirin û bi awayekî sê sê berdan. Têkildarî êrişa 12’ê Gulanê jî tenê du kes girtî ne.”
 
‘HAT ÎSPATKIRIN KU ÊRIŞEKE NIJADPEREST E’
 
Karabûlût, destnîşan kir ku ji saeta komkujiyê ve desthilatê daxuyanî dan ku “ne êrişeke nijadperest e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê me di serî de got. Muwekîlên min di îfadeyên xwe yên 12 û 22’yê Gulanê de bi awayekî aşkera digotin tiştên hatin qewimîn êrişa nijadperest e. Dema me di asta lêpirsînê de li qeydên whatsapê nêrîn bi gotina “kurd bi aqil bûn?” ev bi awayekî aşkere derket holê û bi delîlan hat îspatkirin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA DOZÊ 
 
Karabûlût, banga xwedî derketina dozê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em daxwaz dikin ku herkesê ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ aîdîtiya wan çibe bila bibe tevkariyê li vê dozê bikin. Ji bo ku tu car din êrişên wisa çênebin divê herkes xwedî li vê dozê derkeve. Em dixwazin ku li dijî nijadperestiyê herkes xwedî li vê dozê derkeve. Em daxwaz dikin ku hemû hempîşeyên me ji aliyê hiqûqî ve tevkariyê li me bikin û xwedî li dozê derkevin. Em herkesê vedixwînin danişîna ku sibê saet 09.00’an de pêk were.”
 
MA / Zemo Ağgöz
 

Sernavên din

15/12/2021
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir
14:30 Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin
14:17 ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin
14:03 Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer
13:58 Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin
13:34 Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê!
13:26 YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand
13:07 Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin
13:07 Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin
12:48 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:15 Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da
12:04 KNK'ê encamnameya xwe aşkera kir: Em ê sala 2022’yan bikin salan destkeftiyên mezin
12:03 Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin
11:54 'Xweserî mafê êzidiyan e'
11:32 ‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’
11:29 Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
10:52 Nobeta li Sêmalka di roja 72'yan de didome
10:47 Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin
10:27 Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin
10:02 Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin
09:06 Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî
09:04 Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike
09:01 Aktîvîstê xwezayê Gurbey: Neçîrvantiya qanûnî divê bê bidawîkirin
09:01 'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike'
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN
08:40 Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da
14/12/2021
20:36 Ji ber Kovîd-19’ê 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
20:30 Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin
18:07 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
17:45 Cenazeyê Akkûş hat veşartin
16:59 ‘Heta em cenazeyên xwe werbigirin, em ê têbikoşin’
16:51 Çetîn Dedeogullari: Dozger yek bi yek berda, wan jî malbata min qetil kir
16:37 Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi CPT'iyê re hevdîtin kir
16:16 Di Nobeda Edaletê de banga ‘çareseriyê’ li Wezareta Dadê kirin
16:14 Wê li Amedê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ben şermezarkirin
15:56 ÎHD: Li Îmraliyê pêşniyarên CPT û rêgezên Mandela tune tên hesibandin
15:40 Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye
15:39 Doza çalakiya greva birçîbûnê taloq bû
15:19 Ji rojnamegerê xelatgirtî Dogrû re cezayê muebbetê hat xwestin
14:55 Li pêş Edliyeya Amedê pevçûn derket
14:47 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê dev ji jiyana xweser bernedin
14:36 Girtiyê sewqî Edenê hatiye kirin 22 roj in di qarantînayê de ye
14:22 DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê
13:14 Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
13:07 Parêzerên çûna wan a Îmraliyê tê astengkirin serlêdana hevdîtinê kirin
12:36 Salvegera qedexeya Cizîrê: Wê kurd serî netewînin
12:21 Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike
12:21 Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin
11:55 115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin
11:48 Danişîna Doza Konyayê dest pê kir
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû