AGIRÎ - Bîlal Akbaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û diyar kir ku tevî serlêdanan jî wan nabin nexweşxaneyê.
Bîlal Akbaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê dimîne, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û diyar kir ku tevî serlêdanan jî wan nabin nexweşxaneyê. Akbaş ê 8 sal in ku girtiye nexweşiyên wî yên guatr û têrnekirina gurçikan hene. Akbaş, dazanîn ku 7 meh in wan sewqî nexweşxaneyê nakin û bi lêv kir ku lêgerîna dev li wan ferz dikin û ji ber vê pêkanînê qebûl nakin wan nabin nexweşxaneyê. Akbaş, destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe.