Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer

  • jin
  • 09:28 16 Kanûn 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Xerîbe Gezer xwe bi gotina "Min nas bikin, ez pezkoviya Kurdistanê, çiyayan û zinara me” dide nasîn. Li mala wan ne şîn, zêmar û xemgînî, lê dengê stranên wê vedibêjin bilind dibe. Dayîka Garîbe yên ku tên sersaxiya wan û digirîn aş dike. 

Ew Xerîbeya beyanî ye û di rojnivîska xwe de wiha xwe vedibêje: “Min nas bikin. Hişk e, xema wê nîne û bê tirs e. Min nas bikin. Her tiştî dişewîtine, bi qasî ku hilweşîne bêrehm e lê ewqas jî hestiyar e. Min nas bikin, ez ji çiyayan re, ji zinaran re pezkovî me. Ez zarokek 6 salî me ku hêj hesreta Kurdistanê di dilê wê de heye…”
 
Her kesî wê bi awayekî vedigot. Ew çavzexala dayik, bav, xwişk û birayên xwe bûye. “Bûka Kurdistanê” ya dayika xwe bûye. Lê belê pênaseyên wê bi xwe jî ji bo wê hene. Wê xwe şibandibû pezkoviyekê. Me berê xwe de wê kûçe û taxa ku Xerîbeyê lê mezin bûye û xeyalên wê hemû di wir de veşartî ne. Li mala wan ne dengê girî û zêmaran lê dengê stranan bilind dibe. Li mala şînê stranên “Bûka Kurdistanê” û Xerîbê” li pey wê hatin gotin. Ferdên malbata wê li şûna xemgîniyê li ser pêya bi hêz û moral sekinî ye û kesên tên sersaxiyê xemgîn dibin û digirin jî aş dikin. Dayika Xerîbeyê, Halîme Gezer gotinek ku wê ji bîra kesî naçe wiha bû, “Ew Xerîbeya we hemûyan bû, ew Xerîbeya Kurdistanê ye.” 
 
BERTEKA EWILÎ NAVÊ WÊ YE 
 
Me Xerîbe Gezer bi destavêtin û îşkenceya sîstematîk a li girtîgehê lê dihat kirin nas kir. Malbata Gezer a ji 7 keç û 4 lawan pêk tê, di salên 90’î de ji gundê Xelîla bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê koçî navenda navçeyê dike. Xerîbe di sala 1993'an de li Kerboranê ji dayik dibe. Mele Rekya (Rukiye) di guhê wê de dixwîne. Lê ji ber ku xalê wê di heman demê de winda bûye, dayik navê Xerîbe li keça xwe dike. Ev malbata wêrek, hezkiriyên welatê xwe û şopdarên doza kurdî her tim bi zilma dewletê re rûbirû dimîne, hêj Xerîbeyê pitik e zilma dewletê dest pê dike. 
 
BAVÊ WÊ KOR DIKIN 
 
Bavê Xerîbeyê, Yusuf Gezer (64) ji bo debara malbata xwe ya ji 11 kesan pêk tê bike, wek karker diçe bajarên rojavayê Tirkiyê. Bavê ku karkerê înşaetê ye, her ku fersend bibîne tê serdana malbata xwe. Di wan salên tarî yên 1990’î de, di demeke ku zext li hemû bakurê Kurdistanê belav bûbun de Yusuf Gezer dema ku diçe gundê xwe Xelîla serdana dê û bavê xwe, rastî êrişa leşkerên ku avêtin ser gund tê. Leşker bi qûndaxa tivingê li Yusuf Gezer didin û ji serê xwe derbê dixwe û birîndar dibe. Ti nexweşxane naxwaze Gezer derman bike. Malbat ji bo ku bavê wan bê dermankirin neçar dimîne îfadeya xwe biguherîne. Lê bavê Gezer tevî ku tê dermankirin jî çavek wî kor dibe. 
 
KOKÇÎ ÎZMÎRÊ DIKINH 
 
Piştî vê bûyerê di mehên dawîn ên sala 1994'an de malbata Gezer koçî Îzmîrê kirin, lê malbata ku êdî nema li ber bêzariya malê radiweste, di heman salê de vedigere Kerboranê. Xerîbeyê di vî xaniyê yekqatî yê li Kerboranê de mezin dibe. Li gorî dayika wê dibêje Xerîbeyê yeka jêhatî, kedkar û her tim nizanibûye rûniştandin çi ye. Di gelek karan de bi taybet karê çandiniyê de dixebite. Gezer carna li Adapazariyê findikan berhev dike, carna li Manîsayê firingiyan berhev dike û li Antalyayê jî karê paqijiyê dike, dixwaze cihê xwe di nava têkoşîna azadiya kurd de ku ji zarokatiya xwe ve dilsozê wê bû, bigire. Dawetên li navçeyê ji Xerîbeyê re weke cihê hevdîtinê bûn. Xerîbe di van dawetan de, ku cil û bergên neteweyî yên herî xweşik li xwe dikirin û beşdarî dîlanê dibû, li milên birayê xwe govendê digerand. Ev dîlan ango govend Xerîbeyê dikişînin nava têkoşîna azadiyê. Xerîbe di sala 2014’an de rêveberiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Kerboranê dike û di heman salê de biryar digire ku bizewice. Tevî biryara zewacê jî ji xebatên siyasî dûr nakeve û roja ku desthineya wê heye tiştên diqewimin wê bêtir ber bi têkoşînê ve dibe. 
 
BÎLAL GEZER 
 
Birayê Xerîbeyê, Bîlal Gezer ê 29 salî di serhildanên Kobanê de roja 7’ê Cotmeha 2014’an li naverasta kuçeyê tê kuştin. Malbat dibîhîze ku Bîlal Gezer hatiye kuştin, desthineyê diqedîne û kuçe bi kuçe li Bîlal digerin. Wî birîndar radikin nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest dide. Bîranên wî li pey wî dimînin. Zewicî û bavê zarokekî bûye. Malbat dikeve pey doza lawê xwe û paş ve gavê navêje. Ewilî Xerîbeyê diçe cihê ku Bîlal lê hatiye kuştin, nivîsa “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” dinivîsine. 
 
MEHMET EMÎN GEZER 
 
Mehmet Emîn Gezer jî ji bo li kujerên kekê xwe bipirse diçe ber Navenda Polîsan a Kerbornê û polîsên tîmên taybet wî gulebaran dikin. Her çiqas tedawiyên dûr û dirêj dîtin jî lê Emîn Gezer felç dimîne. Her çiqas derbarê wan polîsên êrişkar de doz were vekirin jî lê di meha mijdara îsal de her çar polîs tên beraetkirin. 
 
NAVÊ KEÇA XWE DIKE XERÎBE 
 
Emîn Gezer k udu zarokên wî hene, navê xwişka xwe Xerîbeyê li keça xwe Şîndayê dike. 
 
Xerîbe di sala 2015’an de hin bêtir giraniyê dide xebatên xwe siyasî û piştî salekê ew û hevjînê xwe dev ji hev berdidin. Xerîbe di qedexeya derketina derve ya li Kerboranê de li mala xwişka xwe asê dimîne û piştî 19 rojan ew tê malê. Piştî ku qedexe bi temamî radibe, Xerîbeyê diçe Îzmîrê cem mala xizmên xwe. Ew di 3’ê adara 2016’an de dema diçe serdana xwişka xwe ya li Kutahyayê zanîngehê dixwîne di encama lêpirsîna derbarê wê de hatiye destpêkirin, tê binçavkirin û paşê jî tê girtinê. Xerîbe bi îdiaya “Xerakirina tevahî û yekîtiya dewletê” û “endamtiya rêxistinê” tê girtin û cezayê muebetê û 22 sal cezayê hepsê lê tê birîn. 
 
HAŞÎM GEZER 
 
Kekê Xerîbeyê Haşîm Gezer (41) tam salek şûn ve di 2017’an de tê girtin. Ewilî li Girtîgeha Mêrdînê girtî dimîne û pişt re jî wê sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind dikin. Haşîm Gezer ji doza jê dihat darizandin 22 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Wexta ku ew li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve greva birçîbûnê rastî êrişa gardiyanan tê û parsûyê wî dişikê. Haşîm Gezer hêj di girtîgehê de ye û destûr nehat dayîn ew beşdarî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe. 6 zarokên Haşim hene û bi hesreta bavê xwe dijîn. 
 
LI 8 GIRTÎGEHAN GERANDIN 
 
Xerîbe di 6 salên girtî de li 8 girtîgehan dimîne û li her girtîgehê ji ber sedemên cuda tê sirgûnkirin. Wexta ku Xerîbe girtî ye, xwişka wê Asya Gezer jî tê girtin û di qawîşekê de dimînin. Asya piştî 9 mehan tê berdan. Xerîbeyê jî ji Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Şakrana Îzmîrê, ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê, ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Kandirayê dikin. 
 
SERÎ NATEWÎNE 
 
Li gorî dayika wê Halîme Gezer dibêje keça wê serî natewîne û li hember keça wê li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya fizikî dest pê dike. Li girtîgeha Bunyanê jî dibe cihê duyemîn ku îşkence li keça wê tê kirin. Wê dixin hucreya yek kesî û tiştên wê nadinê û ji ber şertên nebaş nexweşîna astimê lê peyda dibe. 
 
 
CEZAYÊN HUCREYAN LÊ BARANDINE 
 
Xerîbeyê ji bo ku zextên li ser xwe protesto bike dest bi greva birçîbûnê dike û dibêje heke daxwaza wê neyê qebûlkirin wê dest bi rojiya mirinê bike. Dema zextên li ser wê zêde dibin hucreya xwe dişewitîne. Pişt re jî wê dikin odeyek tije av e û betaniyek şil didinê. Ji bo ku heman çalakiyê neke textê razanê nadinê. Li ser hev cezayê hucreyê lê tê birîn. Li Kayseriyê salek û nîv dimîne û ji vir jî di adara 2021’an de sirgûnî Girtîgeha Kandirayê dikin. Ji ber ku îradeya girtîgehê protesto dike cezayê “odeya bi singêr” lê tê birîn û 20 saet li vir tê ragirtin. 
 
Xerîbeyê li Girtîgeha Kandirayê bi tecawiz û îşkenceya sîstematîk re rûbirû dimîne. Dixwaze dengê ji tevahiya raya giştî re ragihîne. Pişt re Xerîbe di her hevdîtina xwe ya telefonê de xwe moralî nîşan dide. Ji xwişka xwe gîtarek, albûmek ji wêneyên xwarzê û biraziyê wê pêk tê û dosyeyek ku ji stranên kurdî pêk tê dixwaze. Beriya ku tiştên xwestiye bigihîjinê xebera mirina Xerîbeyê tê. Diya wî jê re dibêje "Bûka Kurdistanê" û bûkanî ango cilên bukaniyê datîne ser gora wê. Xerîbe li kêleka birayê xwe yê hatibû kuştin Bîlal tê veşartin. 
 
DERBARÊ HEMÛ FERDÊN MALBATÊ DE LÊPIRSÎN 
 
Di nava malbata Gezer de kesek ku lêpirsîn lê nehatibe kirin tune ye. Dozên ku derbarê dayika Halîme û hemû zarokên wê de hatin vekirin hê jî dewam dikin. Dema ku ji Asya beraet dibe, birayê wê Haşîm tê cezakirin. Dozên ku derbarê dayika Halîme û zarokên wê Leyla, Gulistan, Mehmet Emîn û Ramazan de hatin vekirin hê jî didomin. 
 
TIŞTÊN ÇÊKIRIYÊ DIKIN DIYARIYA WÊ 
 
Malbatê û beşdarên merasîmê Xerîbeyê li ber dengê strana “Xerîbe” spartin axê û tiştên wê bi keda destê xwe li girtîgehê çêkiriye wek diyariyê wê li derûdora wê belav dikin. 
 
‘EZ BI ENDYAD DIJÎM’ 
 
Dayika Xerîbeyê, Halîme Gezer wiha dibêje: “Keça min kedkar bû, her tim li cem min bû û min ew mezin kir. Ew karkerek bû. Paşê min radestî partiyê kir. Gotin, 'Xerîbeyê întîhar kiriye’. Keça min întîhar nekir, hat kuştin. Emîn felc kirin, Haşim girtin, Bîlal û Garîbe kuştin. Em hewl didin zarokên 3 kurên xwe bi tevî dayikên wan ve xwedî bikin.”
 
Halîme Gezer bersiva pirsa “Tu li hember vê êşê çawa dijî?” wiha dide: “Ez ê li ser piya bisekinim. Ez wisa bibim mîna post jî ez ê bi enyadî bijîm. Ez ji enyada wan re dijîm.” 
 
‘HER TIM DEV LI KEN BÛ’ 
 
Xwişka wê ya mezin Asya Gezer jî behsa xeyalên wê kir û got: “Di hepsê de her tim dixistin hucreyê. Me digot bila bêdeng bibe, digot, 'birayê min kuştin, ezê çawa aram bibim'. Xeyala wê ya herî mezin dîtina rojên azad bû. Digot 'Em ê rojekê azad bibin'. Xerîbe tevî hemû îşkenceyên ku lê dihat kirin jî tim bi ken bû. Her tim bi me û hevalên xwe re dikeniya û henekê xwe dikir." 
 
ROJNIVÎSK 
 
Xerîbeyê dema li Girtîgeha Tarsûsê ye rojnivîskan dinivîsine. Hin rojnivîskên wê wiha ne: 
 
“Tekoşîna rast niha dest pê dike, tu min hînî sebrê bike keko. Wê demê ez ê her tiştî bi ser bixim, li vir ez li ber xwe didim, min soz da te. Li vê cihê faşîst weke berxekî ku dikeve nava guran disekinim.” 
 
“Mirovek mîna çiya, lehengê min hebû ku jiyana min ronî dikir. Ku kes fêhm neke jî ez te fam dikim bavo. Ji ber ku min te fêm kir, min hewl da ku ez bi te re bibim ewledek hêja. Bila serê te bilind be yabo."
 
“Ez dixwazim her tiştê ku dijwar e bi ser bixim, ez ji zehmetiyan hez dikim. Carinan ez difikirim ku xwezî ez ji nû ve ji dayik bibûma. Dema ez ji nû ve ji dayik bibûma min dixwest êdî gelê kurd zilmê nedîta û hemû însan azad bûna û aştî pêk bihata.” 
 
“Keko demek em xwişk û bira bûn, lê niha em hevrê ne. Em wek mirovên du cîhanên cuda bûn, a ku me kir hevrêyên hev ev nirx bûn. Êdî em rêwiyên heman rêyê ne Haşîm.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

18/12/2021
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir