Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan

  • rojane
  • 10:50 16 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gundê Pampa Kurda ku li Ermenistanê ye, di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet e. Ji gund kesên entelektuel ên mîna Cewoyê Emer, Wezîre Eşo, Ferîkê Ûsiv, Emerîkê Serdar û Ezîzê Cewo derketine. 

Gundê Pampa Kurda ango Gundê Sîpan ku li herêma Alagez/Elegez a Ermenistanê ye, di hêla dîroka kurdên êzidî de girîng e. Gund, ji bo êzidiyên Qersê ku ji êrişa tirkan a di sala 1918'an de  reviyane bûye stargeh.  
 
KURDÊN ERMENISTANÊ
 
Dema ku qala kurdên Qafkasyayê tê kirin bê guman yekemîn welatê ku tê hişê mirov Ermenistan e. Li gorî agahiyên ku nivîskarê kurd ê Ermenistanê Mirazê Cemal daye, niha li Ermenistanê 21 gundên kurdan li Ermenistanê hene. Tê payîn ku li welat 40 hezar kurd dijîn. Ji van gundan 10 jê li herêma Elegezê ne. Piraniya kurdên ku li herêmê bi cih bûne êzidî ne. Koça kurdên êzidî ya herêma Elegezê di sala 1820'an de dest pê kiriye. Tê payîn ku ji çewsandinên Osmaniyan reviyane û li van deran bi cih bûne. Li herêmê yek ji gundê ku herî zêde raser e gundê Pampa Kurda ye. Navê gund di sala 1978'an de weke Sîpan hatiye guhertin. Tê fikirîn ku navê Pampa ji çiyayê Pambak hatiye girtin. Tê payîn ku malbata destpêkê li gundê bi cih bûye ji eşîra Şemskî malbata Mistiyê Şemo ye.  
 
ŞERÊ LI DIJÎ NAZIYAN
 
Yek ji malbata ku destpêkê li gund bi cih bûye jî malbata Mamoyan e. Malbata Mamoyan a kurdên êzidî, bi taybetî di sedsala 20'emîn de şexsiyetên bijarte gihandiye. Tê diyarkirin ku koka ji ferdên malbatê nivîskar û dîroknas Ezîzê Cewo (Mamoyan) heta Amedê diçe. Malbat radigihîne ku koka wan dirêjî beriya 200 salan heta Hezroyê dibe. Nexasim bavê Ezîzê Cewo, Cewoyê Emer (Mamoyan) yek ji portreya remza gundê Pampa bûye. Cewoyê Emer, di sala  1917'an de ji dayik bûye û di navbera salên 1938 û 1940'an de li dibistana gund weke sermamoste peywir kiriye. Dema ku bi perwerdeyê re mijûl bûye dema leşkeriya wî tê di çileya 1940'yî de li Qafkasyaya Bakur dest bi leşkeriyê dike. Di demê de artêşa Nazî ya faşîst Polonyayê dagir kiriye û gef li xala Sovyetê dixwar. Di 22'ê hezîrana 1941'an de Nazî êrişî Yekitiya Sovyetê dikin û şer li tevahiya dinyayê berbelav dibe. Li ser vê Alaya 688'emîn ku Cewoyê Emer jî di nav de cih digire, di tebaxa 1941'an de li Eniya Rojava ji aliyê Smolenksê ve tevlî şerê li dijî Naziyan dibe. Nêzî şerê salekê Emer di 10'ê tebaxa 1941'an de bi giranî birîndar dibe. Piştî ku 9 mehan li nexweşxaneyê tedawî dibîne, vedigere Elegezê. 
 
WEZÎRÊ EŞO, FERÎKÊ ÛSIV Û EMERÎKÊ SERDAR
 
Cewoyê Emer piştî şer li gundê Pampaya Kurda sermamostetiyê berdewam dike û di heman demê de dersên kurdî û ermenkî dida. Piştî demekê Cewoyê Emer bi nîşana "mamosteyê bişeref ê komarê" hatibû xelatkirin. Di nav xwendekarên Cewoyê Emer de xwendekarên mîna Wezîrê Eşo, Ferîkê Ûsiv û Emerîkê Serdar ku navê xwe di dîroka kurdolojiyê de bi tîpên zêrîn nivîsandine hebûne. Ji vana serpêhatiya nivîskar, rojnameger, dîroknas û wergêr Wezîrê Eşo ya Pampa Kurda balkêş e. Malbata wî ya kurdên êzidî, ji ber ku dema Osmaniyan di bin zextê de maye serî li rayedarên Rûsya Çarîtiyê daye. Kalê wî Navo jî di nav de komeke ji 5 kesan pêk tê bi Waliyê Qafkasyayê Knez Vorontsov şêwirîne û daxwaza sitirînê jê kirine. Serlêdana bi erêmî encam bûye û ji deşta Zêdeka nêzî 400 kurdên ezidî koçî oblasta Qersê dibin. Li vir li 16 gundan bi cih dibin. Lê di sala 1918'an de di bin fermandariya Kazim Karabekîr de Artêşa Tirk êrişî Qersê dike û bi êrişê re kurdên ezidî bi "museletîbûnê" re rû bi rû dimînin. Di encama “gaza-i ekber” a ku dîroknasên hişkbawer ên tirk pê peznê xwe didin de hejmareke zêde ezidî tên kuştin. Beşek jî xelas dibin. Yek ji malbata ku direve û xelas dibe jî malbata Wezîrê Eşo ye. Malbata destpêkê derbasî Aleksandropolê (Leninakan/Gümrü) dibe û piştre li Pampa Kurda bi cih dibe. Ji ber nexweşiya kolerayê ku wê demê li Ermenisanê derketiye malbat ji bo demekê koçî Tîflîsê dike. Wezîrê Eşo li vir di 1'ê mijdara 1934'an de ji dayik bûye. Navê wê yê rasteqîn Vazgen Muradyan e. Piştre li Pampa Kurda mezin bûye û perwerde dîtiye. 
 
JI QERSÊ BER BI PAMPA KURDA
 
Yek ji kesên ku Gundê Pampa Kurda gihandiye civata kurdolojiyê Ferîkê Ûsiv e. Malbata wî jî kurdên êzidî ye û Qersê koçî Ermenistanê bûye. Ferîkê Ûsiv ji eşîra Sipkî ye û di sala 1934'an de ji dayik bûye. Di wêje, dîrok û wergêrê de xwediyê hilberîneke bêhampa ye. Helbestên wî di rojnnameya Riya Teze de hatine weşandin. Ji bo demekê weke rêveberekî yekîneya zimanê kurdî ya Radyoya Erîwanê xebitiye. Berhemên Shakespeare, Goethe, Lermontov, Puşkîn û Yesenîn wergerandiye kurmancî. 
 
REDAKTORÊ RIYA TEZE 
 
Yek ji xwendekarên serkeftî yê Cewoyê Emer, Emerîkê Serdar e. Serdar, di  sala 1935'an de li Pampa Kurda ji dayik bûye û kurdê êzidî ye. Tê fikirîn ku bavê wî Dewrêşê Serdar tevlî Şerê Duyemîn ê Cîhanê bûye û careke din venegeriyaye. Emerîkê Serdar ji aliyê dayika xwe Sayrê Xido ve hatiye mezinkirin û bi taybetî navê xwe bi Riya Teze daye bihîstin. Ji sala 1962'yan heta 2006'an redaktoriya rojnameyê kiriye. Ji bilî vê wergêriyê jî kiriye. 
 
MA / Îsmet Konak
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/12/2021
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir